Onnik Dinkjian
Onnik Dinkjian | |
---|---|
Jidayikbûn | 1929 Parîs , Fransa |
Pîşe | muzîkvan û stranbêj |
biguhêre |
Onnik Dinkjian (bi Ermenî: Oննիկ Տինքճեան; jidayikbûyî 1929) muzîkvan û stranbêjekî Ermen li Dewletên Yekbûyî dadinê û li Fransa jidayik bûye.[1] Ew bavê Ara Dinkjian e, û digel kurê xwe û her weha muzîkvanên din ên Ermenî wekî Roupen Altiparmakian ku li ûdê dixe diyar bûye.[2][3]
Jînenîgarî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]li Fransa
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Bi navê Jean-Joseph Miliyan (Can Cozêf) li Parîs, Fransa di 1929 de jidayik bûye, kurê Garabed û Zorah ji Dîkranagerd (Amed), yên ku di dema komkujiyê de ji tirsa şûnketinê reviyan. Ew û xwişka xwe, ya ku bi du salan ji wî mestir e, piştî pênc salan ji zayîna wî sêwî man. Garabed mir dema ku Jean-Joseph hîn ne bûbû yek salî. Ew ji hêla kirîvên xwe, Nishan û Oghida Dinkjian ve weku zarokên xwe hatin birin, yên ku bixwe jî ji Dikranagerd bûn, û li Parîsê jiyana xwe berdewam kirin. Bi mezinbûnê re wî ne tenê fransî û ermenî bi rewanî fêrbû, lê herweha zaravayê xweşawaz yê ermeniyên ji Dikranagerdê jî. Nishan Dinkjian ji Helebê çû Parîsê û li wir hendek karin piçûk kirin berî ku komebazirganiya mozan bike. Piştî şerr di sala 1939 dema ku mêwe kêm bûn, wî berê xwe da firotina cilan ji bo piştîvaniya malbata xwe bike.
Onnik cara pêşî bayex da muzîkê dema ku çû kilîse ya Ermenî ya St. Gregory a li Parîsê dema ku 10 salî bû. Her yekşem gerek bû ku du rêwîtiyên metroyê bikira heta ku bigiha wir. Sirûdên pîroz yên rêbaza ayînî ku ji hêla koro û solîstan ve hatine stiran, tiştek di hundurê wî de vejandin ku dê jiyana wî hetaheta biguherîne. "Ez bêguman dil ketim muzîkê," wî got. "vê ez anîm kilîseya Ermenî, pê navê weku kesekî oldar lê weku evîndarekî muzîka Ermenî."
li DYA
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]17 salî di Tîrmeha 1946 de, Onnik û malbata wî koçberê Dewletên Yekbûyî bûn, du xwişkên Nishan Dinkjian daniştin. Di dema komkujiyê de ji hev hatibûn dûrxistin lê dilê wan tê de hebû ku di nêza hev de bijîn. Onnik bi navê xwe yê pêş zayendê derbasî DYA bû, lê paşê wî navê xwe bi awayekî yasayî guhert bo rêzgirtina dêûbavên xweyên xwegirtî û kir Onnik Dinkjian.
Di 1952 de, Onnik hate kişandin Artêşa Dewletên Yekbûyî. Li Almanyayê li Koroya Winged Victory Chorus, ku komeke baş bernas e û bi pêşengiya Joe Baris e yê ku karekî berfireh di derbarê koroyan de kiriye, ji bestekarin weku Puccini û Debussy bigire heya Rogers û Hammerstein û Irving Berlin. "Salek û nîv li Almanya min tiştek nekir ji pêvî ku ez ji bajarekî biçim bajarekî din digel hindek navdarên Amerîkî, mîna Eddie Fischer û Danny Kaye, tev ji ber muzîkê, stranbêjiya min." Dema ku ji artêşê vegeriya, Onnik dikana xweya hişkepakkirinê vekir û mehra xwe birrî li Araksi Maksian (Mghsian) ji Lyon, Fransa, ya ku kokên wê ji Xarpêtê ye. Du zarok ji wan re çêbûn, Anahid û Ara.[4]
Xelat
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Di sala 2020 Hevbiratiya Keleporiya Netewî wergirt, ya ku ji hêla National Endowment for the Arts ve tê xelat kirin û şanaziya Dewletên Yekbûyî ya herî bilind e di warê hunerên gelêrî û nerîtî de.[5]
Berhemên Hunerî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Voice of Armenians Onnik Dinkjian - digel strana "Mayrus" (nivîsarên A. Issahakian û muzîka Badalian)
- The Many Sides Of Onnik 1992 tomarkirineke nayab ji stranan re bi zaraveye Tigranakert
- Inner Feelings of Onnik, album featuring Ne me quitte pas recorded by Onnik Dinkjian with John Berberian (oud)
- All My Best
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ Armenian News http://www.yerkaran.org/tag/onnik-dinkjian/ Girêdana arşîvê 2014-10-18 li ser Wayback Machine
- ^ Music Reporter 1948[?] - Page 401 "... Onnik Dinkjian were the soloists. The songs were arranged in related groups so that the songs of marriage festivities, tillers' songs, epic songs, etc., came together. Well-written program notes elucidated the selections, and all the participants ..."
- ^ https://www.facebook.com/groups/165607083095/
- ^ "Portrait of a Legend by Christian Garbis" The Armenian Weekly, November 13, 2012
- ^ "NEA National Heritage Fellowships 2020". www.arts.gov. National Endowment for the Arts. Roja gihiştinê 12 çiriya pêşîn 2020.