Merwan Osman

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Merwan Osman
Pîşe
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Merwan Osman (bi erebî: Marwan Othman‎) an Royarê Amedî an Bêwar (bi van navan tevan nivîsandiye ji ber sedemên hebûna rêjîmeke dikator û ne demokrat li sûryayê ) helbestvan û siyastemdar e.

Di sala 1959an li gundê Talikê, yê ku bi bajarê Amûdê girêdayî, ji dayik bûye.

Yek e ji bingehdarên koma serxwebûn a floklorî û rewşenbîrî li amûdê. Yek e ji damezrênerên kovara pirs e û endamê desteya wê ya rêvebir e.

Di sala 1988an de di 11 heyva sebatê de hate girtin ji hêla hêzên ewlekariya leşkerî ya sûryayê û dîwanek wî û ew herdû shano û destnivîsa şanoyeke din hat zemtkirin ji hêla hêzên ewlekariya leşkerî.

Di sala 1990î çend rojan hate binçavkirin dîsa ji hêla hêzên ewlekariya leşkerî û gelek eşkence lê hate kirin ji ber eşkenceyê sê movikên pişta wî ziyan xwarin .

Di sala 2002an di roja gerdûnî ya dazanîna mafên mirov ew mamoste Hesen Salih wek du endamên komîteya navendî û polîtîkbîroya partiya yekitiya kurd li sûryayê serdariya xwepêshindanekê kirin û bi wê sedemê hatin girtin û sê sal hukum li wan hate birîn lê ji ber zexteke cemawerî û navneteweyî piştî salekê û sê heyvan hatin berdan di 24.02.2004 de

Di serhildan kudan de ya 12e adara 2004an de dîsa hate bin çavkirin ango piştî azadbûna wî bi demeke hindik.

Di 01.09. 2004an borseya feylesûfa elman Hannah Arendt li bajarê Hannover stand

Berhem[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • shanoya Mirina mêrxasê chiyê , di newroza sala 1982an ji hêla koma serxwebûn ya ku ew rêvebirê wê bû hate pêşkêşkirin.
  • shanoya Reşo di sala newroza 193an hate listin ji hêla heman komê.
  • xwîna kewan û siwarên rewrewkê. helbest, di sala 1990î bi nehênî li Şamê paytexta sûryayê hate çapkirin