Niels Bohr

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Niels Henrik David Bohr (jdb. 7ê çiriya pêşîn a 1885an li Kopenhagen; m. 18ê çiriya paşîn a 1962an li heman derê) fizîknasekî Danîmarkî bû. Sala 1922î Xelata Nobel a fîzîkê wergitiye.

Li ser strûktûra atomê û tîrêjên wê yên manyetîk lêkolîn kiriye. Di pêşxistina angaşta qûantûmê de xwedî roleke sereke bû. Wî bo cara pêşîn modeleke dewlemend a atomê çêkiriye. Di jiyana xwe de gelek jê hatiye hezkirin û di warê fîzîkê de bûye yek ji pêşengan. Bi giranî tevlî fizîknas Max Planck bûye lê di gelak waran da ji wî cuda fikiriye. Bohr bala fizîknasan kişandiye ser spektroskopîyê. Gelek kes wî yek ji pêşengên çêkirina bombeya atomê didin naskirin.