Here naverokê

Mux

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Mux (muẍ)[1], magû, magî,[çavkanî hewce ye] zanyar, ayinzan û rahîbên zerdeştiyan e. Bi taybetî ji rahîbên mediyan re digotine. Magû herwiha navê tebeqeyeke oldar û serdest a mediyan bû. Rahibên din ên Zerdeştiyê jî hene, wekî mobed, karder. Bawermend bi zanîn, ked û başiya xwe di nava Zerdeştiyê de bipêş ve diçû.

Bêjeya magû, magî ango sêhr, zanîna zirav û kûr, ji formeke gelek kevn a îndoîranî tê, ku di wateya "karîn-kanîn, milk, alîkarî" de ye. Gorî zanistên rojavayî magû çîna serdest, xwedîmilk bû û peyv jî li statûya wan dihat.

Avesta, ango pirtûka pîroz a Zerdeştiyan bi îraniya kevn a serdemê hatibû nivîsîn. Di Avestayê de bêje tenê yek car derbas dibe ew jî wekî moẍû tibîş (moghu.tbish) e û bi wateya "bi Mogû (magû) re dijminîkirin" e.

Oldarên Zerdeştiyan dijminiya Magûyan ango çîne serdest a olî qedexe kirine, wekî karekê nebaş nirxandine. Lewra ew kesên xwendî, zana ne, di riya başiyê de ne. Zerdeştiyan magevan, magûvan, magavan jî gotine ku tê wateya "hezkir û piştgirên magû, ango zanîna kûr".

Di nivîsên Bêstûnê de, wekî magûş hatiye bikaranîn. Qeydên grekîya kevnd de μάγος - mágos, pirhejmar μάγοι - magoî ye. Grekiyan him pesnê Magûyan dane, him jî ew wekî mirovên bêdîn ên rîtûalên dikin dane nasandin. Herwiha tomarkirinên grekiyan de magoyî wekî navê êleke Mediyan jî derbas dibe.

Magû, magî, derbasê ewropayiyan jî bûye. Bêjeya magos, magus, ango sêhr, majîk ji vir tê. Magic, magisch ûêd. Bêjeya mobed jî dibêjin ji magu-padê tê. Tê wateya bavê, hostayê rahîban, paşçûyê Magûyan. Magû, qekî macûsî, mecûsî derbasê ereban bûye. Eraban bo Zerdeştiyan Macûsî, Mecûsî digotin û hêj jî bikartînin. Tê zanîn dengê "g" di erebî de dibe "c".

  1. ^ Umîd Demîrhan (2007). Ferhenga Destî: kurdî bi kurdî. Sewad 1428, Bazîd.