Pêcanik

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Pêcanik
Dabeşandina zanistî
Cîhan: Plantae
(ne aşkera ye): Angiosperms
(ne aşkera ye): Eudicots
(ne aşkera ye): Asterids
Kom: Asterales
Famîle: Asteraceae
Cins: Tussilago
Cure: T. farfara
Navê zanistî yê latînî
Tussilago farfara
L.

Pêcanik, çavreşok, hûfhûfik (bi latînî: Tussilago farfara) riwekek ji hejikan e, di bijîşkiya gelêrî ya kurd de tê bikaranîn.

Bi qasî 10-30 cm bilind dibe. Li berojên kevirî hene, herwiha çandiniya wê jî tê kirin. Di bihara teze de aj didin. Li Kurdistan, Ewropa û gelek welatên Asyayê tê dîtin. Riwekek bihêz e, riwekên devedorê xwe têk dibe. Li perên avê jî rast li wan tê.

Bikaranîn[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ji bo astma û kuxikê tê bikaranîn. Pelgên wê tên kutan, hişkkirin, zivistanan jî bikêr tên. Bi heşînî xavî jî tê xwarin. Bijîşkên rojavayî jî bi kêrbariyên wê dizanin. Divê pirr neyê bikaranîn, lewra ji ber hin madeyên pê re hene dikarin bandora xwe bi neyînî bikin. Bêî destûra doktoran pêwîst e mirov bikarneyne.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]