Amed
Amed | |
---|---|
Bajarê mezin | |
Diyarbakır | |
Koordînat: 37°54′39″Bk 40°14′12″Rh / 37.91083°Bk 40.23667°Rh | |
Welat | Bakurê Kurdistanê |
Dewlet | Tirkiye |
Parêzgeh | Diyarbekir |
Serbajar | Amed |
Hejmara bajarokan | 17 bajarok |
Qada rûerdê | |
• Giştî | 2.060 km2 (800 sq mi) |
Bilindahî | 670 m (2200 ft) |
Nifûs (2022) | 1.804.880 [1] |
• Berbelavî | 413,5/km2 (1071/sq mi) |
• Serbajar (2020) | 1.756.392 |
Demonîm | amedî, diyarbekrî |
Koda postayê | 21xxx |
Koda telefonê | (+90) 412 |
biguhêre |
Amed (/ˌaˈmɛd/) an jî Diyarbekir (navê wê yê dîrokî: Amida, 1928: دياربكر [1] (Diyarbekir), bi tirkî: Diyarbakır), yek ji bajarê herî mezin ên Bakurê Kurdistanê ye ku li ser deşteke bilind ê li kêleka çemê Dîcleyê û li derdora bajarê dîrokî ya kevn (navçeya Sûrê ya îro) hatiye avakirin. Amed yek ji bajar û navendeke polîtîk a herî girîng ê Bakurê Kurdistanê ye ku bajar wekî navend û pozîsyonek polîtîk hatiye pênaskirin. Bajêr ji 2000 salê b.z. vir ve bûye navendeke dîrokî ya girîng ku malavaniya gelek şaristanî, çand û baweriyan kiriye. Amed di serdema nûjen de jî yek ji navendên sereke ye ku bi nasnameya xwe ya polîtîk bûye yek ji bajar û navendên sereke.
Li gorî daneyên kanûna sala 2021an nifûsa bajêr 1.791.373 kes bû ku ji wan 1.129.218 li qada bajarî (an metro) ya ku ji çar navçeyên navendî yên Rezik, Payas (Peyas), Sûr û Bajarê Nû pêk tê dijîn.
Di roja îro de bajêr di navbera kurdan de wekî navendeke sereke ye ku ji aliyê gelek kurdan ve wekî paytexta defakto ya Kurdistanê tê dîtin.[2][3] Dihat xwestin ku bajar piştî Peymana Sêvrê bibe paytexta Kurdistaneke serbixwe lê piştî geşedanên siyasî yên paşerojê ev yek hatiye paşguhkirin.[4][5]
Nav
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Di demên kevnare de bajar bi navê Amîda hatiye naskirin ku di sala 1300ê b.z. de ku bajêr bi vî navê hatiye binavkirin. Navê Amîd (Amîda) di belgeyên erebî de jî derbas bûye.[6][7] Amîd (Amîda) di belgeyên fermî yên Împeratoriya Trebzonê de di sala 1358an de hatiye dîtin.[8]
Erdnîgarî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Erdnîgarî û sînorên bajêr
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Amed li aliyê rojhilatê deşta bazalt a fireh a ku di navbera Qerejdax û Dîcleyê de dirêj dibe, li ser asoyeke li jora deşta Dîcleyê û li serê deverê Dîcleyê hatiye avakirin. Bilindahiya bajêr ji asta deryayê 650 mêtre ye û bajêr di nav paralelên 37° 30´ û 38° 43´bakûr û merîdyenên 40° 37´ û 41° 20´ rojhilat de ye. Li rojhilat bi Batmanê û Sêrtê, li başûr bi Mêrdînê, li başûrê rojava bi Rihayê û Semsûrê, li bakur bi Elezîz, Çewlîgê li bakurê rojhilat jî bi Mûşê ve tê girêdan.
Taybetiyên erda bajêr
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Pîvana erda herêmê 15.354 km² ye . Ji vê erdê, çiya 37,0%, deşt 30,6% û plato jî 30,4% e. Erda herêmê 95%´ê wê ji bo ziraetê bikar tê. Tene, petêx (gindor), zebeş, titûn û pembo herî pirtir li herêmê tên çandin.
