Papa Yûhena Pawlos II
Papa Yûhena Pawlos II (jdb. 18ê gulanê 1920an - m. 2ê nîsanê 2005an ) ji sala 1978 heta 2005 papa bû.
Yûhena Pawlos II (anku, Yûhena Pawlosê Duyem, bi latînî: Joannes Paulus II) bi eslê xwe polonî ye û navê wî yê eslî Karol Józef Wojtyła ye. Ew sala 1920î li Polandê hatiye dinyayê. Wekî tradîsyon papayê katolîkan ji yekê îtalî dihat hilbijartin û ji sala 1522yê û vir ve ev kevneşopî dihate şopandin. Lê belê cara pêşiyê Karol Wojtylayê polonî di 16ê çiriya pêşîn a 1978an de wekî papa hat hilbijartin.
Papa Yûhena Pawlos II mirovekê gerxwaz bû û 104 caran çûye serdana welatên derve. Di dema desthilata YKSS'ya berê de wî gelek caran rexne li desthilata komunîstan digirt û piştgiriya opozîsyona Polondê dikir.
Papa Yûhena Pawlos II ku li gorî gelek bawermendên katolîk mezintirîn serokê dînî yê katolîkên cîhanê bûye di 2ê nîsanê 2005an katjimêr 21.37î de mir.