Norman Foster Ramsey, Jr.

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search
Norman Foster Ramsey, Jr.
Norman Foster Ramsey 1970 (cropped).jpg
biguherîneBelge

Norman Foster Ramsey (* 27ê tebaxê 1915 li Washington D. C.) fîzîknasekî navdar ê Amerîkayî ye. Sala 1989 guncavê Xelata Nobel a fîzîkê hatiye dîtin ku ev xelat ji bo wî pîvandin û şopandina atom, molekûl û fîzîka dendikî bo zanistiyê hêsantir kiriye hatiye dayîn.

Jiyan û xebat[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

Ramsey kurê leşkerek bû. Diya wî mamosteya matematîkê bû û bi eslê xwe jî Alman, li Zanîngeha Kansas) ders dida. Ji ber peywirdariya bavê, mecbûr diman carnan bi malbatî koçberê Parîsê bibin.

Ji sala 1931 ve dest bi perwerdeya endezyariyê dike li Zanîngeha Columbia, lê werdigerîne ser matematîkê. Piştî bidawîkirinê sala 1935 diçe Zanîngeha Cambridge li Brîtanya cem Maurice Goldhaber.

Norman Foster Ramsey (rastê) bi tevî Atombombe Little Boy, 1945

Dûv re dîsa li Columbia University di koma xebatê ya Isidor Isaac Rabi de lêkolînan dike, bi hev re Rêbaza Magnetresonanz a Têhndayîna Molekûlaran keşif dikin.

Bi tevî Rabi û hevalên wî Kellogg û Zacharias lêkolînan li ser rewşa dendikê (atom) dike û keşfa qûadropolmoment a elektrîkî ya deuteronê jî pê re.

Sala 1940 bi Rabi re diçe Carnegie Institution, Washington D. C., bo lêkolînên li ser têhna neutron, proton û têhna neutronan li ser dendikê helyûmê.

Di şerê cîhanê yê II. de lêkolînên radarê dike li MIT-Radyasyon-Lab. (çêkirina radarek 3 cm) û ji 1943 ve di Manhattan Project a bo çêkirina atombombeyê bû li Los Alamos dixebite.

Bi bidawîbûna şer re bi tevî Rabi wekî profesorek, ceribandinên têhnên molekûlar didomîne li Columbia University û ji bo hidrojenbombeyê lêkolînan li ser hîperstrûktura tenik/nazîk dike.

Norman Ramsey (çepê)

Xelat û paye[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

Ramsey du caran marî bûye (hevjînî, zewac), cara pêşîn 1940 û ya din 1983.

Nivîs[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

  • bi Emilio Segrè: Experimental Nuclear Physics. Wiley, 1953
  • Nuclear Moments. John Wiley, 1953
  • Molecular Beams. Oxford University Press, 1956, 1985
  • bi Daniel Kleppner: Quick Calculus. Wiley, 1965, 1985
  • bi Isidor Isaac Rabi, J. Kellogg und J. Zacharias: Magnetic Moments of Proton and Deuteron. Radiofrequency Spectrum of H2 in Magnetic fields. Di: Physical Review. Band 56, 1939, S. 728.
  • bi Rabi, Kellogg und Zacharias: Electrical Quadrupole Moment of the Deuteron. Radiofrequency Spectra of HD and D2 Molecules in a Magnetric Field. Di: Physical Review. Band 57, 1940, S. 677
  • Molecular Beam Resonance Method with Separated Oscillating Fields. Di: Physical Review. Band 78, 1950, S. 695
  • Thermodynamics and Statistical Mechanics at Negative Absolute Temperatures. Di: Physical Review. Band 103, 1956, S. 20.
  • bi J. Smith û Edward Purcell: Experimental Limit to the Electric Dipole Moment of the Neutron. Di: Physical Review. Band 108, 1957, S. 120
  • Time Reversal, Charge Conjugation, Magnetic Pole Conjugation and Parity. Di: Physical Review. Band 109, 1958, S. 225.
  • bi Kleppner und H. Goldenberg: Atomic Hydrogen Maser. Di: Physical Review Letters. Band 8, 1960, S. 361
  • bi Kleppner und Goldenberg: Theory of the Hydrogen Maser. Di: Physical Review. Band 126, 1962, S. 603.
  • bi S. Crampton und Kleppner: Hyperfine Structure of Ground State of Atomic Hydrogen. Di: Physical Review Letters. Band 11, 1963, S. 338.
  • bi Kleppner, H. Berg, Crampton, Vessot, H. Peters und J. Vanier: Hydrogen Maser Principles and Techniques. Di: Physical Review A. Band 138, 1965, S. 972.