Dîrok
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Gotara bingehîn: Dîroka Amedê
Pêşdîrok
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Dîroka Amedê vedigere 12.000 salên berê niha.[9] Di encama lêkolînên arkeolojîk ên salên dawî de li navçeya Bismilê ya Amedê hatiye diyarkirin ku di navbera salên 10400 û 9250 salê b.z. de jiyana niştecihbûyî li Girê Kortikê dest pê kiriye.[9] Li Girê Berêçem ku li nêzîkê navçeya Erxenî yê ye, civakên çandiniyê ya gundan hatiye dîtin ku dîroka wan ji 8.000 salên berê zayînê vedigere.[9] Hatiye diyarkirin ku di dema Paleolîtîk û Mezolîtîkê de di şikeftên Amedê de û derdora şikeftan de jiyan hebûye. Bermahiyên ji Paleolîtîk û Mezolîtîkê li Şikeftên Hasûnî yên li nêzîkê Farqînê û Şikeftên Hilarê yên li nêzî Erxenî yê hatine tespîtkirin.[9]
Serdema kevnare
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Hatiye texmînkirin ku Amed ji serdema kevirî vir ve malavaniya mirovahiyê dike. Yekem şaristaniya mezin a ku li Amedê hatiye avakirin mîrektiya hûriyan a mîtaniyan e. Piştre bajêr di dîroka cihêrengê vê serdemê de ji aliyê şaristaniyên ku hatine herêmê ve ku di nav wan de suryanî, ûrartûyî, ermenî, farisên axamenî, selûkî û partî hene hatiye birevebirin.[10] Komara Romayê di sala 66ê berî zayînê de dest daniye ser bajêr û di vê qonaxê de ji aliyê romayiyan ve bajêr wekî "Amîda" hatiye binavkirin.[11] Di sala 359an de Şepûrê II yê Faris piştî dorpêçeke 73 rojan Amed ji destê romayiyan derbasê deshilatiya Şepûrê Faris dibe.[12]
Di sedsala 11ê b.z. de bajêr demek dirêj ji aliyê Împeratoriya Medan ve hatiye birêvebirin.[10]
Li gorî Sinekdemûs a Hiyerokles Amed bajarê herî mezin ê parêzgeha Romayê ya Mezopotamyayê bû ku di wî demê de bajêr meqamê metranê (Diocese) xirîstiyanên Mezopotamyayê bû.[13] Nivîsarên kevnar destnîşan dikin ku Amîdaya kevnar xwedî qadê şanoyan, germav (serşokên giştî), embar, abîdeyên tetrapîlon û xwedî çihukên avê ye ku av dide û avê belav dike.[14] Dîroknasê romayî Ammianus Marcellinus ku di dema dorpêçkirina Amîdayê de ku ji aliyê Împeratoriya Sasaniyan ve di bin desthilatdariya Şepûr II (j. 309–379) de pêk hatiye ku di artêşa romaya dereng de xizmet dikir vê dorpêçkirina serkevtî bi awayekê berfireh nivîsiye.[14] Amîda di wê demê ji aliyê penaberên ku ji herêmên derdorê bajêr koçê bajêr dibin hatiye mezinkirin ku împerator Jovian (j. 363–364) piştî têkçûna Şerê Farisî ku selefê wî Julian di şer de têk diçe, neçar dimîne ku bajêr vala bike û bide Farisên Şepûr. Dîroka ku ji bo Joshua Stylite hatiye vegotin, bidestxistina Amîda ji aliyê persan ve di bin desthilatdariya Kavad I (j. 488–531) de di dorpêçkirina duyem a Amîdayê ku salên 502–503an de pêk hatiye, beşek ji Şerê Anestasiyanê vedibêje.[14]
Dîwarê Amîdayê ji aliyê împerator Anastasius Dicorus (j. 491–518) yan jî împerator Justinianê Mezin (j. 527–565) ve ji nû ve hatiye avakirin ku wekî mîmariya parastinê ya serkevtî ji aliyê dîroknasê yewnanî Prokopius ve hatiye pesindan.
Dîroka dêrê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Xirîstiyaniya suryaniyan di navbera sedsalên 1 û 4an de li herêmê bi taybetî di nav suryaniyên bajêr de cih digirt. Împeratorê Bîzansê Theodosius II (408-450) parêzgeha Romaya Mezopotamyayê dike du perçe û Amîdayê dike paytexta Mezopotamyaya Prîmayê û bi vî awayî bajêr ji bo hemî metranan dibe bajareke navend.[15]
Ji bo endamên herêmî yên Dêra Katolîk a Suryaniyan di sala 1862an de metranek hatiye damezrandin.
