Meral Danış Beştaş

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Meral Danış Beştaş
Image dans Infobox.
Meral Danış Beştaş (2018)
Endama Meclîsa Mezin a Neteweyî ya Tirkiyeyê
Siirt (en)
dp.
Endama Meclîsa Mezin a Neteweyî ya Tirkiyeyê
Adana (en)
-
Jidayikbûn
Hevwelatî
Perwerde
Pîşe
Partiyên siyasî

Meral Danış Beştaş, (jdb. 5ê nîsana 1967an li Şemrexa Mêrdînê) siyasetmedar û parêzereke Kurd e ku ji 7ê hezîrana sala 2015an û vir ve wekê parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) parlamenteriyê dike.

Jînenîgarî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Beştaş li Mêrdînê ji dayik bûye û di sala 1990an de Fakûlteya Hiqûqê a Zanîngeha Dîcleyê qedandiye. Di 16ê mijdara sala 1993an de tevî hevjînê xwe bi sûcdariya ku ji PKKê re peywirdar e hat binçavkirin. Di navbera 15ê mijdara sala 1993an de ew û parêzerên ku bi wê parastin ji aliyê dewleta tirk ve bi hinceta bi sûcdar kirin a PKKê hatine sûcdarkirin, hatin binçavkirin û di 21ê kanûna sala 1993an de ew 16e parêzerên ku wê parastin e carekê din hatine berdan. Her 16e parêzeran ji ber binçavkirina wan ku mafên wanê parastinê ji aliyê dewleta tirk ve hatiye binpêkirin serî li Komîsyona Mafên Mirovan a Ewropayê dan. Komîsyona Mafên Mirovan a Ewropayê di sala 2003an de ji ber ku 24 rojan ew bi awayekî neqanûnî hatine girtin 14 hezar euro cezayê tazmînatê li dewleta tirk birî.

Kariyera siyasî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Meral Danış Beştaş di hilbijartinên giştî ya hezîrana sala 2015an de wek parlamentera HDPê hatiye hilbijartin û di mijdara sala 2015an (hilbijartina dûbare) û hilbijartinên giştî yên hezîrana 2018an de careke din wekê parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan hatiye hilbijartin.[1][2][3]

Nêrîna sîyasî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Meral Danış Beştaş alîgirê rakirina yasaya ku heqaret li dijî serokomarê Tirkiyê qedexe dike ye û bi wê nêrînê ye ku divê pêwist e bi giştî siyasetvan bikaribin rexneyên tûndî li serkkomaran bikin. Beştaş di wê nêrînê de ye ku dosyaya girtina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji aliyê Partiya Dad û Geşedanê (AKP) ve hatiye kirin ku di sala 2008an de bi xwe dosyayê girtinê.[4]

Dozgeriyên siyasiyên li dijî wê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ji ber bangawaziya HDPê ku gel li dijî êrîşa DAIŞê li ser bajarê Kobanê ku banga li gel kiriye ku gel bertek nîşanî vê êrişê bide, Meral Danış Beştaş di 30ê çileya sala 2017an de ji aliyê dewleta tirk ve bi sûcdariya ku ew beşdarî civîna lijneyê ya rêveberiya HDPê ku ji ber êrîşa DAIŞê a li ser Kobanê hatiye lidarxistin, hatiye girtin. Ew di 21ê Nîsana 2017an de li benda dadgehê hat berdan. Ji ber ku ew bi neheqî hatiye girtindi di sala 2018an de Dadgeha Destûra Bingehîn biryar da ku xezîneya Tirkiyê 20.000 lîreyên tirkî bide Beştaş.[5] Biştre hatiye diyarkirin ku Meral Danış Beştaş di nav vê civîna HDPê li dijî ji bo êrîşa DAIŞê tine bûye. Dozgerên Tirk di 13ê sibata sala 2018an de ji bo Beştaş 25 sal cezayê girtîgehê xwestiye.[6] Di 17ê adara sala 2021an de serdozgerê dewleta tirk a Dadgeha Cezayê Giran a Tirk Bekir Şahin ji bo wê û 686 siyasetmedarên din ên HDPê 5 sal qedexeya siyasetê xwestiye, serî li Dadgeha Destûra Bingehîn daye.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ "Meral Danış Beştaş Kimdir? - Meral Danış Beştaş Hayatı ve Biyografisi". Haberler (bi tirkî). Roja gihiştinê 31 adar 2023.
  2. ^ "24 Haziran 2018 Siirt Genel Seçim Sonuçları". www.haberturk.com. Roja gihiştinê 31 adar 2023.
  3. ^ "24 Haziran seçim sonucu: İşte HDP'nin oy oranı! HDP'nin kazanan milletvekilleri". www.sozcu.com.tr (bi tirkî). Roja gihiştinê 31 adar 2023.
  4. ^ ""Fundamentally a Political, Not a Legal, Case" – A Conversation with Meral Danış Beştaş on Turkey's Move to Close the HDP". POMED (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 31 adar 2023.
  5. ^ TM (1 tebax 2018). "High court orders Treasury to pay HDP deputy TL 20,000 over flawed ruling". Turkish Minute (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 31 adar 2023.
  6. ^ "Up to 25 years in prison sought for HDP deputy Beştaş - Türkiye News". Hürriyet Daily News (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 31 adar 2023.