Here naverokê

Osroênê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Osroênê
Sirûd: 
Osroênê li ser nexşeyê
Map
Paytext
37°9'30"Bk, 38°47'30"Rh
Zimanên fermî
  • Aramaic Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Zimanên tên bikaranîn
  • Aramaic
  • yewnaniya koine Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Rêveberî keyîtî Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Avakirin
 •  Dema avakirinê 132 b.z. Li ser Wîkîdaneyê biguhêre 
 •  Dema hilweşînê 214 (Julian) 
 •  Rûerd

Osroênê (bi yewnanî: Ὀσροηνή) herêm û dewleteke kevnar bû li Mezopotamyaya Jorîn.[1] Keyaniya Osroênê ku bi navê Keyaniya Edessa an Keyaniya Urhoyê jî tê zanîn (bi suryanîya klasîk: ܡܠܟܘܬܐ ܕܒܝܬ ܐܘܪܗܝ, "Keyaniya Urhay"), navê xwe ji paytexta wê Urhoy (niha Riha) girtiye. Keyanî ji sedsala 2an berî zayînê, heta sedsala 3an piştî zayînê hebû û ji aliyê xanedana Abgariyan ve hatiye birêvebirin.[2][3][4][5][6]

Osroênê bi gelemperî bi dewleta Perthava re hevalbend bû,[7] û ji aliyê xanedaneke bi eslê xwe ereb ve dihate birêvebirin. Nifûsa keyaniyê pirçandî bû û ji demên berê ve suryanîaxêv bû.[8] Mîhenga çandî ya bajêr bi bingehîn suryanî bû, ligel bandorên xurt ên yewnanî û perthavî, her çend hin bandorên erebên kevnare jî li Edessa hatine pejirandin.[8]

Xanedaniya Abgariyan a desthilatdar di serdema Împeratorê Romê Caracalla de, dibe ku di sala 214 an 216 de, ji hêla Romayiyan ve hate hilweşandin û Osroene wekî parêzgehek hate saz kirin. Xanedanî bi kurtasî di dema împeratorê Romayê Gordianus III de ji nû ve hate damezrandin.

Xirîstiyanî zû hat Osroêneyê. Ji sala 318ê ve, Osroênê bû beşek ji dêra rojhilat. Di sedsala 5an de Edessa bû navendeke sereke ya perwerde û wêjeya suryanî. Di sala 608 de, împeratorê Sasanî, Xosrow II, Osroene bidest xist. Dû re Osroênê ji aliyê Bîzansiyan ve hat dagirkirin, û di sala 638an de wekî beşek ji fethên misilmanan ket destê ereban.

  1. ^ Dupuy, R. Ernest (Richard Ernest); Dupuy, Trevor N. (Trevor Nevitt) (1970). The encyclopedia of military history; from 3500 B.C. to the present. Internet Archive. New York, Harper & Row.
  2. ^ Edwards, Iorwerth Eiddon Stephen; Bowman, Alan; Garnsey, Peter; Cameron, Averil (1970). The Cambridge Ancient History: Volume 12, The Crisis of Empire, AD 193-337 (bi îngilîzî). Cambridge University Press. ISBN 978-0-521-30199-2.
  3. ^ "Osroëne | Middle East, Syria, Armenia | Britannica". www.britannica.com (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 14 îlon 2024.
  4. ^ Skolnik, Fred; Berenbaum, Michael (2007). Encyclopaedia Judaica: Nat-Per (bi îngilîzî). Macmillan Reference USA. ISBN 978-0-02-865928-2.
  5. ^ Roberts, John Morris; Westad, Odd Arne (2013). The History of the World (bi îngilîzî). Oxford University Press. ISBN 978-0-19-993676-2.
  6. ^ UNESCO (31 kanûna pêşîn 1996). History of Humanity: From the Seventh Century B.C. to the Seventh Century A.D. (bi îngilîzî). UNESCO Publishing. ISBN 978-92-3-102812-0.
  7. ^ Foundation, Encyclopaedia Iranica. "Welcome to Encyclopaedia Iranica". iranicaonline.org (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 14 îlon 2024.
  8. ^ a b Niehr, Herbert (13 kanûna paşîn 2014). The Aramaeans in Ancient Syria (bi îngilîzî). BRILL. ISBN 978-90-04-22943-3.