Piştre ji ber zilma ku ji aliyê xanedaniya osmaniyan ve li xiristiyanên bajêr tê kirin di dema Şerê Cîhanê yê Yekem de dawî li hebûna xirîstiyanên bajêr tîne.
Serdema navîn
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Di sala 639an de ku wekî beşek ji berfireh bûna misilmanên li herêma Levantê ku di dema şerên pêşîn ên ereb û bîzansê de berfireh bûye, bi serokatiya Iyad ibn Ghanm Amed dikeve destê artêşa Çar Xelîfeyê û Mizgefta Mezin a Amedê di vê serdemê de hatiye çêkirin.[13][16] Mizgefta mezin dibe ku li cihê Dêra Heraklî ya Saint Thomas hatiye çêkirin. Di wî demê de li bajêr bi qasî pênc keşîşxaneyên xiristiyanan hebûn ku di nav wan de Keşîşxaneya Zuqnin û çend dêrên kevnarên din jî nav de bûn.[16] Yek ji van Dêra Meryem e ku wekî katedrala bajêr û cihê metranên Amedê bû ku di cihê Dêra Ortodoks a Suryaniyan de maye.[16] Dêra kevnar a din, Dêra Mar Kosmas di sala 1911ê de ji aliyê gerokê brîtanî Gertrude Bell ve hatiye dîtin lê piştre ev dêr di sala 1930an de hatiye hilweşandin.[16]
Bajêr demekê kurt dibe beşeke ji xîlafeta emewiyan û piştre jî dibe beşek ji xîlafeta ebasiyan. Di vê serdemê de Amed zêdetir di bin desthilatdariya xwemalî de dimîne. Piştê demekê bajêr ji aliyê xanedaniyên wekê Xanedaniya Hemdaniyan û Xanedaniya Buyîdiyan û piştre jî ji aliyê Xanedana Merwaniyan ve hatiye birêvebirin. Bajar di sala 1085an de ji aliyê selçûqiyan ve tê dagirkirin û piştre di sala 1183an de ji destê selçûqiyan rizgar dibe û ji aliyê eyûbiyan ve hatiye birêvebirin. Piştî dorpêçeke dirêj bi hêzeke biçûk a Mongolan û hêzeke gurcî û hêzekê ermenî ya gelekî mezintir di bin serokatiya gurcî Hesen Broş de bajêr ji aliyê Mongolên Hulagu ve di 1260an de tê dagirkirin (ev dagirkirin wekê Dorpêçkirina Meyafariqînê jî tê zanin).[17] Di navbera dagirkirina mongolan û heya ku Xanedana Sefewî ya Îranê ve bajêr ji destê mongolan distîne Amed ji aliyê xanedaniyên wekê Qere Qoyunlu û Aq Qoyunluyan ve ku du eşîrên tirk bûn hatiye dagirkirin. Piştê Xanedaniya Sefewiyan bajêr di sala 1514an de ji aliyê Bıyıklî Mehmed Paşa ve, di serdema Selîm I de ji aliyê Xanedaniya Osmaniyan ve tê dagirkirin. Mihemmed Xan Ustajlu ku waliyê sefewî ya Amedê bû di sala 1514an de di dema Şerê Çaldiranê de ji aliyê xanedaniya osmaniyan ji bajêr hatiye derxistin û piştre ji aliyê osmaniyan ve hatiye kuştin.[18]
Serdema nûjen
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Di sala 1952an de bi ji nû ve organîzekirina parêzgehan, bajarê Amedê dibe bajarê îdarî ya parêzgeha Diyarbekirê. Di sala 1993an de Şaredariya Bajarê Mezin hatiye damezrandin ku bi vê awayê Amedê dibe yekem bajarê Bakurê Kurdistanê ku statûya bajarê mezin werdigire.[19]
Di van salên dawî de Amed rastî gelek êrîşan hatiye ku nav de êrîşan hêzên ewlekariya tirk, endamên hizbullahê û endamên DAÎŞê heye.[20] Di navbera 8ê mijdara sala 2015an û 15ê gulana sala 2016an de beşeke mezin ji Sûrê (bajarê kevnar) di şerê navbera artêşa tirk û şervanên kurd de wêran bû. Gelek taxên Sûrê ji aliyê artêşa tirk ve bi helîkopteran û tankên leşkerî hatiye bombebaran kirin, Mizgefta Kurşunlî ji aliyê artêşa Tirkiyeyê ve hatiye şewitandin û bi guleyên tankên leşkerî gelek avahiyên dîrokî zirarên mezin dibînin. Yek ji avahiyên dîrokî ku zirar dibîne minareya çarling e ku di dema şer de zirar dibîne.
