Muhemmedê Qeredaxî
Xuyakirin
Muhemmed Qeredaxî | |
---|---|
Jidayikbûn | 1798 Silêmaniye, Qeredax, Başûrê Kurdistanê |
Mirin | 1864 Silêmaniye, Qeredax |
Esil | Kurd |
Destûrname | Mewlana Şêx Halid |
Pîşe | tefsîrvan, zimannas, mentiqvan û matematîkzan |
Serdem | Sedsala 19an |
Bandorbar | Bahaudîn Amîlî |
biguhêre |
Muhemmedê Qeredaxî[1] yan jî Mele Mihemedê Qeredaxî (jdb. 1798, Silêmaniye, Qeredax - m. 1864 Qeredax) zimannas, mentiqvan û matematîknasê kurd yê sedsala 19an e.[2]
Muhemmed Qeredaxî di sala 1798an de li Başûrê Kurdistanê li bajarê Silêmaniyê li gundê Qeredaxê ji dayik bûye. Perwerdehiya xwe ya pêşîn li vê bajarê girtiye piştî wextan çûye gundê Mertegeyê li cem Mele Ebdulxefûr el-Mertegî perwerdehiya mentiq, wêje û gramerê girtiye. Perwerdehiya xwe ya fiqih û tefsîrê jî li cem Şêx Ebduletîf Berzencî girtiye. Paşê çûye Helebê li cem Şêx Ebdullah perwerdehiya kelamê girtiye. Destûrnameya xwe jî ji Mewlana Şêx Halid girtiye. heta dawiya temenê xwe gelek pirtûk nivîsiye sala 1864an de cîhê ku lê ji dayik bûye li Qeredaxê wefat kiriye.
Pirtûkên Qeredaxî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Şerh el-Îrab
- Şerh Rîsale el-Adab
- Talîqat şerh el-şemsiye
- Telîqat ela îslamûddîn
- Telîqat ela tefsîr el-Beydawî
- Telîqat ela tefsîr Îbn Hecer el-Heysemî
- Telîqat ela Rîsalet Bahaedîn Amîlî
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ Baba Merdûxê Rûhanî, Tarîxî Meşahirî Kurd
- ^ Mihemed Emîn Zekî, Meşahirê Kurd û Kurdistan
Ev gotara ji bo zanyarekî/e kurd şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |
Ev gotara ji bo nivîskarekî kurd şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |