Bülent Ecevit

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Mistefa Bulent Ecevît
Serokkomarê Bülent Ecevît 2000.
Navê rastî
Mustafa Bülent Ecevit Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Jidayikbûn28ê gulana 1925an
Mirin5ê çiriya paşîn a 2006an
Enqere
Sedema mirinêXwînrêjiya mêjî li ser wîkîdaneyê biguhêre(Sedemên sirûştî)
Cihê goristanêGoristana Dewletê ya Tirkiyeyê Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
EsilTirk (Eslê Kurd)
Hevwelatî Tirkiye
Perwerde
PîşeSiyasetmedar, serokkomar
Meqam
  • Serokwezîrê Tirkiyeyê (1974–1974)
  • Serokwezîrê Tirkiyeyê (1977–1977)
  • Serokwezîrê Tirkiyeyê (1978–1979)
  • Serokwezîrê Tirkiyeyê (1999–1999)
  • Deputy Prime Minister of Turkey (1997–1999) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Partiya Siyasî
Hevjîn
  • Rahşan Ecevit Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Dê û bav
  • Ahmet Fahri Ecevit Li ser Wîkîdaneyê biguhêre (bav)
  • Nazlı Ecevit Li ser Wîkîdaneyê biguhêre (dê)
Xelat
  • Order of the Star of Romania Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Mustafa Bülend Ecevit (jdb. 28ê gulana 1925an li Stenbol − m. 5ê çiriya paşîn a 2006an li Enqere), siyasetmedarê mezin ê Tirkiyê, Serokwezîrê berê, rojnamevan, helbestvan û nivîskarek bû. Esle xwe kurd û bosnakî.[1]

Jiyan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ecevit, ku bi navê Karaoglan (Kurikê reşik)" jî dihat nasîn, di malbateke Mirtib (Aşiq, Roman, Çîgan, Çîngene) de 28ê gulana 1925an de li Stenbolê ji dayîk bû. Nameyê Ecevît bi zimanê Romanî ye û bi eslê xwe Hacîvat e. Bavê wî mitirb û diya wî ji bi eslê xwe bosnak bû. Bapîr û dapîrên wî li Kurdistanê hatine jiyanê. Piştî yekemîn cara ku li Tirkiye zagona paşnavan derdikeve, bavê wî paşnava Hacivat digire. Ji ber ku Hacivat di pêkenokiyê de tê bikaranîn paşê paşnava xwe dike Ecevit. Ew di sala 1945an de bi Rahşan Ecevit (Aral) re zewicî bû.

Pêşveçûnî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ecevit di nava refên CHP (Partiya Komar Gel) dest bi polîtikayê kir. Ji ber ku bavê wî yek ji endamên sazûmaniya nû ya komarê bû, Bülent Ecevit di dibistanên taybet de da xwand. Piştî dibistana amadeyî li Robert College, navê xwe li Zanîngeha Dadmendiyê ya Enqereyê beşa Ziman Dîrok Cografya tomarkir. Lê herçendî dibistanê naqedîne jî wekî ku qedandiye bêî dîplom di nava sazûmaniyê de kar kir. Li Balyozxaneya Tirkiyê li Londonê bi salan karê dîplomasiyê kir. Herwekî bêî dîplom bi pisporî karê rojnamegeriyê kir. Li London têkilî bi polîtîkvanên DYE datîne û li DYE dest bi kursên psîkolojî, şerê taybet, dîroka Rojhilata Navîn hwd kir.

Ew 27ê îlona 1957an de wekî mebûsê Enqereyê çû meclîsê. 14 Gûlanê 1972 an de ji İsmet İnönü şinda hat serokê Partiya Komara Gel hilbijartin. Li paş giştî hilbijartinê 26 ocaxê 1974 an de bi partiyê Necmettin Erbakan MSP(Milli Selamet Partisi, Partiya Milî Xweşî) re qoalisyon kir û bû Serokwezirê Tirkiye. Di Sala 1974an de fermana dagirkirina girava kîprosê kir. Piştî vê dagirkirinê li Tirkiyê bi navê "Karaoğlan - Lawikê reş" wekî lehengekî tê pêşwazîkirin. Derbê 12 îlon (12 Eylül)e şinda hat girtin û avêtina hapisxhanê. Ji zindanê derket şinda di sala 1987an de bû serokê DSP (Partiya Çepgîriya Demokratîk). Li paş giştî hilbijartinê 18ê nîsana 1999an an de DSP bû yekem û Ecevit dîsa bû Serokwezîre Tirkiyê. Di dema serokwezîrtiya xwe de bi navê çepgîriyê polîtîkayên rastgîr meşand.Ecevit 5ê çiriya paşîn a 2006an de jiyana xwe li Enqere ji dest da.

Berhem[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Pirtûkên Helbest[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Şiirler (1976), Helbest
  • Işığı Taştan Oydum (1978), Tîrêj ji kevir neqişand
  • El Ele Büyüttük Sevgiyi (1997), Evîn bi hev re mezin kir

Pirtûkên Siyasî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Ortanın Solu (1966), Çepê navendê
  • Bu Düzen Değişmelidir (1968), Divê ev sazûmanî bê guhertin
  • Atatürk ve Devrimcilik (1970), Atatürk û şoreşgerî
  • Kurultaylar ve Sonrası (1972), Komcivîn û paşî
  • Demokratik Sol ve Hükümet Bunalımı (1974), Çepa demokratîk û qeyrana hikûmetê
  • Demokratik Solda Temel Kavramlar ve Sorunlar (1975), Di çepa demokratîk de têgih û pirsgirêk
  • Dış Politika (1975), Polîtîkaya derveyî
  • Dünya-Türkiye-Milliyetçilik (1975), Cîhan-Tirkiyê-Neteweperwerî
  • Toplum-Siyaset-Yönetim (1975), Civak-Polîtîka-Desthilatî
  • İşçi-Köylü Elele (1976), Destbihevdin Karker-Gundî
  • Türkiye / 1965-1975 (1976), Tirkiyê
  • Umut Yılı: 1977 (1977), Sala hêviyê

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Haber7. "Ecevit: Kürt kökenliyim". Haber7. Roja gihiştinê 4 adar 2023.{{cite web}}: CS1 maint: numeric names: lîsteya nivîskaran (lînk)