Di destpêka mijdara sala 2015an de parêzer û aktîvîstê mafê mirovanê kurd Tahir Elçi ku di wî demê de serokê Baroya Amedê bû li navçeya Sûrê di dema daxuyaniyeke çapemeniyê de ku tê de banga kêmkirina tundiyê dikir ku zirar negihêjî avahiyên dîrokî li ber lingê minareya çarling hatiye kuştin.[21][22]
Rapora Komeleya Arkeologan a Stenbolê ya sala 2018an diyar kiriye ku ji sala 2015an û vir ve %72yê navçeya Sûrê ya dîrokî ya bajêr bi hilweşandin û nûavakirinê hatiye wêrankirin û qanûnên ji bo parastina bermahiyên dîrokî hatine paşguhkirin û hatine binpêkirin. Wan tespîtkiriye ku politîkaya "ji bo nûvekirina bajarî" ya bajêr yek politîkayeke hilweşandin û ji nû ve avakirin e, ne yek ji restorekirin samanên çandî yên ku di şerê navxweyî yê dawî de zirar dîtine ku ji ber wê yekê gelek avahiyên dîrokî yên tomarkirî bi temamî winda bûne.
Ji ber ku her perçeyên avahiyên dîrokî yên ku di dema hilweşandina avahiyên nûjen de derketine holê jî hatine hilweşandin rêjeya windabûna avahiyên dîrokî yên ne qeydkirî nayê zanîn.
Di Erdheja Gurgum û Dîlokê de ku sala 2023an de li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê û li bajarê Efrîn a Rojavayê Kurdistanê pêk hatiye Amed yek ji wan bajaran e ku di erdhejê de hejiyaye.[23][24] Li Amedê gelek xanî û avahî di erdhejê de hilweşiyane yan jî zirareke mezin dîtine. Ji ber erdhejê bircên Sûra Amedê û hinek beşên dîwarê sûrê hatine xwarê. Li navçeya Bajarê Nû, li navçeya Rêzanê û li deverên din ên Amedê 20 avahî têne xwerê, 854 kes birîndar dibin 409 kes jî jiyana ji dest didin.[25]
Kronolojî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Berê zayînê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ~7250-6750 dema neolîtîk
- ~5000-4000 dema kalkolîtik
- ~3000 dema dema tunc
- ~2000 dema hurî û mîtaniyan
- ~1200- 600 dema aramiya û urartiyan
- 550- 331 dema persan
Piştî zayînê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- 226-395 dema romayiyan
- 395-639 Dema bîzansiyan
- 639 dema ereban
- 661 dema emewiyan
- 750 Dema ebasiyan
- 984 dema merwaniyan
- 1085 dema selcûqiyan
- 1102-1232 dema Ertuqiyên Heskîf û Amedê
- 1232 dema eyubiyan
- 1335 dema Xanedana Zirkan
- 1507 dema sefewiyan
- 1515 dema osmaniyan
- 1923 dema Komara Tirkiyeyê
Aborî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Yek ji çandiniyên dîrokî yê bajêr genim û kuncî ne ku li bajêr hatiye çandin. Bajariyan genimên ku diçinandin di embarên ku ji ka û ji çiqilên şaxê susan çêdikirin parastine. Ev sîstem rê dida ku genim heta deh salan were parastin.[26] Di dawiya sedsala 19an û destpêka sedsala 20an de, welatiyan mewîj (tirîyên hişk) behîv û zerzelî (qeysî) hinardeyî Ewropayê dikirin.
Bizinên Enqereyê dihatin xwedîkirin û ji Amedê hirî û tiftik dihatin hinardekirin. Bazirgan herêmê ji Misir, Stenbol û ji Sûriyê dihatin ku ji Amedê bizin û pez bikirin. Li bajêr hingiv jî dihate hilberandin lê ji ber ku ji aliyê welatiyan ve dihate kirîn ewqas zêde nedihat hinardekirin.
