Cheeseburger

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Penîrbûrger hat beralîkirin)


Cheeseburger

Cheeseburger hambûrgereke bi şêrteke penîr e.

Bi awayê normal şêrteke penîr li ser kufteyekî gilover tê danîn. Xwaringehên di cîhanê de penîrên cûr bi cûr hildiden. Çedar, penîrê swîsreyî , mozzarella, Monterey û penîrên herî giring in. Di wek hambûrgerê cheeseburger jî dikare bi pir naverok be wek mînak: selete, firengî, pîvaz, arû, gormiz, mayonez , ketçap û bi pîleberêz ve hene. Naverokên ku hindik tên bikaranîn wek mînak siyale û zeytûn ne.

Her wiha cheeseburger bi pir şêrt û kifte jî hene. Wana re cheeseburgerê duqat an jî cheeseburgerê sêqat tê gotin. Gelek cheeseburgerê bi wê cure bi goştê beraz ne û wisa lewma li Amerîkayê gelek caran cheeseburgerê mezin re bacon triple cheeseburger (cheeseburgerê goştê beraz yê sêqat) dibêjin.

Cheeseburgereke taybet bi navê Juicy Lucy ye. Di wê cure de pênîr hindirê goşt de ye û paşê goşt heta helandina penîrê tê biraştin.

Di wek dahênerê cheeseburgerê Lionel Sternberger tê navandin ewê ku di sala 1924an jî 1926an de di xwaringeha bavê xwe de bi ceribandin şêrtek penîr li ser hambûrgerek bi dest xist.[1] Xwaringehên din jî ji bo dahêneriya cheeseburgerê maf xwe re hildidin. Îzbata yekem a nivîsandin di menûya xwaringeha O'Dell's li Los Angeles ji sala 1928 tê dîtin.[2]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Spiers, Katherine (18 îlon 2013). "Were Cheeseburgers Invented in Pasadena?". KCET (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 18 nîsan 2019.
  2. ^ "Old Menus Tell the History of Hamburgers in L.A." www.metnews.com. Roja gihiştinê 18 nîsan 2019.