Mohsen Namjoo

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Mohsen Namjoo
Mohsen Namjoo, sal 2007
Jiyan
Jidayikbûn1976
Turbeta Cem, Îran
Cureyê muzîkêMuzîka folklorî ya îranî
Rocka îranî
muzîka akûstîk
PîşeSolîst
AmûrSetar
Gîtar
Malpermohsennamjoo.com
biguhêreBelge

Mohsen Namjoo (bilevkirin: Mohsin Nemcû; bi farisî: ‏محسن نامجو‎‎; jdb. 1976 li Turbeta Cem), stranbêj, muzîsyenê setarê û nivîskarekî îranî ye.

Kurtejiyan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Mohsen Namjoo di sala 1976an de li Turbeta Cem, li bajarekî biçûk ê li bakûrê rojhilatê Îranê, hate dinyayê û di hundirê malbateke gerdîşî de mezin bû. Namjoo ji zarokatiya xwe pê ve dildariya muzîk û edebiyatê ye. Lewra kêfa wî bi xwendina Quranê gelek dihat û ew wek kilambêjekî ciwan tevlî hinek çalakiyên hunerî dibe.

Perwerdehiya muzîkê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Wextê ku bavê wî jiyana xwe ji dest dide, Mohsen hê 12 salî ye. Dayik û birayê wî yê mezin biryar didin ku wî bişînin dibistaneke muzîkê. Mohsen li wir ji aliyê Nasrollah Massehpoor perwerdehiya muzîkê distîne. Malbata wî naxwaze ew bibe stranbêj, lê ew mala xwe barî Tehranê dike, da ku li zanîngeha Tehranê beşa muzîkê bixwîne. Bo ku serlêdana wî ji aliyê zanîngehê bê pejirandin, divê wî karîbane li enstrumanekê bixe. Ji ber rewşa xwe ya qels a aborî ew biryar dide ku hînî lêxistina setarê bibe.

Zanîngeh[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Serlêdana wî ya bo zanîngeha Tehranê di sala 1994an de tê pejirandin. Bi vî havî Mohsen dest bi xwendina xwe ya muzîk û şanoyê dike. Ew di çarçoveya xwendinê de, xwe di derheqê zanista şanoyê û dramaya klasîk de agahdar dike û van tiştan ji bo kilam û xebatên xwe yên hunerî bikartîne. Ew bi awayê perwerdehiya klasîk a li zanîngehê ne dilxweş be jî, ew bi xwendina muzîkê berdewam dike. Piştî xebatên li ser muzîka îranî ya klasîk-kevneşopî ew dixwaze êdî xebatên ceribandinê/eksperîmantel bike. Lewra hewl dide ku muzîka îranî bi stîlên nûjên tevî hev bike. Lê mixabin fikir û ramanên wî yên nûjên ji aliyê gelek hêlan ve nayên pejirandin û dibin sedema pirsgirêkên bi meqamên fermî re.

Ji ber fikir û xebatên xwe yên mûjên û mustesna, ji ber şekla wî ya kilam gotinê û ji ber bikaranîna wî ya muzîka îranî ew di sêyemîn sala xwendinê de ji zanîngehê tê avêtin. Piştî vê yekê sê konserên wî yên li Tehranê hatin lidarxistin.

Kariyer[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ji sala 2000'an pê ve ew giranî dide muzîka rock û jazzê - û ew hewl dide her du stîlên muzîkê bi muzîka kevneşopî ya îranî bike yek. Encamên van ceribandinan ji etudên ku bi teknîka xirab hatine kişandine pêk tên. Hinek ji van qeydan li hemû welatê belaw dibin û digihêjin gelek guhdarvanên faris.

Di sala 2006an de Mohsen ji nû ve konserên mezin dide û ew ji bo Mîhrîcana Navneteweyî ya Fîlman li Rotterdamê ji bo mijara "Hotspot Teheran" wek hunermendê hilbijartî tê dawetkirin. Ev cara ewil e ku Mohsen hunera xwe pêşkêşî guhdarvanên xerîb dike. Konsera wî ya li Rotterdamê serdikeve û rastî gelek ecibandinan tê: Ew dibe mêvanê medyaya ewropayî û hevpeyvînekê dide radyoya holandî.

Mohsen Namjoo bi taybetî bi rêya belgefîlma bi navê "Sounds of Silence" (Dengên Bêdengiyê) xwe ji raya giştî ya navneteweyî re dide nasîn. Fîlmê ku ji derhênerên Amir Hamz û Mark Lazarz hatiye amadekirin, bi taybetî muzîka 'binax'/underground a Tehranê dide nasîn. Di vê fîlmê de muzîsyenên îranî yên wek O-Hum, Hich-Kas û Bonakdar jî tên pêşkêşkirin.

Cezayê zindanê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Mohsen Namjoo di sala 2009'an de ji ber kêmxistina Quranê mehkûm bû û 5 sal cezayê zîndanê lê hate dayîn.[1]

Namjoo stranek li ser Quranê kişandibû, di nava stranê de hinek hevokên ji pirtûka Quranê yek bi yek derbas dibin. Pisporê Quranê yê bi navê Salîmî Namîn bi îdiaya ku Namjoo 'namûsa Quranê xerab kiriye' doz lê vekiribû. Ji ber vê yekê dadgeha îranî di sala 2009'an de hunermend mehkûm kir. Dadgehê eşkere kir ku wî hin qit'eyên Quranê bi 'awayeke ne kevneşopî' kişandiye û bi vî rengî pirtûka pîroz a misilmanan (Quranê) biçûk xistiye.

Namjoo bi xwe ji ber strana xwe lêborîn xwestibû.[2]

Dîskografî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Toranj
  • Damad Bad
  • Jabr-e Joghrafiyai
  • Damavand
  • Gis
  • Jabr
  • Duzakh
  • Morgh-e Sheyda
  • Oy
  • Alaki
  • Trust the Tangerine Peel

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Iranischer Musiker soll wegen Koran-Liedes für fünf Jahre ins Gefängnis[girêdan daimî miriye] (elmanî)
  2. ^ Freemuse.org: Iran: Five-year prison sentence for performance of Koranic verses, ji orîjînalê di 14 sibat 2012 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 16 nîsan 2012

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Kilam