Muhamere

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Muhamere muhemere ji xurinî û fitûran (taştê) e. Pirranî li parêgehên Dîlok, Rihayê tê zanîn û xwarin. Ji pêjgeha asûrî derbasê pêjgeha kurd bûye.

Berkelî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • 1/2 KX (kevçiyê xwarinê) mergeya fringiyê (salçeya bacanê sor)
  • 1/2 KX mergeya îsotê
  • 5 kerî nanê hişk
  • 1 SA (stekana-qedeha avê) kakilê gûzê
  • 1 SA îsota sor (îsota pûlpelî, îsota tûj)
  • 1/2 SA rûnê zeytê (dikare hinek jî zêde be)
  • 1 KÇ (kevçiyê çayê) reşke (kemyon)
  • Hinekê îsota reş (filfil)
  • Xwê (solin)
  • Ava 1 lîmonê (yan jî 1 KX dimsa hinarê)
  • 1 KÇ şekirê toz

Çêkirin[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Kakilê gûzê bipişirînin an bihêrin. Nanan di avê de şil bikin, bidin kêlekê. Îsota pûlpelî, reşke, îsota reş, ava lîmonê tevlîhev bikin, wê jî bidin kêlekê.

Nanên nermijî bûne bikin badiyekê yan binikekeke mezin. Kakilê gûzê, şekir, îsot, rûne zeytê, xwê, mergeyan tevlî nan bikin, bistrên. Bi qasî 1,5 - 2 katjimêrî bidin sekinandin.