François Mitterrand

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
François Mitterrand (1984)

François Mitterrand (François Maurice Adrien Marie Mitterrand, bilêvkirina bi kurdî: Fransûva Mîteran; * 26ê çiriya pêşîn 1916 li Jarnac, Charente; m. 8ê kanûna paşîn 1996 li Parîs) serokdewlet û siyasetmedarekî sosyalîst ê Fransa bû. Di nava salên 1981 û 1988î de bo serokkomariyê hate hilbijartin û heya 17ê gulanê 1995î li ser peywirdariya xwe ma.

Di dema peywirdariya xwe de herçendî sosyalîst bû jî, li sazûmaniyeke xurt a dewletê digeriya. Di qada navneteweyî de serî bi DYAyê re dikişand û ji bo wê jî pêdiviya artêşekê xurt a Fransî didît.

Mitterrand gelek caran pirsgirêka Kurd û mafê gelê Kurd dianî zimên. Wî gelek caran dagirkerên Kurdistanê rexnedikir, ji bo çand û zimanê Kurdan li Ewropa nehele, alîkarî dida.