Enqere
Enqere
| |
---|---|
| |
Ankara ![]() | |
![]() | |
Enqere li ser nexşeyê![]() | |
Koordînat: 39°56'9"Bk, 32°50'19"Rh | |
Parzemîn | Asya ![]() |
Dûgel | ![]() |
Beşa îdarî |
|
Paytexta |
|
Rêvebir | |
• Şaredar | Mansur Yavaş (2019–) ![]() |
Rûerd | |
• Giştî | |
• Bilindahî | 938 ±1 m ![]() |
Gelhe | 5.503.985 (2018) ![]() |
Dem | UTC+3 |
Koda telefonê | 312 |
Nîşana wesayîtê | 06 |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre![]() |
Enqere (bi tirkî: Ankara) paytexta Tirkiyê ye ku piştî bajarê Stenbolê duyem bajarê herî mezin ê Tirkiyê ye. Enqere bi navê kevn wek Angora hatiye binavkirin.[1] Bajêr li beşa navendî ya anatolyayê hatiye avakirin û nifûsa bajarî 5,1 milyon li navenda bajêr û 5,7 milyon e.[2][3] Bajêr di dema osmaniyan de bajarokek piçûk ê bêqîmet bû. Paytextê osmaniyan bajarê Stembolê bû. Dema ku osmanî têk diçin û Stenbol ji aliyê brîtaniyan ve ji destê osmaniyan tê stendin.
Enqere piştî damezrandina Komara Tirkiyê bajarokê wekê paytexta Tirkiyê tê ragihandin piştî ragihandinê Enqereyê mezin dibe. Li gund û navçeyên Polatlî û Haymana ku bi ser parêzgeha Enqereyê ve ye Kurdên Anatoliya Navîn dijîn. Li navenda Enqereyê popûlasyonek girêng a Kurdan hene ku di salên 90î de ji bajarên cûrbecûrên Bakurê Kurdistanê koçê Enqerê bûne.
Enqere di navbera salên 280 û 64ê b.z. de wekê paytexta dewleta kevnar a Keltî ya Galatyayê xizmet dike. Piştre di sedsala 25 û 7emê b.z. de dibe parêzgeha Romayê ya bi heman navî. Bajêr di demên curbicur bûye bajarê hattiyan, hîtîtan, lîdyayiyan, frîgyan, galatiyan, yewnaniyan, farisan, romayiyan û bûye bajarê bîzansiyan.
Osmaniyan bajêr pêşî wekê Eyaleta Anatolyayê (1393 – dawiya sedsala 15an) û piştre jî wekê Angora Eyalet (1827–1864) û serbajarê Wîlayeta Angorayê (1867–1922) diyar kirine. Navenda dîrokî ya Enqereyê girekî zinarîn e ku 150 mêtre li ser qiraxa çepê Çemê Enqereyê ye ku çem şaxek ji Çemê Sakaryayê ye. Li ser girê zinarîn xirabeyên Keleha Enqereyê hene ku xirabeyên kelehê heta roja îro hatiye. Her çend hindik be jî li seranserê bajêr mînakên mîmariya romayiyan û osmaniyan hene. Bermahiyên romayiyan a herî balkêş Perestgeha Augustus e ku ji sala 20ê b.z. ve maye.[4]
Di 23ê nîsana sala 1920an de Meclîsa Neteweyî ya Mezin a Tirkiyeyê li Enqereyê hatiye avakirin ku di Şerê Rizgariya Tirkiyeyê de dibe navenda Tevgera Neteweyî ya Tirkiyeyê. Bajêr piştî hilweşîna Împaratoriya Osmanîyan di 29ê cotmeha sala 1923an de piştî damezrandina Komara Tirkiyê bûye paytexta Tirkiyeyê.
Bajêr di roja îro de navenda rêveberiya Tirkiyê ye û di heman demê de bajarekî bazirganî û pîşesazî ya girîng e. Enqerê ji bo tora rêhesinî ya Tirkiyê navendek girîng e ku bi gelek bajarên der dor re bi tora rêhesinî ve hatiye girêdan.[5]
Wêne[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
-
Dîmenek ji Enqereyê û qeraja bajêr.
-
Dîmenek ji Birca Atakuleyê ku yek ji sembola bajêr e.
-
Dîmenek ji qebra Mustafa Kemal Ataturk.
-
Dîmenek ji Mizgefta Ahmet Hamdi Akseki.
-
Dîmenek ji stasyona trênê, Enqere.
-
Dîmenek ji roja hitîtan, Bîrdariya Kursu.
Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
- ↑ "William Morrow and Company". Wikipedia (bi îngilîzî). 8 tîrmeh 2023.
- ↑ "TÜİK Kurumsal". data.tuik.gov.tr. Roja wergirtinê: 8 tebax 2023.
- ↑ "Ankara City (Turkey): Districts - Population Statistics, Charts and Map". www.citypopulation.de. Roja wergirtinê: 8 tebax 2023.
- ↑ "Chisholm, Roderick Æneas, (23 Nov. 1911–7 Dec. 1994)". Who Was Who. Oxford University Press. 1 kanûna pêşîn 2007.
- ↑ "web.archive.org/web/20110719022657/http://www.ankara.bel.tr/AbbSayfalari/hizmet_birimleri/Cevre/kisi_basina_dusen_yesil_alan.aspx". web.archive.org. Ji orîjînalê hat arşîvkirin li 19 tîrmeh 2011. Roja wergirtinê: 8 tebax 2023.
{{cite web}}
: CS1 maint: bot: original URL status unknown (link)
Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
![]() | Ev gotara li ser bajarekî şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |