Pîzaya şikevayê
Xuyakirin
Pîzaya şikevayê, pîzaya nanesêlkê cure pîzayek ji koma xwarinên pîza û patîleyê ye. Di pêjgeha kurd de jî cihê xwe digire.
Berkelî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- 4 heb sosîs
- Nîvê kevçiyê rûnê ron
- 3 pelhevîrk (şikeva)
- 3 hêk
- 2 stekan (qedeh) şîr
- 1 kevçî mast
- 1 kevçî ketçap
- 2 kevçî hebên lazûtê (garis)
- 1 kevçî awîşen, cehter
- 1 Pakêt penîrê bêrûn û bêxwê yê ji şîrê mihan
Amadekirin
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Sêniya xwe bi rûnê xijok bikin. Yekemîn pelhevîrka xwe wisa daynin ku ji sêniyê mezintir be, ango pila ji ser dora wê re bavêje. Pelhevîrkên din bi destan parçe bikin.
- 2 hêk û spîka hêkek bi 2 stekan şîr, nîvê stekanê rûnê ron û kevçiyek mastê ve di tasekê de biçelqînin.
- Nîvê vê çênca xwe li pelhevîrkên xwe yên parçekirî bidin. Perên pelhevîrka mezin a binî di navendê de bigihînin hev. Kevçiyek ketçapê berdin ser sosa we amade kiribû û wê berdin ser pelhevîrkê.
- Sosîsên xwe rêz bikin, lazût û cehterê pê werkin. Penîra xwe hûr bikin bidin ser sosîsan. Di germahiyeke nîvcoyî de, di argûnê de bipijînin. Zerayî bi penîr ket, derînin û bînin ser destexaneyê.
Ev gotara têkildarî pêjgeha kurdî şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |