Mevlut Aykoç
Xuyakirin
Mevlut Aykoç | |
---|---|
Jidayikbûn | 1963 Bazîkan (girêdayî Gimgima Mûşê) |
Zimanê nivîsinê | Kurmancî |
Netewe | Kurd |
Berhemên navdar | |
Ferheng / Sözlük (2013) | |
biguhêre |
Mevlut Aykoç lêkolerekî kurd e ku zêdetir li ser ziman dixebite.
Heyat
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Di sala 1963an de li gundê Bazîkan ya bi ser Gimgima Mûşê hatiye dinyayê. Dibistana seretayî pêşî li gundê Bazîkan, dû re li Çorum û Xarpetê xwendiye. Dibistana navîn û lîseyê li Akçadaxa Meletiyê temam kiriye. Pey re di 1984an de li Zanîngeha Yuzuncu Yilê beşa mamostetiya dibistana seretayî xelas kiriye. Çendekê mamsotetiya dibistana seretayî kiriye. Di komeleyên Eğitim-Sen, Komeleya Mafên Mirovan û Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê de rêveberî kiriye. Tevî Xunav Altûn, Weşanxaneya Arê ava dike. Kovara Perperok ya zarokan û Kovara Ciwanzar yê ji bo ciwanan diweşînin. Di hin kovar û malparan de jî nivîsên wî derketine.[1]
Berhem
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Hîndekariya Xwendin û Nivîsînê, Weşanên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, Stenbol, 2011.
- Ji Qeraxên Dilan, Weşanên Ar, Stenbol, 2012, Çîrok.
- Ferheng / Sözlük (Kürtçe - Türkçe / Türkçe - Kürtçe), Weşanên Ar, Stenbol, 2013.
- Kendi Kendine Kürtçe Öğren, Weşanên Ar, Stenbol, 2015.
- Rêziman'a Destî, ISBN 978-605-4809-51-6, Weşanên Ar, Stenbol, 2016.
- Kürtçe Okuma Yazma Öğrenme, Weşanên Ar, Stenbol, 2019.
- Kürtçe Konuşma ve İletişim Kılavuzu, Weşanên Ar, Stenbol, 2019.
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ Rêziman'a Destî. Stenbol: Weşanên Ar. 2016. rr. ji rûpela pêşîn, beşa otobiyografiyê. ISBN 9786054809516.
Ev gotara ji bo nivîskarekî kurd şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |