Berken Bereh

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Berken Bereh
Helbestvanê kurd Berken Berek (2019)
Jidayikbûn1954 (69–70 salî)
Şirnex
PîşeHelbestvan
Zimanê nivîsinêKurdî
NeteweKurd
Salên çalak1978 - heta îro
biguhêreBelge

Berken Bereh helbestvanekî kurd e. Di sala 1954an de li bajarê Şirnexê ji dayîk bûye. Di sala 1978an de dest bi nivîsandinê bi zimanê kurdî kiriye. Yekemîn car helbestên wî di kovara Tîrêj de (yekemîn kovara kurdî ye li Bakur) de hatiye belav kirin.

Heta niha helbest û nivîsarên wî di gelek kovar û rojnameyên kurdî mîna (Tîrêj, Nûdem, Jiyana Rewşen, Hîwa, Azadiya Welat, Tîroj û yên internetî û hwd.) de belav bûne. Di sala 1999an de bi navê "Kulîna Kulîlkan" kovareke internetî amade kir. Çar hejmar derket. Ev yekemîn kovara internetî li Bakur bû. Pirtûkek helbestan bi navê "Êş" Di sala 2001ê de, herweha yek bi navê "Şagirtên Evînê" di 2003yan de bi rêya Weşanên Sî li Stembolê û "Pandomîm" 2006 li Amedê Weşanen Belkî û "Şîna Helbestê" 2008 weşanên Doz çap bûn.

Li zanîngeha Bilgiyê ya Stembolê, ya Colemêrg û her wiha li gellek bajarên Kurdistanê wek Hewlêr, Dihok, Amed û Wanê tevlî festîval û konferansan bû û teblîx pêşkêş kir. Ji bilî navê xwe Berken Bereh bi mexlasên mîna Serwer Botî, Argeş Amedî û Mem Bêtîr jî gotar û nivîs lê kir û weşand. Niha jî di malpera Diyarnameyê de panzdeh rojn carekê gotarên xwe belav dike[çavkanî hewce ye].

Berhem[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]