Komûnîzm

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Sembola Komûnîzmê das û çakûç

Komûnîzm, (ji peyva latînî communis "digel hev" tê girtin) îdeolojiyekê ko civakekî bêçîn, bo vê jî qedexe kirinê milk kirina şexsiyê navgînên hilberînê armanc dike ye. Yanê gorî komûnîst sîstemê ew navgînên ko hilberînê pêk tînin divê ko bi tunî eyda cîvakê gîşkê bin. Karxane, çewlîg û hecetên ko hilberînê dikin eyda tu kesan nabin. Komûnîzm teşeyeke sosyalîzmê ye. Ew bi hin teşeyan, bo mînak li Çîn û YKSS hatibû nerîtandin.

Felsefeya komûnîzmê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Felsefeya komûnîzmê ji pê kapîtalîzmê ko xwe pala xwedaniya taybetî dike re, çînê karkeranê kontrolê dest xwe xine û xwedaniya taybetî ra kin û civakekê bêçîn pêk bînine û navgînên hilberînê bi her kesî re par ve kine. Gorî van teoriyan dewletê heta ko gel bixwe hîn dike ko kî hewceyî çi û çiqas dibe diyar bike û pê re jî civakê sîstemê were peresendîna komûnîzma rast û li wê şunda xelk hewceyî dewletê jî nabe û gelê navbera xwe de kom bi kom xwe îdare bike.

Gorî hin teorîsyenên komûnîzmê dewletên demokratîk de xelkê bixwe bixwaze ko sîstem were peresendîne komunîzmê û partiyên komûnîstê bi hilbijartinê werine desthildariyê û pê re sîstemê were wergerandina komûnîzmê. Lê hinên din jî bawer dikir ko di dewletên demokratîk de xelk naxwaze ko sîstem çerxa komûnîzmê be û bo wê şêr an şoreş pêwist in.

Li dewletên ko komûnîzm hatinî nerîtandin hilbijartin dibûn jî encax yên endama partiya komûnîst dikarîn beşdara hilbijartinan bin.

Dîrok[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Manîfestoya Komûnîstî

Di 1848an de, Karl Marx û Friedrich Engels Manîfestoya Komûnîstîyê ko bingehên sîstema komûnîzmê nîşan dide weşandibûn. Di wê pirtûkokê de, manîfestoya partiya komûnîstî bû, wan rewşa komûnîzmê û peresendîne sîstemanê komûnîzmê teswîr kiribûn. Gorî Marx heta ko sîstem çerxa komûnîzmê bûye, dewrekê deraziyê he be û pê re çînê karkeran ango proleterê werine kargeriyê.

Ew li Rûsyayê ji hêla Bolşevîkanê pêşengiyê Vladîmîr Lenîn û Lev Trotskî de di 1917an de hat pêkanîn û dewleta YKSS hat saz kirin. Ew cara pêşin bû ko komûnîzm dihat ceribandin. Lê ew teoriya Marx û Engelsê ko hatina dewra bêdewlet pêknehat.

Friedrich Engels
Karl Marx

Ji pê Rûsyayê re di sedsala 20'an de li hin dewletên din Komûnîzm hat ceribandin. Di 1940an de li Çînê sîstem bi pêşengiya Mao Zedong hat çerxandin e Komûnîzmê. Di 1950an de jî li Kûbayê bi pêşengiyê Fidel Castro û Che sîstema Komûnîzmê hat pêkanîn.

Di 1991an de pê xirab bûna Diwara Berlin re YKSS dest ji Komûnîzmê ber da. Lê îroj Çîn]] Koreya Bakur, Kûba, Vîetnam û Laosê sîstema komûnîzmê dewam dikeye. Li hin dewletên din bi taybetî li Emerîkaya Latînî tevgerên Komûnîstiyê hene.