Pîr Rustem
Xuyakirin
Pîr Rustem nivîskarê kurd e.
Pîr Rustem di sala 1963an de li gundê Çeqela gundekî Efrînê ji başûrê biçûk hatiye dinyayê. Ew çend salên pêşîn li wir dimîne û di dû re mala xwe bar bajarokê Cindirêsê dikin û heya ku xwendina lîsê kuta dike li wir dimîne û ji bo xwendina bilind di zanîngeha Helebê de, ew çend salan li wir derbas dike, lê ji berî ku xwendina endezyariyê kuta bike û di rêza çaran de berdide.[1]
Wî gelek çîrok û gotar di rojname û kovarên kurdî de belav kirine wek: Stêr, Pirs, Zanîn, Aso, Azadiya Welat, Jiyana Rewşen, Armanc, Newroz û hwd.
Berhem
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Çivîkên beravêtî (pirtûk), çîrok, Weşanên kovara Aso, Bêrût, 1992
- Pilindir (pirtûk), çîrok, Weşanên kovara Aso, Bêrût, 1993
- Pûtvan (pirtûk), çîrok, Weşanên Merxê, Bêrût, 1998
- Tîrav (pirtûk), çîrok, Weşanên Spîrêz, Dihok, 2002.