Beriya Şerê Cîhanê yê Yekem de li Amedê pîşesazî ya sifir (paxir) a çalak hebû ku 6 kanê kargehê ya çalak hebûn. Li bajêr Tenorît ku celebekî bingehîn ê sifirê ye ji aliyê kurdan ve bi dest dihatin derxistin. Beşek mezin ji madenê hinardeyê Îngilîstanê dihate kirin.
Di sala 1935an de rêya hesinî ya di navbera Elezîz û Amedê de hatiye vekirin. Balafirgeha Amedê û Stasyona trenê ya Amedê ji bo bajêr xizmeta çûnûhatin û veguhastinê dike.[27]
Bi mezin bûna bajêr re li bajêr hem sektora pîşesazî yê û hem jî sektora xwarin û xizmetê gelek pêşketiye. Di salên dawî de bi pêşketina bajêr re hem li bajarê nû û hem jî li bajarê dîrokî her sal gelek geştiyarên xwemalî û biyanî serdana bajêr dikin.
Veguhastin
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Sê rêyên cuda hene ku mirov dikarin xwe bigihîjin bajêr. Amed yek ji yekem bajarên Bakurê Kurdistanê ye ku Balafirgeha Amedê ye li bajêr hatiye çêkirin. Li bajêr balefirgeheke navneteweyî, stasyona trênê û qerajeke heye ku ji bo bajêr xizmet dike. Ji balefirgeha Amedê her roj ji bo bajarên mezin ên Îzmîr, Stembol û Antalyayê seferên rasterast tê lidarxistin û di heman demê de ji van bajaran her roj rasterast seferên ji bo Amedê tê lidarxistin. Li gorî dîrok û pêwîstiyan seferên rasterast ên navneteweyî li balefirgeha bajêr tê lidarxistin. Bi teybetî di mehên havînan de ji bajêr seferên bajarên wekî Berlîn, Frankfurt, Stuttgart, Düsseldorf, Hannover û Hewlêrê tê lidarxistin.[28][29][30] Li gorî daneyên mijdara sala 2021ê li Balefirgeha Amedê çûnûhatina 1.244.981 kesan û 8.292 çûnûhatin balefiran pêk hatiye.[31]
Werziş
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Klûbên futbolê yên herî navdar ên bajêr Diyarbekirspor (1968 ava bûye) û Amedspor e.[32] Futbolîstên herî navdar ên bajêr Şehmus Özer, Denîz Nakî û Çekdar Orhan e. Tîma futbolê ya jinan a Amedsporê di dawiya dansala 2016-2017 ya lîga duyem a futbolê ya jinan de derbasî lîga yekem futbolê ya jinan bûye. Amedspor di dansala sala 2023-2024 derbasê lîga yekem a futbolê bûye.[33]
Avûhewa
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Amed xwedî avhewaya deryaya navîn (Dabeşkirina avhewayê ya Köppen: Csa) yan jî xwedî avhewaya deryaya okyanûsê ye ku bi havînan bi awayekê anormal germ e (Dabeşkirina avhewayê ya Trewartha: Doa:). Ji ber cihê bajêr li ser deşta Mezopotamyayê ye û ji çolên jêrîn ên Mezopotamyayê ve ber bi herêma başûr ve hewa germ e, li Amedê bi havînan pir germ û hewa pir ziwa ye. Germahiya herî bilind a tomarkirî di 21ê tîrmeha 1937an de ye ku 46,2 °C (santîgrat) hatiye tomarkirin. Di mehên zivistan de sar û bi baranên nerm e ku şevan sar e. Barîna berfê di navbera mehên kanûn û adarê de bi gelemperî hefteyek an du hefte berf dibare. Germahiya herî nizim a tomarkirî ya li bajêr -24,2 °C e ku di 11ê çileya sala 1933an de hatiye tomarkirin. Kalindahiya berfê ya herî bilind di 16 çileya sala 1971an hatiye tomarkirin ku li bajêr 65 satîmêtre berf bariye.
Germahî û barîna nîvekî ya mehane ji bo Amedê (1975-2010)
Çavkanî: www.dmi.gov.tr
|
Dîmenên ji bajêr
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]-
Deriyê Çiyê, 2010.
-
Kolana Xazî (bi tirkî: Gazi caddesi) li Amedê
-
Kolana Ekînciyan (bi tirkî: Ekinciler caddesi) li Bajarê Nû yê Amedê
-
Seyrangeha Parkormanê ya Amedê, 2010.
-
Bedenên Amedê
Nexweşxaneyên Amedê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Nexweşxaneya Dewletê ya Amedê
- Nexweşxaneya Fakulteya Bijîşkiyê ya Zanîngeha Dîcleyê
- Nexweşxaneya Lêkolîn û Sepanê ya Amedê
Çand û huner
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Navendên çandê yên Amedê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Navenda Çand û Hunerê ya Cegerxwîn
- Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcle û Firatê
- Navenda Hunerê ya Amedê
- Pirtûkxaneya Bajêr a Mehmed Uzun
- Rojeva Cihkî 21 a Bajarê Mezin
- Salona Şanoyê ya Şaredariya Bajarê Mezin
- Konservatiwara Bajêr a Aram Tîgran
Dîn û civak
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Nifûsa bajêr piranî misilman in. Wekî din êzîdî û xiristiyan jî li herêmê hene. Civaka misilmanan ji mezhebên şafiî, henefî û elewî pêk tê. Tarîqeta Naqşîbendî li herêmê ya herî xurt e. Turbeyên ku ji aliyê gel ve tên ziyaret kirin jî hene. Ya herî pir gel ziyaret dike, turbeya "Siltan Şêxmûs" e. Ji bilî wê, li Diyarbekirê turbeya "Siltan Silêman", li Pîranê turbeya "Pîr Xetab", ji alî gel ve tê ziyaret kirin. Nifûsa bajêr piranî kurd in, ji bilî kurdan, suryanî, ereb û ermenî jî li herêmê wek nifûsek biçûk hene.
Xwarinên herêmê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Meftune: goştê parçekirî di quşxane yan beroşê de tê sorkirin. Bacanreşk (balîcan), sîr û fringî (yan jî ava fringiyan) têkel dibe. Ava simaqê bi ser de dibe û tê kelandin.
- Mehîr: mast (dew), hêk û xwê di beroşê de tê li hevxistin. Dan dikeve navê û tê kelandin. Li ser agirê heta bikele tê lihevxistin.
- Kalek, qedayîf, peqlewe, kutilkên dagirtî, balîcanên dagirtî jî xwarinên herêmî ne ku herî pirtir tên xwarin.
- Biraşka tîkegoştê
- Biraşka şîşê
- Boranîk
- Boreg
- Bêran
- Bûmbar
- Cîgerkebaba Amedê
- Elînazîk
- Gebola kundirê mîranî û savarê
- Girara bi xêlî
- Hebenîska Amedê
- Hêyavka bamyeyê
- Hêyavka goşt û kixseyê
- Kartol û mast
- Keledoşiya masiyê
- Kutilka bacanreşkê
- Lebzîne
- Loqmeya bexdenûsê
- Lêvenî
- Nêrgîzyanî
- Nûriye
- Pirtik (şîranî)
- Ponponkiya parxanê ya Amedê
- Pîlakiya Amedê
- Qedayîfa rêsî
- Qereş
- Xaşîla çortanê
Kincên herêmê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Piraniya mêran şalwar, îşlig (gomlek) û êleg li xwe dikin. Di nigên wan de pêlavên poztûj hene û gelek ji wan Kum, şewqe yan jî kefiya sipî didin serên xwe.
Jinên Diyarbekirî (Amed) fîstan yan jî zibûn li xwe dikin. Piranîya jinên zewicî çarikan (kitan) didin serê xwe. Keçên ciwan yan serqot in (serî pas) yan jî şarpe didin serê xwe. Kesên ku çarşefa reş li xwe dikin jî hene. Îro li bajêr kêm kes kincên herêmî li xwe dikin, û piraniya gel kincên modern li xwe dike.
Çanda xwedîkirina kevokan
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Li Amedê xwedîkirina kevokan digihe zêdeyê 500 salî. Îro li hin qehwexaneyan tê jiyandin û di navbera wan de pêşbaziyan li dar dixin. Ji kevokên Amedê re dibêjin "boran".
Ciyên turîstîk û gerê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Amed ji alî sirûştê feqîr e lê ji alî tarîxê ve pir dewlemend e. Bedena Amedê piştî Kela Çînê ya herî dirêj e li cîhanê. Mizgeft û medreseyên bajêr bi mîmariyek pir hostatî hatine çêkirin. Mizgefta Mezin, ya Pêxember, ya Nebî hinek ji mizgeftên bajêr in. Gel piranî havînan diçin ser Gola Xezarê ku di hundirê tixûbên Elezîzê de ye. Wekî din baxçeyên Ben-û-Senê jî ciyên gerê ne ji bo gel. Germava Çirmûgê jî ciyê vehêsanê ye.
Cihên dîrokî yên girîng
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]-
Baxçeyên Hewselê yên Amedê. Li paşê Pira Dehderî tê dîtin.
Deriyên Amedê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Deriyê Xerpûtê an Deriyê Çiyayî an jî Deriyê Bakur
- Deriyê Rihayê an Deriyê Rûm an jî Deriyê Rojava
- Deriyê Mêrdînê an Deriyê Başûr
- Deriyê Nû an Deriyê Rojhilat
- Deriyê Serayê
-
Deriyê Rihayê.
-
Deriyê Mêrdînê.
Bircên Amedê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Mizgeftên Amedê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]-
Mizgefta Mezin a Amedê.
-
Mizgefta Melek Ehmed.
-
Mizgefta Elî Paşa, 2010.
-
Mizgefta Zanîngeha Amedê.
Medreseyên Amedê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Hemamên dîrokî yên Amedê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]-
Hemama Deva, 2009.
-
Hemama Melik Ehmed, 2010.
-
Hemama Pasha, 2008.
-
Hemama Vahap, 2009.
Dêrên Amedê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Dêra Meyremokê
- Dêra Surp Gregos a Ermeniyan
Xanên dîrokî yên Amedê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Xana Delîlan
- Xana Hesen Paşa
- Xana Borsayê (Cotxan, Çîftexan), îro wêran e.
-
Xana Hesen Paşa îro cihekî geşt û guzarî yê giring e.
-
Rewşa Xana Borsayê di sala 2010an de.
Muzexane
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Muzeya Arkeolojiyê
- Muzeya Ziya Gökalp
- Muzeya Cahit Sıtkı Tarancı
- Koşka Sem'an (Koşka Xazî)
- Koşka Erdebîlê (Qesra ber Derê Pirê)
Seyrangeh û parkên Amedê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]-
Parkorman, li Dîclekenda Amedê.
-
Parka Sumerê (Sumerpark), li gorî amediyan peykerên parkê miştî sîmbolîzmê ne ji dîroka îro ya kurdan.
-
Kuçeya Hunerê ya Amedê bi spêde.
Navdarên Amedê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ Son Teşkilat-ı Mülkiyede Köylerimizin Adları. İstanbul: Hilal Matbaası, T. C. Dahiliye Vekaleti Nüfus Müdiriyet-i Umumiyesi Neşriyatından. 1928.
- ^ "Tensions increase as already fragile Kurdish peace process faulters in Turkey". Middle East Eye (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 16 gulan 2023.
- ^ Nordland, Rod (24 kanûna pêşîn 2016). "An Aleppo-like Landscape in a Kurdish Redoubt of Turkey". The New York Times (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 16 gulan 2023.
- ^ Kubilay, Arin (26 adar 2015). "Turkey and the Kurds -- From War to Reconciliation?". escholarship (bi îngilîzî).
- ^ Şerif Paşa (1919). Memorandum on the claims of the Kurd people. Paris: Imprimerie A.-G. L'Hoir. OCLC 42520854.
- ^ THE EMPIRE OF TREBIZOND. Spink Books. 31 kanûna pêşîn 1987. rr. 480–486.
- ^ "Encyclopaedia of Islam". Wikipedia (bi îngilîzî). 13 gulan 2023.
- ^ "Book sources - Wikipedia". en.m.wikipedia.org (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 17 gulan 2023.
- ^ a b c d "Pêşdîroka Amedê". web.archive.org. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 20 gulan 2020. Roja gihiştinê 31 tebax 2024.
{{cite web}}
: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk) - ^ a b Bryce, Trevor (27 çiriya pêşîn 2005). The Kingdom of the Hittites. Oxford University Press. ISBN 978-0-19-928132-9.
- ^ "Theodor Mommsen History of Rome - The Establishment of the Military Monarchy Page 24". italian.classic-literature.co.uk. Roja gihiştinê 29 tebax 2024.
- ^ Kagan, Kimberly (2006). The Eye of Command. Ann Arbor, MI: University of Michigan Press. ISBN 978-0-472-11521-1.
- ^ a b Nicholson, Oliver NicholsonOliver (22 adar 2018). Mesopotamia, Roman (bi îngilîzî). Oxford University Press. doi:10.1093/acref/9780198662778.001.0001/acref-9780198662778-e-3135. ISBN 978-0-19-866277-8.
