Pan

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Pan
Perestvandînê Yewnanistana kevnare Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
ZayendMêr li ser wîkîdaneyê biguhêre
Agahiyên kesane
Dê û bav
Hevjîn
  • Egê Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Zarok
  • Akîs
  • Krêneos
  • Krotos
  • Sîlênos
  • Înks
  • Yambe
  • Glaukos Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
XanedanEgê Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Wekhev
Faunos Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Pan (bi yewnaniya kevin: Πάν, Pan) di mîtolojiya yewnanî de lehengekî nîvxwedawend û kurê Hermês û yê Penelopeyê ye. Ew xwedawendê şivanan , nêçîrvanan û mergên kovî bû. Sembola wî bizin ,cihê wê Arkadya bû. Ew mexluqetek ji satîran bû : ling, çokên wî yên bizina bû, qiloçên wê hebû. Piranî Xwedawend Dionîsosê re bû. Piranî seksê rê tê tekildarkirin ji ber wê zayînê re jî dihat tekildarkirin. [1]Hevaltiyê wî ji nîmfêyan re hebû:

Sîrînks û Pan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Sîrînks nîmfêyekî daristanê bû ,keça yezdana rûbaran Ladonê bû, Arkadyayê dijiya. Rojek ji rojan Pan ji nêçîrê vedigeriya rasta wê hat. Dilê wî kete wê. Lê Sîrînks guhneda pesnên wî, ji tirsa reviya ,dixwest ku biçê ba xwişkên xwe li çiyayê Lycaeumê. Giha ba xwişkên xwe lê Pan bi xeletî şiklên wan hemî guhert wan kire çîx. Bayekî sivik hat kete nav çîxan melodiyeke pir xemgîn ji wan hat. Pan hêj jî evîndarê wê bû , nizaniya nav wan çîxan de kîjan Sîrînks e ji ber wê her yekî re qetek jê vekir , lihev kir. Bi wê awayê ji xwe re enstrûmanekî çêkir, tu car bê wê nedigeriya.[1]

Êxo û Pan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Êxo ji aliyê Hêrayê hatibû cezakirin , civat û civînan da ji wê re çi bihata gotin ew wan dûbare dikir.Dilê Panê kete wê lê wê evîna her zilamekî rezîl dikir.Evîna Panê jî rezîl kir. Demekî şûnde ew dildarê Narcissusê bû. Wê li pey Narcissus çû hewzekê, li wir ew evîndarê dîsa xwe bû û bû kulîlka nêrgizê. Ekho winda bû, lê dengê wê hîn jî di şikeftan û deverên din ên mîna wan de dihat bihîstin.[1]

Pîtîs û Pan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Pan di heman demê de ji nîmfêya bi navê Pitîs jî hez dikir. Ew jî ji Panê revî Pan şiklê wê guherand wê kire dara çamê.[1]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ a b c d "Pan". Digital Maps of the Ancient World (bi îngilîzî). 12 îlon 2019. Roja gihiştinê 24 kanûna paşîn 2023.