Paul Éluard

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Paul Éluard (z. 14'ê berfanbarê 1895, Saint-Denis – m. 18'ê sermawezê 1952, Charenton-le-Pont), helbestvanekî frensî ye.

Paul Éluard
PîşeNivîskar , Helbestvan
Tevgera wejêyîSurrealîzm
Şanenav
biguhêreBelge

Paul Éluard, di 14'ê berfanbarê a sala 1895 de li bajarê Saint-Denis hate dinê. Bavê wî karmend û diya wî jî terzîtî dikir. Navê wî yê rastîn Eugène Grindel e. Dema bavê wî terka malbata xwe kir, ew hê zarok bû. Diya wî ew û her du birayên wî çûne cem pîrika xwe. Ewî zarokaniyek gelek bi êş û jan bihurand. Di huvdeh saliya xwe de bi nexweşiya êşa zirav, kefte nav nivînan. Du salan di senatoryumekê de raza û ji perwerdehiya xwe dûr keft. Piştî ku ji nexweşxaneyê derkeft, wî birin leşkeriyê. Piştî pênc mehan îcar nexweşiya Bronşîtê bela xwe lê da. Ji ber êş û nexweşiya wî di leşkeriyê de karê namenivîsandina leşkeran û xwendina wan didinê. Di ber hemû van êş, jan û karên xwe re her tim pirtûk li ber destê wî ne û wêjeya Frensî dişopîne û dinivîse. Bi mirina Apollinaire gelek diêşe û li ber wî dikeve.Pişt re rastî gelek wêjevanên xort dihê; L.Aragon, A.Breton, R.Desnos, H.Arp, M.Ernest...û bi van re tevlî Dadaist’a (Rêbazeke ku qet giringî bi rêzikê zmên û estetîkê nade) û surreralîstan dibe.

Gora Paul Éluard

Di sala 1924 ê de derdikeve rêwîtiyekê ku dê paşê ew bi xwe jî poşman bibe. Ji Tahiti, Gravên Cook, Zelanda Nû, Cava, Sumatra, Seylan, Hindistan. Pişt re hevala wî Gala diçe hawara wî û wî dihêne Marsêyê. Li dijî Franko dikeve nava rêzeçalakiyan û di nav refên Azadîxwazên Spabyolî de cihê xwe digire. Helbesta wî ya bi navê Liberte (Azadî) mîna sirûda azadiyê olan dide û di serhildanê de cihekî taybet digire. Di sala 1946 de dev ji Gala berdide û bi Nuch re dizewice. Di nav şahidên vê zewacê de yek jê jî Pîkaso ye. Di sala 1952 an, di roja 18 ê Sermawezê de bi nexweşiya dil diçe ser dilovaniya xwe.

Eluard, di afrîneriya xwe de da pey Sureralîstan. Wî her tim êş, kul û xemên civaka xwe anî zimên. Zimanekî sade, herikbar û rojane bikar anî. Ji kelepûra helbesta Frensî sûd wergirt û li ser wê qesreke xweşik û bêhempa ava kir. Ticar stranên xav û beredayî negotin. Bi riya helbestê pireke saxlem di navbera xwe û mirovahiyê de ava kir. Wî hemû serpêhatiyên xwe ên bi êş û jan mîna mirovekî ji rêzê vegot û bo vê gotinê jî şêwazeke cuda ji xwe re ava kir. Bi ristên kurt û balkêş hest û dilîniyên cemawer rakir pêdarê. Di helbestên wî de dem ne bi sînor e. Remz û sembolên ku bikaranîne pir bi hosteyî afirandine. Marcenak, bo rasteqîniya di helbesta wî de wiha dibêje; “Însan ne ji bo şer hatiye dinê, lê ji bo bi jin û zarokên xwe re bextewer bijî.

Helbestên Eluard heta mirovahî hebe dê mîna tîrêjên rojê bibiriqin û hêvî, daxwaz û riya bexteweriya wan ê rohnî bike.

Tev li şerê cîhanê ên yekemîn dibe, ev şer bandorekî mezin li ser helbestvan dihêle, piştî wî dibe endamê partiya Kominîst

Di şerê cîhanê ên 2. de di nav tevgera berxwedanê de cîh digre wî deme helbesta xwe a "Azadî" bi dizî dide weşandin.

Niha di wêjevaniya frensî de di nav ên herî mezin da cîh digre. û helbestên li gelek zimanan hatîye wergerandin.

18.11.1952 da bi kirîza dil terê ser dilovaniya xwe.

Helbst[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Helbesta wî ya bi navê Azadî[1]

Li deftera xwe ya dibistanê
li darên maseya xwe
li xîzî li berfê
navê te dinivîsim
Li hemû rûpelên nivîsandî
li hemû rûpelên vala
li kevirî li xwînê li kaxezê li xweliyê
navê te dinivîsim
Li wêneyên zêrrkirî
li çekên şerrvanan
li taca paşayan
navê te dinivîsim
Li çolistan û dehlistanê
li hêlîna firrindeyan li nokan
li dengvedana zarrokiya xwe
navê te dinivîsim
Li seyriyên şevê
li nanê sîs yê rojê
li demên dezgirtî hev
navê te dinivîsim
Li zeviyan li qeraxa esman
li çengên çivîkan
li aşê siyan
navê te dinivîsim
Li her hilma elindê
li deryayê li keştiyan
li çiyayê şeyda
navê te dinivîsim
Li kefa ewran
li dilopên xuhokî yên bahozê
li barana tund û bêtam
navê te dinivîsim
Li dirûvên dibiriqin
li demjimêrkên rengan
li rastîniya fizîkî
navê te dinivîsim
Li şiverêyên haybûyî
li rêyên vebûyî
li meydanên di ser kinarên xwe re berfire dibin
navê te dinivîsim
Li lampeya hildibe
li lampeya ditemire
li xaniyên hatî hev
navê te dinivîsim
Li fêkiyê awêneyê
û odeya parvekirî
li doşeka xwe ya vala
navê te dinivîsim
Li seyê xwe yê hesûd û sernerm
li guhên xwe yên durhîkirî
li destê wî yê goc
navê te dinivîsim
Li nêrdewana ber deriyê xwe
li tiştên nas
li hurmîna bayê pîroz
navê te dinivîsim
Li rûyê pencereya surprîzan
li lêvên hişyar
li raserî bêdengiyê
navê te dinivîsim
Li stargehên xwe yên ruxandî
li bircên xwe yên hilweşî
li dîwarên bêriya xwe
navê te dinivîsim
Li dûriya bêbêrîkirin
li tenêtiya tazî
li gavên mirinê
navê te dinivîsim
Li saxiya vegerrî
li xeteriya rê lê hatî girtin
li hêviya bêbîr
navê te dinivîsim
Û bi hêza peyvekê
dîsan dest bi jiyana xwe dikim
hatim dinyayê daku te binasim
da ku nav li te bikim
Azadî
Werger: Husein Muhammed

Berhem[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • La Vie immediate (1932),
  • La Rose publique (1934),
  • Les yeux fertiles (1936)
  • Cours naturel (1938)

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]