Partiya Komarparêz a DYAyê
Partiya Komarparêz a DYAyê
| |
---|---|
Logoya Partiya Komarparêz a DYAyê | |
Dewlet | Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê |
Dema avabûnê | |
Damezrîner | |
Serok | |
Cihê baregehê | |
Pêk tê ji | |
Hj. endaman | |
Maskot | Republican Elephant |
Rengê fermî | Sor |
Nerîna siyasî | Milê rastê |
Îdeolojiya siyasî | Muhafizekarî, federalism in the United States, American exceptionalism, economic liberalism, kevneperestiya sosyal, national conservatism, neoconservatism û neoliberalism |
Hejmara kursiyê |
|
Malper | gop |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Partiya Komarparêz a DYAyê, ku wekî GOP (Grand Old Party) jî tê zanîn, yek ji du partiyên siyasî yên sereke yên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ye. Ew di nîvê salên 1850î de wekî hevrikê siyasî yê sereke yê Partiya Demokrat, ku di wê demê de serdest bû, derket holê. Ji wê demê û vir ve her du partî hîn jî li ser siyaseta amerîkî serdest in. Sembola wan a nefermi fîl e, ku bi fermî wek sembola wan hatiye pejirandin. Eslê wê, mîna kerê komarparêzan, vedigere karîkaturîst Thomas Nast. Rengê partiyê yê komarparêzan sor e. Di pêşandanên televîzyonê an raporên medyayê de, senator, endamên Meclîsê û endamên din ên Partiya Demokrat bi gelemperî piştî navê xwe bi "(R)" têne nas kirin.
Partî di sala 1854ê de ji hêla çalakvanên ku li dijî Qanûna Kansas-Nebraska (ku rê da berfirehbûna koletiyê li herêmên rojava yên Kansas û Nebraskayê) derketin, wek partiya dijberiya xulamtiyê hate damezrandin.[1] Partiyê piştgiriya lîberalîzma klasîk û reformên aborî[2] dikir û di heman demê de li dijî belavbûna koletiyê li herêmên azad bû. Partî di destpêkê de li başûr gelekî kêm bû, lê li bakur her ku çû biserket. Di sala 1858ê de, wê piraniya partiya Whigs ya berê û ya Free Soilers berhev kir ku hema hema li her eyaleta bakur piraniyê bidest xist. Başûriyên Spî ji metirsiya li ser paşeroja koletiyê li DYAyê aciz bûn. Bi hilbijartina 1860an ya Abraham Lincoln, serokê yekem yê komarparêz, dewletên başûr ji DYAyê veqetiyan.
Di bin serokatiya Lincoln û kongreya Komarparêz de, Partiya Komarparêz berxwe da ku Dewletên Konfederal di Şerê Navxweyî yê Amerîkayê de têk bibe, bi vî rengî yekîtiyê biparêze û xulamtiyê betal bike. Dûv re, partî heya Depresyona Mezin di salên 1930-an de li qada siyasî ya neteweyî serdest bû, paşê piraniya xwe ya kongreyê winda kir û rê da ku bernameyên Peymana Nû ya Demokratan populer bibin. Hilbijartina Dwight D. Eisenhower di navbera serokên Demokrat de navberek kêm nîşan da. Wî piştî Şerê Cîhanî yê Duyem dest bi serdemek başbûna aborî kir. Cîgirê wî yê berê, Richard Nixon, di sala 1972ê de 49 eyalet bi dest xist. Hilbijartina Ronald Reagan di sala 1980ê de siyaseta neteweyî ji nû ve saz kir, parêzvanên bazara azad, muhafezekarên civakî, û kedkarên siyaseta derve ya Şerê Sar di bin ala komarparêzan de kom bûn.[3] Ji sala 2009an ve, partî di nava refên xwe de bi frakisyonên girîng re rû bi rû maye û ber bi populîzma rastgir ve diçe.
Di sedsala 21ê de partiya Komarparêz piştgiriya xwe ya herî xurt ji dengdêrên gundî, xiristiyanên evangelîst, mêr, hemwelatiyên pîr, û dengdêrên spî yên ku college (lîse) neqedandine distîne. Di mijarên aborî de, partî ji destpêka damezrandina xwe ve hewlestên karsaziyê diparêze. Ew herwiha piştgirî dide bacên kêm, di heman demê de li dijî sosyalîzmê, sendîkayên karkeran û lênihêrîna tenduristiyê ya yek-paker e.[4] Fraksiyona populîst piştgirî dide parêzbendiya aborî.[5] Di mijarên civakî de, komarparêz bi van mijaran têkildar e: sînordarkirina qanûnîbûna kurtajê, qedexekirina karanîna narkotîkê ya ji bo kêfê, pêşvebirina xwedîtiya çekan û sivikkirina sînorkirinên çekan û dijberiya tevgera mafên transgenderan. Di siyaseta derve de, sazûmana partiyê xêzeke destwerdanê digire û fraksiyona populîst piştgiriya îzolasyonîzmê dike. Partiya komarparêz ji sala 1964an vir ve ber bi rastgiriyê ve çûye.
Wek endama Partiya Komarparêz, Condoleezza Rice yekem jin û yekem wezîra derve ya afroamerîkî bû ku wek şêwirmenda ewlekariya netewî kar bike.
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ Brownstein, Ronald (22 çiriya paşîn 2017). "Where the Republican Party Began". The American Prospect (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 11 çiriya pêşîn 2024.
- ^ Fornieri, Joseph R.; Gabbard, Sara Vaughn (7 çiriya paşîn 2008). Lincoln's America: 1809 - 1865 (bi îngilîzî). SIU Press. ISBN 978-0-8093-8713-7.
- ^ Devine, Donald (4 nîsan 2014). "Reagan's Philosophical Fusionism". The American Conservative (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 11 çiriya pêşîn 2024.
- ^ "The Political Quarterly". Wikipedia (bi îngilîzî). 6 tîrmeh 2024.
- ^ "How Trump Could Deal Another Blow to Already Hobbled WTO". Bloomberg.com (bi îngilîzî). 4 îlon 2023. Roja gihiştinê 11 çiriya pêşîn 2024.