Penîr
Penîr an penêr zadekê hişk e ko ji şîrê çêlan (manga), mihan, bizinan û memikdarên dî dihêt çêkirin. Şîrî bi hêvênê penîrî ango rennetê û tirşandinê dikin penîr. Bakterî dikarin şîrî bitirşînin û dewrekê girîng di pêkhatina penîrî û çêj ango tam û bêhna penîrî da digêrin.
Bi sedan cureyên penîran hene. Penîrên curane bi rêya bikaranîna şîrê memikdarên cuda cuda, bakteriyên cidacida û şêwazên din tên berhemanîn. Zadê ku memikdar dixwerin û bikaranîna giyayên bêhndar jî yek ji rêyên berhemanîna coreyên penîran in.
Jibo hindek penîran şîrî bi sirke an ava lîmonê ditirşînin. Lê piraniya penîran bi rêya tirşandina şîrî bi bakteriyayan dihên çêkirin. Bakterî şekira şîrî dikin Tirşê Şîrî anko laktîk asîd. hêvênê penîrî coreyekê anzîman e ko bi awayekê kevneşopî ji navpoşa aşika savayên pez û gareşan dihêt girtin. Lê niha ev hêvên di ezmûngehan da jî dihêt berhemanîn.
Çend cureyên penêran
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Jajî, li Behdînan
- Jajiya babûrî
- Penêrê babûrî
- Penêrê bisîrik
- Penêrê derfa
- Penêrê Dîlokê
- Penêrê eyar / penêrê eyaran
- Penêrê gvîpincar (?)
- Penêrê kezî
- Penêrê meşkê
- Penêrê pûngê
- Penêrê reşreşkê
- Penêrê siyaboyê
- Penêrê sîrikê
- Penêrê spî
- Penêrê sûravkê
- Penêrê ter
Çend giya ji bo bêhndarkirina penêrê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Penêrên cuda cuda
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]-
Penîrê Saint-Felicien (Fransa)
-
Penîrê Blue Stilton (Îngilistan)
-
Karxaneya penîrê Parmigiano (Îtalya)