Pınar Aydınlar

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Pınar Aydınlar
Jidayikbûn12ê sibata 1979an (45 salî)
EsilKurd
PerwerdeZanîngehê Teknîk ya Stembolê
PîşeHûnermend, siyasetmedar, nivîskar
Salên çalak2003–niha
Zarok2
biguhêreBelge

Pınar Aydınlar (jdb. 12ê sibata 1979an; Stembol) Hûnermend, nivîskar û siyasetmedarekî kurd e. Pınar Aydınlar, bi eslê xwe ji navçeya Aşqelaya Erziromêye û li bajarê Stembolê hatiye dinyayê.

Jînenîgarî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Salên destpêkê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Pınar Aydınlar, bi eslê xwe ji navçeya Aşqelaya Erziromê ye û di sala 1979an de li Stenbolê hatiye dinê. Di 13 saliya xwe de bi destpêkirina perwerdeya temburê ve dest bi kariyera xweya muzîkê kir. Ji 17 saliya xwe ve, wê li gelek saziyên wekî Perwerdehiya Giştî û Komeleyên Pir Sultan Abdal de karê mamostetî kiriye.[1]

Di sala1995an de wê beşa Konservatuara Zanîngeha Teknîk ya Stenbolê qezenc kir û li Beşa Zanistên Bingehîn perwerdeya xwe ya zanîngehê wergirt. Demekê dirêj li Malê muzîkê stenbolê de karê muzîkê kir û gava pêşîn di jiyana muzîkê ya profesyonel de avêt. Di sala 2003an de, wê albuma xweya yekem a solo bi navê Pêwiste Sitran bê Gotin Türkü Söylemek Lazım (bi tirkî) derxist.[1]

Piştra, di sala 2007an de, albûmên Gulên Sor Kırmızı Gül , û herî dawî di 2011an de, Xewnek Şîn Mavi Bir Düş bi hezkiriyên muzîkê re parve kir. Di sala 2011an de ji ber axaftinên wê yên ku di dema konserekê de hatibû axaftin ji aliyê dedgeha tirk ve 10 meh cezayê girtîgehê lê hate birîn.[1]

Kariyera siyasî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Pınar Aydınlar, xwediyê ramanek çepgir e. Ji ber peyamên ku wê di gelek konseran de daye gelek gelek car bi dadgehên dewleta tirk re rû bi rû ma. Bi taybetî di 25ê Adar 2009an de, ji ber ku wê di mitînga li Qada Baregeha Dersimê de îfade kir, dozek bi daxwaza 2 sal cezayê girtîgehê hate vekirin.[2]

Di hilbijartinên herêmî yên 2014an de, ji bo Hevserokatiya Şaredarî ya Bajarê Mazin a Stenbolê bi Sırrı Süreyya Önder re bû namzetê HDPê. Di hilbijartinên Adar 2015an de wekî namzet HDPê ya parlamenê beşdarî hilbijartinan bû. Pınar Aydinlar di rojnameya çepgir ya SoLê de ku di 1ê çirî ya 2012an de dest bi weşana xwe kiribû, de demekî karê nivîskariyê kir.[2]

Dîskografî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Albûm[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Türkü Söylemek Lazım (Pêwiste Sitran Bê Gotin) - 2003
  • Kırmızı Gül (Gula Sor) - 2007
  • Mavi Bir Düş (Xewnek Şîn) - 2011
  • Gidenlerimiz, Bêkes'lere (Kesênmeyên ku çûne, Jibo bêkesan) - 2016

Fîlmografî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Fîlm[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Devrimden Sonra (Piştî Şoreşê) - 2011

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ a b c "Pınar Aydınlar kimdir? | Gençlik Haber Sitesi | On5yirmi5.Com" (bi tirkî). 16 hezîran 2019.
  2. ^ a b KimNereli (6 çiriya pêşîn 2018). "Pınar Aydınlar Nereli? Kimdir? Kaç Yaşında? Siyaset ve Sanat Hayatı". Kim Nereli (bi tirkî).