- ^ a b c Keser-Kayaalp, Elif Keser-KayaalpElif (22 adar 2018). Amida (bi îngilîzî). Oxford University Press. doi:10.1093/acref/9780198662778.001.0001/acref-9780198662778-e-207. ISBN 978-0-19-866277-8.
- ^ wyd, Gams Pius Bonifacius (1816-1892) (1931), Series episcoporum Ecclesiae catholicae, quotquot innotuerunt a beato Petro apostolo. Cz.1, Hiersemann K. W., roja gihiştinê 29 tebax 2024
{{citation}}
: CS1 maint: numeric names: lîsteya nivîskaran (lînk) - ^ a b c d Keser-Kayaalp, Elif Keser-KayaalpElif (22 adar 2018). Amida (bi îngilîzî). Oxford University Press. doi:10.1093/acref/9780198662778.001.0001/acref-9780198662778-e-207. ISBN 978-0-19-866277-8.
- ^ Sicker, Martin (30 hezîran 2000). The Islamic World in Ascendancy: From the Arab Conquests to the Siege of Vienna (bi îngilîzî). Bloomsbury Publishing USA. ISBN 978-0-313-00111-6.
- ^ "Battle of Chāldirān (1514) | Significance & Location | Britannica". www.britannica.com (bi îngilîzî). 16 tebax 2024. Roja gihiştinê 29 tebax 2024.
- ^ "504 Sayılı Kanun Hükmünde Kararname | Kanunlar". web.archive.org. 3 sibat 2014. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 3 sibat 2014. Roja gihiştinê 29 tebax 2024.
{{cite web}}
: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk) - ^ "Diyarbakır bombacısının HDP'nin mitingine giriş görüntüleri ortaya çıktı — Diken". www.diken.com.tr. Roja gihiştinê 29 tebax 2024.
- ^ "Tahir Elçi davasında üç sanık polise beraat talebi – DW – 29.04.2024". dw.com (bi tirkî). Roja gihiştinê 29 tebax 2024.
- ^ "Tahir Elçi'nin Son Basın Açıklaması". bianet.org (bi tirkî). Roja gihiştinê 29 tebax 2024.
- ^ Robles, Pablo; Chang, Agnes; Holder, Josh; Leatherby, Lauren; Reinhard, Scott; Wu, Ashley (6 sibat 2023). "Mapping the Damage From the Earthquake in Turkey and Syria". The New York Times (bi îngilîziya amerîkî). ISSN 0362-4331. Roja gihiştinê 29 tebax 2024.
- ^ "The earthquake's widespread destruction, in photos, maps and videos". Washington Post (bi îngilîzî). 6 sibat 2023. Roja gihiştinê 29 tebax 2024.
- ^ "Mezopotamya Ajansı". mezopotamyaajansi35.com. Roja gihiştinê 29 tebax 2024.
- ^ Rodrik, Dani (1995). "Trade Strategy, Investment, and Exports: Another Look at East Asia". Trade Strategy, Investment, and Exports: Another Look at East Asia. Cambridge, MA.
- ^ Kezer, Zeynep (1 kanûna pêşîn 2014). "Spatializing Difference". Journal of the Society of Architectural Historians (bi îngilîzî). 73 (4): 507–527. doi:10.1525/jsah.2014.73.4.507. ISSN 0037-9808.
- ^ "News | Routes". www.routesonline.com. Roja gihiştinê 30 tebax 2024.
- ^ Airlines, Corendon. "Cheap Flights to Hannover". Corendon Airlines (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 30 tebax 2024.
- ^ "SunExpress NS24 Network Expansion – 24SEP23". AeroRoutes (bi îngilîziya kanadayî). Roja gihiştinê 30 tebax 2024.
- ^ "Statîstîkên Balefirgeha Amedê" (PDF). Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 7 kanûna pêşîn 2021. Roja gihiştinê 30 tebax 2024.
{{cite web}}
: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk) - ^ "Turkish court acquits German footballer Naki in Kurdish case". BBC News (bi îngilîziya brîtanî). 8 çiriya paşîn 2016. Roja gihiştinê 29 tebax 2024.
- ^ "Amedspor bû şampiyonê lîgê". www.rudaw.net. Roja gihiştinê 29 tebax 2024.