Newepel

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Newepel rojnameyeke panzderojî ye, li Amedê dertê. Yekemîn rojnameya kirdî (zazakî, kirmanckî, dimilî) ye. Di 15'ê adarê 2011î de dest bi weşana xwe kiriye û gerînendeyê giştî yê weşanê Roşan Lezgîn e.

UNESCOyê kirdî (zazakî) xist lîsteya xwe ya bi navê zimanên di bin xetereya windabûnê de ne. Zû de ye li Bakurê Kurdistanê kurd ketine hewla pêşîlêgirtine pişavtin û windabûna zazakî. Newepel jî bi wê armancê dest bi karê xwe kiriye. Di avabûna vê rojnameyê de Ziwan-Kom û koma xebatê ya Vate xwedî kedê ne.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]