Esxîlos
Esxîlos | |
---|---|
Navê rastî | |
Jidayikbûn | 525 b.z. |
Mirin | 456 b.z. Gela |
Sedema mirinê | Qezaya ku mirin tê de |
Hevwelatî | Atînaya klasîk |
Pîşe |
|
Xebat |
|
Zarok | |
Dê û bav | |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Esxîlos[1] (bi yewnaniya kevn: Αἰσχύλος, lat. Aiskhúlos) (jdb. li derûdora 525/524 beriya zayînê – m. li derûdora 456/455 beriya zayînê) nivîskarê leystikan ê Yewnana kevn e. Piranî di tragedyayên xwe navdar e. Li gorî hin wêjenas û dîroknasan wek Bavê Tragedayayan tê zanîn.
Jiyana wî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Esxîlos li bajarê Eleusisê hatiye dinê. Bavê wî Euphorion kesekî ji arîstokratan bû. Di demên şerê Persan de jiyaye û beşdarî şerê Maraton û şerê Salamîsê bûye. Birayê wî Kynegeiros di nav wan şeran de miriye.[2] Tê gotin ku kitabeya ku bi destê xwe û derheqê xwe de nivîsandiye û di vê kitabeyê de tenê behsa beşdarbûna xwe yên şerê Maratonê dike. Ev tecrûbeyên wî yên şer de rêya siyaseta Atînayê ji wî re vekir.
Hin çavkaniyên ji dinyaya kevnar de mayîn nîşan diden ku Esxîlos eşkerekirina çanda sirên Eleusisê hatiye darizandin.
Li ser gazîkirina Hieronê çû Sîsîlyayê demekî şun de li wir mir.[2]
“ | Heyf ji bo navê rûmeta Faris!
Heyf ji bo hemû wî hostayê hêja, Kulîlka mêraniyê, pesnê Asyayê, Bi xwedayên mehkûmê şerma kujer! Welatê me li mêrên ku wê hildane digirî, Ji bo Xerxesê ku fedî kiriye tê serjêkirin Çenên birçî dojehê bi mirîyên farisî. |
” |
— Chorus, The Persians, lines 910-17 |
Mirina wî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Esxîlos di sala 457ê beriya zayînê da,[çavkanî hewce ye] bi şêwazeke ecêb, çû ser dilovaniya Xwedê. Eyloyek ku kûsiyek nêçîr kiribû û dil hebû wê bavêje ser kevirekî ku ew bişkê, serê Esxîlosê rût û tazî, bi şaşî wek kevirek dibîne û kûsiya xwe ji bilindahiyeke zehf mezin, davêje ser wî ku kûsî bişkê.[çavkanî hewce ye]
Xebat û Berhemên wî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Piranî nivîskarekî nûjenîxwaz e. Lê mijarên xwe pir teng girtiye mirov dikare bêje ku tenê li ser ol û mîtolojiyê nivîsandiye. Kesayîtên lîstikên wê jî tixûbdar bû, koroyên lîstikê yan 12 kesan yan jî 15 kesan pêk dihatin. Kesên maskekirî bi temamî ji mêran pêkdihatin. Çîrokên ku her kes dizanî pê dîalogan fireh kir. Ji bo guhertina dekoran makîneyan bikaranî ev di dîroka şanoya cihanê de yekem bû. Lîstikên wî wok komekî lîstikan bû: sê tragedya û yek satîrê pêk dihatin. Hin caran çîroka malbatekî bi nifş bi nifş nivîsandiya, hem yên bapîrê hem yên bavî hem jî yên kurê di nav lîstikekî hev beş kiriye. Ew bi wê avayê damerênerê şanoya Yewnanî jî tê qebûlkirin.[2]
Berhemên wî:
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Prometheusê zincîrkirî
- The Persians (Farisiyan - derheqê bûyerên vegera Farisan dike)
- Seven Against Thebes (Li hemberê Têbeyê heft - derheqê dorpêçkirina bajarê Têbe dike)
- Suppliants (Lavakar - derheqê mîta danaîdan hatiye nivisandin)
- Orestia (Derheqê lehengên şerê Troyayê vegeriyan dike.)
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ "Kopîkirina arşîvê". Ji orîjînalê di 18 çiriya pêşîn 2021 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 22 gulan 2019.
{{cite web}}
: CS1 maint: archived copy as title (lînk) - ^ a b c Cartwright, Mark. "Aeschylus". World History Encyclopedia (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 19 nîsan 2023.