Michel Sogny
Ev gotar sêwî ye. Ti girêdanên li ser vê gotarê tine. (çiriya paşîn 2024) |
Michel Sogny | |
---|---|
Jidayikbûn | 21ê çiriya paşîn 1947 |
Esil | Fransî |
Hevwelatî | Fransa |
Pîşe | Bestekar, muzîkvan |
biguhêre |
Michel Sogny (jdb. 21ê Çiriya Paşîn a 1947an, Pau) pîyanîst, kompozîtor û nivîskarekî Fransî yê bi eslê xwe Macarî ye. Wî rêbazeke nû ya hînkirina pîyanoyê pêş xist.[1][2] Rêbaza wî rê daye gelek xwendekarên her temenî ku ji lêxistina vê amûrê kêfê bigirin, ji ber ku lêxistina pîyanoyê bi giştî weke karekî ku heke di zaroktiyê de neyê hînkirin, nayê bidestxistin tê hesibandin.[3]
Jiyanname
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Michel Sogny li École Normale de Musique de Paris beşdar bû, li wir di bin rêveberiya Jules Gentil û Yvonne Desportes de xwendina pîyanoyê kir. Ew xwediyê mastereka derûnnasiyê, lîsansa wêjeyê û doktoraya felsefeyê ye, ku di sala 1974an de li Sorbonnê di bin rêveberiya Vladimir Jankélévitch de temam kir.[4] Michel Sogny damezrînerê Weqfa SOS Talents e.
Bi tevî Valéry Giscard d'Estaing û nevîça Franz Liszt, Blandine Ollivier de Prévaux, Sogny yek ji endamên damezrîner ên Komeleya Fransî ya Franz Liszt bû.[5][6]
Rêbaza pîyanoya Michel Sogny
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Metodolojiya Sogny li dibistanên wî yên li Parîs û Cenevreyê tê hînkirin. Ji sala 1974an ve, zêdetirî 20,000 xwendekar bi rêbaza Sogny pîyanoyê hîn dibin.[7][8]
Rêbaz ji du beşên sereke pêk tê: Karên dîdaktîk - Prolégomènes, ku temrînên biçûk in.[9] Prolégomènes têgihiştina sîmfonî û dengê muzîkê pêş dixe.[10] Beşa duyemîn ji xeleka etûdan pêk tê, ku li ser pêşxistina şiyanên teknîkî, wek tevgerên dest û pozîsyonan disekine.[11]
Yek ji xwendekarên Sogny, ku weke mezinan dest bi lêxistina pîyanoyê kir, profesora zimanê Fransî Michel Paris bû.[12] Piştî temamkirina kursa metodolojiya 4 salî ya Sogny, di 30 saliya xwe de wê bi piştgiriya Wezareta Çandê li Théâtre des Champs-Élysée konserek solo pêşkêş kir.[13]
Xwendekareke din a serkeftî ya Michel Sogny Claudine Zévaco bû, ku di salên 1983 û 1984an de li Théâtre des Champs-Élysée derket ser dikê.[14]
Di sala 1981ê de, Senatoyê bi awayekî fermî ji bo gotûbêjkirina derbarê bikaranîna metodolojiya Michel Sogny li seranserê Fransayê de serî li Wezîrê Çandê Jack Lang da.[15]
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ Valérie Sasportas (23 April 2010). « Michel Sogny, La musique sans soupirs ». Le Figaro.
- ^ Radio Classique (December 2015). "L’art et la Méthode de Michel Sogny".
- ^ « L'histoire d'une adulte prodige », Piano n°19, 2005–2006.
- ^ Le Processus de l'esprit créateur chez Liszt Şablon:SUDOC
- ^ Association française Franz Liszt 1972 », Documentation Association Franz Liszt, octobre 1972
- ^ "Une Association Franz Liszt". Le Figaro. 16 çiriya pêşîn 1973. r. 29.
- ^ Hillériteau, Thierry (2 gulan 2014). "Les antiques accords de Michel Sogny". Le Figaro.
- ^ "L'HUMANISTEDE LA MUSIQUE". 18 gulan 2017.
- ^ François Lancel, "En avant la musique", Le Parisien, mai 1981
- ^ Stephan Friedrich, "L'Art et la Méthode", Classica L'Express", décembre 2015, p. 4
- ^ Georges Hilleret, "Le bonheur de jouer Bach après quelques mois de pratique", Télé 7 Jours, 26 mai 1984
- ^ Stephan Friedrich, "Michèle Paris – L'adulte prodige", Classica L'Express, décembre 2014, p. 9
- ^ Edgar Schneider, "Jours de France", Le Carnet de la Semaine, 3 mai 1980
- ^ "En Bref- Récital à la Fondation Cziffra", Le Monde, 26 mai 1984
- ^ "Enseignement de la musique : extension du centre Michel Sogny – Sénat".