Peymana Kadeşê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Peymana Kadeşê ji Muzeya Arkeolojiyê ya Stembolê

Peymana Kadeşê, peyameke dîrokî ye. Di sala 1274an berî zayînê de di navbera Fîrawinê Misirê Ramses II û Keyê hîtîtan Muwatallî de li Sûriyê li bajarê Kadeşê şerrekî mezin diqewime. Ev şer mîna Şerê Kadeşê derbasî dîrokê dibe. Şer bi Peymana Kadeşê bi dawî dibe. Gorî vê Peymanê Ramsesê II xwe ji cihên ku berî şer bi dest xisti bû, vedigşîne û bajarê Kadeşê ji hîtîtiyan re dimîne.

Di pêvajoya Peymanê de, di encama serhildaneke di artêşê de derket Key Muwatallî tê kuştin. Peyman ji aliyê Hattuşîlî yê ku dikeve dewsa Muwatallî tê îmzekirin. Ev peymana ku di 1269an berî zayînê de hat îmzekirin, yekem peymana cîhanê tê pejirandin. Peyman bi nivîsa mîxî li ser lewheyên zîv bi zimanê Akadî hatiye nivisandin. Ji xeynî vê li kêleka mora key, mora şahbanû jî heye.

Orjînala nivîsên vê peymanê ku li ser lewheyên zîv hatibû nivisandin wenda ye. Kopiyek ji vê peymanê li Misirê li ser dîwarê perestgeha hatiye nexşkirin û mînakeke wê jî di lêkolînên Bogazkoyê hatibû dîtin li Muzeya Arkeolojî ya Stembolê tê pêşandin.

Kopiya Peymana Kadeşê ku li ser tabletan bi nivîsa mîxî hatibû nivisandin û li Hattuşa hatibû dîtin, li New Yorkê li avahiya Dewletên Yekbûyî ve hatiye daliqandin.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]