Mele Mihemedê Neyo

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Mele Mihemedê Neyo
Pîşe
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Mele Mihemedê Neyo ( z. 1930, m. 16'ê gulanê 2007, Şam) siyasetmedarekî kurd bû.

Mele Mihemedê Neyo di sala 1930ê de ji dayik bû. Neyo yek ji Kurdên pêşî bû, ku kete nav rêzên Partiya Demokrat a Kurdistana Suriyê (PDKS), ku di sala 1957ê de hate damezirandin.

Ji ber karê wî yê siyasî, Neyo di sala 1960î de ligel Nûredîn Zaza, Osman Sebrî û hevalên wan ên partiyê ketin zindanê. Piştî perçebûna PDKS, Mele Mihemedê Neyo kete nav rêzên Partiya Çep a Kurd li Suriyê û piştre bû yek ji serkêşên partiyê.

Mele Mihemedê Neyo di 77 saliya xwe di 16'ê gulanê sala 2007an li nexweşxaneyeka Şamê çû ser dilovaniya xwe.

Piştî rojekê çû ser dilovaniya xwe di goristana Hilêliyê li Qamişloyê hate binaxkirin.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]