Hannah Arendt

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Hannah Arendt
Hannah Arendt
Navê rastî
Johanna Arendt
Jidayikbûn14ê çiriya pêşîn a 1906
Mirin4ê kanûna pêşîn a 1975
New York, DYA
EsilCihû û elman
HevwelatîElmanya, piştre DYA
PîşeFelsefevan, rojnamevan û nivîskar
Wêne:Hannah Bluecher-Arendt signature.svg, Signature de Hannah Stern (Arendt).jpg
biguhêreBelge

Hannah Arendt ango Johanna Arendt (jdb. 14ê çiriya pêşîn a 1906an li Linden/Hannover, Elmanya; m. 4ê kanûna pêşîn a 1975an li New York, DYA) teorîsiyen, felsefevan û nivîskareke elman-emerîkî ya cihû bû.

Di sala 1933an de rejîma nasyonalsosyalîst a Elmanyayê hemû mafên gelê cihû ji destê wan stand û gelek mirovên cihû xiste zîndanê. Yek ji ew mirovên ku ji bo cihûtiya xwe ketibûn zîndanê Hannah bû. Piştî ku serbest hat berdan ew mecbûr ma koçberiya derveyî welatê xwe bike. Di sala 1937an de mafê wê yê hemwelatiya Elmanyayê ji aliyê rejîma nasyonalsosyalîst ve hatiye standin û Arendt heya sala 1951an bêyî statuya hemwelatiyê ma, heya ku DYAyê wê wek hemwelata xwe qebûl kir. Hannah Arendt wek rojnamevan û profesor xebitî û çend gotarên girîng ên felsefeya siyasî derxist. Dîsa jî wê ti car qebûl nekir ku meriv jê re bêje felsefevan. Wê lewra ji binavkirina gotarên xwe wek felsefeya siyasî ne razî bû û şûna vê dixwest ku bila ew wek teoriya siyasî bên binavkirin.

Arendt konsepta pluralîteyê diparast: Li gorî vê yekê di nava mirovan de têkîliyek heye û di siyasetê de divê ev têkîlî xwe bi rêya azadî û wekheviyê nîşan bide. Lewra girîng e ku meriv xwe bike cihê mirovên din da ku nêrînên cuda jî fehm bike.

Mirov ji bo qanûn, lihevhatin û peymanên siyasî divê kesên zane û bi hest hilbijêre. Ji ber vê sedemê wê demokrasiya representatîv rexne dikir û li şûna wê sîstemên konseyan û formên demokrasiya dîrek pêşniyar dikir.

Wê gelek lêkolîn û nivîsên teoretîk amade kir derheqê xebatên felsefevanên kevnar - ên wek Sokrates, Platon, Arîstoteles, Immanuel Kant, Martin Heidegger û Karl Jaspers - û yên felsefeya siyasî ya nûjên - ên wek Machiavelli, Montesquieu û Tocqueville. Ji ber vê ye ku pirr caran Arendt weke felsefevan tê qebûlkirin.

Bi fikir û ramanên xwe yên serbixwe, teoriya xwe ya li ser serdestiya totalîter, xebatên felsefîk li ser hebûnê û daxwaza gengeşiyên azad Arendt di gengeşiyên îroyîn de cihekî girîng digire. Çavkaniya fikir û ramanên wê ji bilî dokumantên felsefîk, siyasî û dîrokî kurtejiyan û pirtûkên wêjeyê ne. Wê ew nivîsan yek bi yek dinirxand û bi fikir û ramanên xwe girêdida. Metoda xebitandina wê nêzikî ya Heidegger e û wek encam - di her beşa zanistî de - fikir û ramanên serbixwe pêk dianî.

Kurtejiyan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Mala jidayikbûnê ya Hannah Arendt, Lindener Marktplatz li Hannover-Linden

Hannah Arendt di çiriya pêşîn a 1906an de li Linden (girêdayî Hannoverê) jidayikbû.

Di sala 1924an de dibistana lîseyê qedand û dest bi xwendina felsefe, teolojî û fîlolojiya klasîk kir. Martin Heidegger yek ji profesorên wê bûn û li cem Martin Heidegger wê doktoraya xwe kir. Di sala 1929an de wê mala xwe barî Berlîn kir. Li wir Günther Stern-Anders nas kir û bi wî re zewicî. Hannah Arendt piştre dest bi lêkolînên derbare pirsgirêka asîmîlasyona cihû-elmanî bi rêya kurtejiyana Rahel Varnhagen kir - lê encamên lêkolînan di sala 1959an de hatin weşandin.

Di sala 1933an de ew li Berlîne ji aliyê polîsên Gestapo hatiye girtin û kete zîndanê. Piştî hat berdan wê koçî Fransayê kir û li wir bi xebatên xwe yên zanistî berdewam kir.

Di sala 1937an de ew û Günther Anders hevûdu berdidin, di sala 1940an de Arendt bi doçantê felsefeyê Heinrich Blücher re dizewice û bi wî re dimîne, heya mirina wî ya di sala 1970an de. Di heman salê de ji bo çend hefteyan wek penabereke dijmin di kampa Gurs (li başûrê Fransayê) de hat girtin. Di sala 1941an de ew digel hevjîna xwe koçberiya DYAyê dike. Li wir di sala 1951an de hemwelatiya amerîkî werdigire, piştî ku di sala 1937an de mafê hemwelatiya elmanî ji wê hatibû standin.

Ji sala 1941an pêde wê dest bi karê rojnamevaniya siyasî kir. Ew ji bo Conference of Jewish Relations, ji bo weşanxaneya cihû ya Schocken Verlag xebitî û ji sala 1949an pêde li New Yorkê wek berpirsyara Jewish Cultural Reconstructions kar kir. Ji 1953an pêde di gelek zanîngehan de dersên cuda da.

Di çarçoveya doza Eichmann de Arendt di sala 1961an de wek rojnamevana New Yorkerê tevlî dozê bû û gelek gotar li ser vê dozê amade kir. Di van gotaran de Arendt tevgera desteyên cihû rexne dike û awayê ku ew Eichmannê tarîf dikin. Evya bûbû sedema gelek gengeşiyên xurt. Du sal bişunde gotarên wê yên derbarê dozê wek pirtûk hatin çapkirin. Di salên bişunde li gelek derên cîhanê de konferans û semîner da.

Mirin[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di kanûna pêşîn a 1975an de Hannah Arendt li xaniya xwe ya New Yorkê krîza dil derbas kir û bi umrê 69 salî jiyana xwe jidestda.

Çend xebatên wê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Der Liebesbegriff bei Augustin. Versuch einer philosophischen Interpretation (1929)
  • Kokên totalîtarîzmê (1951)
  • Rahel Varnhagen: Jiyana jineke cihû (1958)
  • Rewşa mirovahiyê (1958)
  • Di nava paşeroj û pêşerojê de (1961)
  • On Revolution (1963)
  • Eichmann in Jerusalem: A Report on the Banality of Evil (1963)
  • Men in Dark Times (1968)
  • Crises of the Republic: Lying in Politics; Civil Disobedience; On Violence; Thoughts on Politics and Revolution (1969)
    "Civil Disobedience" originally appeared, in somewhat different form, in The New Yorker. Versions of the other essays originally appeared in The New York Review of Books.
  • The Jew as Pariah: Jewish Identity and Politics in the Modern Age; Edited by Ron H. Feldman (1978)
  • Life of the Mind (1978)

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]