Neuroz

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Neuroz , nevroz an bi kurdî reha cinan, reha aşkûyan ramanek, têgînek û herwiha nexweşiyeke psîkolojîk e.

Girêka şaş û nakokiya di navbera radeyên hişar û kesayetiya mirov de, heger neyên çareserkirin, dibe nexweşî û bandora xwe li têkiliyên mirov dide. Kurdan bi navê reha cinan bilêvkirine. Ango reh hêj mezin û şîn nebûye û nebûye cin.

Di bijîşkiya gelêrî ya kurd de, "cingirtin" ango terapîkirina rehên cinan, neurozan, aloziyan heye. Bijîşkiya nûjen jî heman rêbazan bikartîne. Li Ewropayê ev bingehên neurozan gelek cuda ne, lewra jiyana nûjen bi xwe cuda ye. Li Ewropa kesên "cinan dibînin" pirr kêm in. Lewra neurozên bingeha xwe ji zaroktiyê digirin, li Ewropa kêm in.

Li Kurdistanê lêkolînek li ser nexweşiyên derûniyê nehatiye kirin. Xelkê bi rêbazên bijîşkiya gelêrî li terapiyan geriyane.

Cin an cindîtin êdî radeya paranoîd şîzofrenîyê ye. Reh an girêkeka ku êş û azarê dide mirov, nahêle mirov xwe di stara jiyana rewa û hêsan de bigire heye di kesayetiyê de, lê mirov nikane şîrove bike.

Wekî tê zanîn pirraniya nexweşiyên psîkolojîk bingeha xwe di zaroktiyê de digirin. Temenê 0-6 pirr girîng e di avakirina kesayetiya mirov de. Heya bigire hin zanist dibêjin, piştî 6 salî mirov êdî hew diguhere. Gorî Sigmund Freud sedemê neurozê kompleksa oidîpûsê ye. Di 4 saliya mirov de, keç evîndarê bav û law jî yê dê dibe. Ev rewşa han bo demeke kurt e. Heger zarok di wê demê de ziyanê bibîne rehê neurozê jî tê çandin.

Pirranî kesên ku di zaroktiya xwe de tûşî kiryarên cinsî hatine bi vê nexweşiyê dikevin. Ji aliyekê ve wekî her mirovî dixwazin jiyana xwe ya cinsî bijîn, lê ji aliyê din ve ev birînên kûr ên êdî mirov nizane kengî bi serê mirov de hatine dibin asteng. Mirov dizane nexweşiyek bi mirov re heye, lê mirov baş nizane sedemê wê çiye.

Cara pêşîn William Cullen navê vê nexweşiyê pê ve kiriye. Îvan Pavlov jî li ser lêkolîn kiriye. Philippe Pinel , Jacques Lacan, R. D. Laing , Pierre Janet hwd li ser xebat kirine û sedem û naveroka vê nexweşiyê rohnî kirine. Lê yê ku vê nexweşiyê gihandiye radeya tedawîkirinê Sigmund Freud e.

Çend nexweşiyên bingeha wê neuroz e[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]