Jacques Lacan
Jacques Lacan | |
---|---|
![]() | |
![]() | |
biguhêre![]() |
Jacques-Marie Émile Lacan psîkoanalîstekî navdar ê Frensî ye. Di 13 nîsan 1901´î li Parîs ji dayik bûye û li heman derê di 9 çiriya pêşîn 1981 ´î de jiyana xwe jidestdaye. Lacan teoriyên Freud pêşxistiye û gelek rexne jî li Sigmund Freud kiriye. Li ser cîhana sîmbol û ziman, kesayetiyên neurotîk û psîkotîk, neuroz, narsîsîzm, psîkoz hwd xebat û keşf kiriye. Lacan wekî feylesofekî Ewropî jî tê naskirin. Wekî "Freudê Frensî" jî dihate binavkirin lê wî di dawiya tamenê xwe de xwe ji riya Freud dûrxistiye. Rexne li kapîtalîzmê kiriye û pesnê rêbaza diyalektîk a ramanê daye. Wî jî wekî Carl Gustav Jung qîmet daye element û bandorên jiyana mirovahî ya demên berê.