Melqart

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Melqart
Perestvanmîtolojiya fînîkî Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
ZayendMêr li ser wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge
Bustê xwedawendê fînîkî Melqart li Tîreyê

Melqart (bi fînîkî: 𐤌𐤋𐤒𐤓𐤕, Mīlqārt) xwedawendekî mîtolojiya fînîkî ye. Parêzvanê bajarê Tîreyê û xwedawenda danûstandin, behr û kolonîzasyonê bû. Agahiyên derheqê wî de wek agahiyên dîroka Fînîkyayê kêm e. Lê populerîteya Melqart gihaye şaristaniyên Yewnan û Kartacayê ku pêş wê de di nav Deryaya Navîn de derketî jî. Ji xwe agahiyên derheqê Melqartê hatiye zanîn, piranî ne çavkaniyên yekem, ji wan her du şaristaniyan hatiye standin.[1]

Perestgeh û perestiyên Melqart[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li bajarê Tîreyê de perestgeheke wî hebû. Ew perestgeh di sedsala 10em berî zayînê de hatibû avakirin. Beriya wê perestgehê agahiyên derheqê wî tinne bû ji ber wê tê texmînkirin ku ew mît di wê çaxê de derketye holê. Li vê perestgehê pêştir, gorîgehek hebû. Mirovan li wir goşt an şerab dikir goriyê Melqartê. Di rojên şer an atafan de ji bo hewandina Melqartê li cihê topetê de ajalan car na jî mirovan (piranî zarokan) gorî dikirin. Lekolînên arkeolojîk de cihê topetê nehatiye dîtin lê çavkaniyên duyem de ew der hatiye nivîsandin.[1]

Li ser gorîgehê jî hem ji kevirê hem jî ji darê situnên nedirê hebû. Li ser wan situnan dua û hêvî hatibûn nivîsandin. Hin cihên peresgehê ji bo hezîneyê dihat bikaranîn ji ber wê ew ketina van cihên taybet ji bo xerîb û berazan hatibû qedexe kirin. Ji derheqê persertgehê Herodotos:

Îskenderê Mezin jî xwestiye goriyek pêşniyaz bike ji bo wî lê remilvan vê yekê qebul nekirine. Ji bo ku Îskender xerîb bû.

Wek romayiyan û yewnanan, fînîkiyan perestgehên xwe de peykerê xwedawendên xwe yên sembolên mirovî û mezin çênekirin. Ji ber wê xwedawendên xwe perestgeha de pê agiran dihebandan û wisa sembol dan xwedawendên xwe. Lê disa jî Tîreyê li ser polikê çaxên direng de Melqart li ser pişta masîhespik de hatiye teswîrkirin.[1]

Melqart li derveyî welatê xwe[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Destpêka kolonizasyonên Deryaya Navîn ji hêla fînîkiyan, Melqart jî derket derveya welêt. Li Kîprosê perestgehekî din hate avakirin, bi taybetî jî aliyê kartaciyan ve hat hebandin. Navê Hamilcar Barca fermandarê kartacî jî ji wê dihat. Watêya Hamilcarê xulamê Melqartê bû. Hannibal jî sonda xwe ya neyartiya Romayê li ser navê Melqartê xwar.

Yewnaniyan Melqartê lehengê xwe yên Hêraklêsê re wekehevî kirin. Diya wî Astartê jî xwedawenda xwe Afrodîtê re wekehevî kirin. Li ser bandora çanda yewnanî-kartacî ve ev wekehevîkirin berdewam kir. Di demên direng de li ser mîtolojiya romayî ya dereng de ev bandor xwe domandiye. Wekhevê Hêraklês (Herkûl), ji Melqart re hat wekhevîkirin. Piştê bilindbûna xiristiyanî hêdî hêdî navê Melqart winda dibû.[1]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ a b c d Cartwright, Mark. "Melqart". World History Encyclopedia (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 25 sibat 2023.
  2. ^ HEREDOT. HÎSTORY (bi îngilîzî). r. 115.