Orestês

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Orêstîs hat beralîkirin)

Orêstês (yewnanî: Ὀρέστης ) di mîtolojîya yewnanî de kurê Agamemnon û Klîtemnêstrayê ye. Kesê ku dawiya leneta mala Atreûsê anî tê zanîn. Li pirtûka Odîsyayê de piranî hilandina tola Agamemnonê tê behsê kirin.[1] Derheqê wî de helbetvanê yewnan Esxîlos tragedyaya Oresteiayê nivîsand.

Orêstîs û Îfîgenîa - Roma

Etîmolojiya navê wî ji Oresê tê watêya wî çîya ye. Bi temamî Orêstêsê jî em dikarin wek Çîyager wergerînên kurdîyê.[2]

Çîroka wî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Leheng kurê keyê hemû Akayan û heman demê mîrzayê keyaniya Mîkenê jî bû. Çaxê bavê wî ji Şerê Troyayê vegeriyabû leheng hêj zarok bû. Bavê wî ji hêla Klîtemnêstra û dostê wî hate kuştin, Orêstês jî ji hêla dadika xwe hat revandin, dadika wî heta ew mezin bû wî cihe ewle de xef kir.Leheng mezin bû û ji bo tola bavê xwe zivirî. Kabûsê derheqê Agamemnon bibûn beleya serê Klîtemnêstrayê. Orêstês hat diya xwe Klîtemnestrayê û dosta wê Egîstosê bi hev re kuşt[3]. Piştê wan kuştinan li ser gotinên Apolonê çu bextê Erînîyan. Dîsa gotinên Apolonê kir û çu Atînayê derket hemberê juriyên dadî. Jurî bûn dû beş nîvê juriyan digotin beraat yên din digotin kuştin. Atênê wê efu kir.[4] Bi wê awayê ew hat berdan.

Di lîstika Eyrîpîdîsê Iphigenia in Taurisê de hinek ji Xezebên bêhêvî man; Orêstês ji hêla Apolon ve hat ferman kirin ku here Taurisê û peykerê Artemîs vegerîne Atînayê. Bi hevalê xwe Pîlades re, ew gihan Taurisê lê ew hatin girtin, ji ber ku adetên herêmî bû ku hemî xerîb ji xwedê re qurban bikin. Serokê remilvanan a qurbaniyê xwîşka Orêstês Îfîgenîa bû, ku li şûna ku were qurbankirin, ji aliyê Artemîs ve ruhê wî hatibû dûrxistin. Xwişk û birayan hevdu nas kirin, ew û hevalê xwe bi hev re reviyan û peyker bi xwe re birin. Orêstês keyaniya bavê xwe mîras girt, Argos û Lacedaemon jî kire axa keyaniyê. Ew bi Hermioneya keça Helenê û Menelaos re zewicî, ​​û di dawiyê de jî ji gezkirina marekî mir.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ homer. Odîseya.
  2. ^ "orestes | Etymology, origin and meaning of orestes by etymonline". www.etymonline.com (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 19 nîsan 2023.
  3. ^ Homêr. Odîseya.
  4. ^ "Orestes | Greek mythology | Britannica". www.britannica.com (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 19 nîsan 2023.