Nesrîn Berwarî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Nesrîn Berwarî
Jidayikbûn1967 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
HevwelatîIraq Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Perwerde
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Nesrîn Mistefa Berwarî (di sala 1967'an de li Bexdayê hatiye dinê) siyasetmedareke kurd e. Piştî hilweşîna rejîma Sedam Huseyn, li ser navê koalîsyona kurdî ya di hikûmeta Îraqê de bûye wezîra avadaniyê.

Li zanîngeha Bexdayê polîtîka xwendiye. Dîsa li DYA'yê, di Zanîngeha Harvardê de li ser gerînendetiyê perwerde dîtiye. Di adara sala 2004'an de rastî êrîşeke terorî hatiye, jê filitiye.

Di nava salên 1997 heya 1998'an de, li Duhokê, birêvebertiya Field Office for Human Settlement a girêdayî NY'ê kiriye. Sala 1999'an di hîkûmeta herêmî ya Başûrê Kurdistanê de bûye wezîra avadaniyê.

Marîbûna (zewaca) wê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Berwarî bi siyasetmadarê ereb Gazi al-Yawer re marî dibe. Ev marîbûn gelek tê rexnekirin lewra du jinên al-Yawer hene, Berwarî dibû hewiya sêyem. Heya hin rojnameyan nivîsîn ku sê jinên al-Yawer hebûne, Berwarî bûye ya çarem.

Ev yeka han ji aliyê gelekan ve wekî sosretiyekê hat dîtin, lewra Berwarî miroveke xwendî, femînîst bû. Bi salan bo mafê jinan xebitibû û li dijî pirrmariyê (pirrzewac, polîgamî) têdikoşiya.