Omer Dilsoz
Jump to navigation
Jump to search
Di sala 1978ê de li gundê Gûzereşa Culemêrgê hate dinê. Di 23 saliya xwe de romana xwe ya yekemîn Hêviyên Birîndar weşand û pê re salên pêş Bêhna Axê, Neynika Dilî, Berbiska Zer, Evrazên Çiyan, dîwana Bila Gotineke Min û Te jî Hebe nivîsandin. Ligel karê nivîskariyê rojnamegeriyê dike û li bakurê Kurdistanê dijî.
Herweha di gelek kovarên wekî Gula Tamara, Nûbihar, Tîgrîs, Vesta, Kulîlka Ciwan, Kovara W, Çirûsk, Peyv, Nûbûn, her wiha rojnameya Azadiya Welat û Tûrik û hin malperan de wekî; www.yuksekovahaber.com, www.nûkurd.com nivîsên wî yên li ser mijarên aktuel û edebî tên belavkirin.
Berhem[biguherîne]
- Hêviyên Birîndar, Roman, 2003, Weşanên Aram
- Bêhna Axê, Roman, 2005, 207 rûpel, Weşanên Berçem
- Bila Gotineke MinûTe jî Hebe, Helbest, 80 rûpel, 2007, Weşanên Berçem
- Neynika Dilî, Roman, 2007, 250 rûpel, Weşanên Aram
- Berbiska Zer, Roman, 2012, 257 rûpel, Weşanên Avesta
- Hevrazên Çiyan, Roman, 2014 224 rûpel, Weşanê J&J