Mahmûd Lewendî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Mehmud Lewendî hat beralîkirin)
Mahmûd Lewendî
Pîşenivîskar, wergêr
biguhêreBelge

Mahmûd Lewendî nivîskar û wergêrekî kurd e.

Jiyan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Lewendî di 1954an de li hêla Amedê li herêma Qerejdaxê ji dayik bûye. Heta zanîngehê li Diyarbekirê xwendiye. Li zanîngeha Diyarbekirê beşê biyolojiyê temam kiriye. Piştî 1980ê yî ji ber darbeya leşkerî ya li Tirkiyê derketiye derveyî welat. Niha li Swêdê dimîne.

Wî di amadekirina gelek kovar û rojnameyên kurdan de cih girtiye, wek: Hêvî (1980), Armanc (1979), Hêlîn (1982), Hêvî (parîs, 1983), Berbang, Kulîlk, Rojname, Mîrkut, Çira, wan, Dîdar, Çarçira, Realîte û hin gelekên din.

Berhem[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Rojnamegeriya kurdî cild 1
  • rojnamegeriya kurdî cild 2 (li gel Malmîsanij)
  • Computera ber dilê min
  • Mala Xwedê
  • Derguşa Nasnameyê (li gel H. Diljen, R.Kerîm, A, Yusif)
  • Ansîklopediya zarokan (li gel A. Tigris, H. Metê)
  • Nêzîkî 22 pirtûkên zarokan ji swêdî wergerandiye kurdî.