Piştêna hewzê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Piştêna hewzê beşek j pelepeykerê ye.

Piştêna hewzê an jî piştêna qorikê (bi inglîzî: pelvic girdle / hips) pêkhateya bi şeweyê bazinî ye li jêrê zikê mirov de cih digire.

Piştêna hewzê ling û pêyan bi tewerepeykerê ve girê dide.[1] Ji ber ko piştêna hewzê li bin giraniya laş de ye û berpirse ji bo livîna laş, piştêna hewzê bi besterên zexm, bi tewerepeykerê ve girêdayî ye. Di beşa ko hersê hestiyên qorikê; kemax, rûv û hestiyê qûnê bi hev re tên girêdan, kortikek (çalik) taybet heye ji bo girêdana hestiyê ran. Hestiyên ran bi navbeynkariya besteran bi piştêna hewzê ve girêdayî ne.[2]

Piştêna hewza mirov ji hestiyên qorikê (bi inglîzî: hip bones), hestiyê sêbende û hestiyê qilênce pêk tê. Hestiyê qorikê cot in. Her yek ji hestiyê qorikê ne yek, lê ji sê hestiyên bi hevre zeliqî pêk tên. Hersê hestiyên qorikê; hestiyê kemaxe (bi latînî: ilium), hestiyê rûv (bi latînî: pubis) û hestiyê qûnê (bi latînî: ischium) ne.[3] Di temenê mindaliyê de di navbera hersê hestiyan de kirkirk heye, lê di temenê 13-15 saliyê de hersê hestî yek dibin û wekî hestîyê qorikê tê navkirin.[2]

Kemax[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ji hersê hestiyên qorikê yê herî gir hestiyê kemaxê ye.[4] Hestiyê kemaxê li herdu kêlekên hewzê ber bi jor û paşiyê ve dirêj dibin û li paşiyê laş bi sêbendê re bi gehek nebizêw (nelivok) ava dikin. Geha sêbende û kemaxê gehek zexm e û darbeyên ji ber giraniya laş kêm dike. Hestiyê kemaxê bi alikî ve sêbendeyê ve girêdayî ne li aliyê jêr jî bi hestiyên rûv û qûnê ve girêdayî ne. Hestiyên kemaxê ji herdu aliyên qorikê ber bi navtengê dirêj dibin. Heke mirov destên xwe li herdu kêlêkê de dayine ser qorika xwe, mirov bi hêsanî dikarê perên hestiyê kemaxê hest bike[4]. Ev beşa kemaxê ko mirov bi dest hest dike, wekî taca hestiyê kemaxê tê navkirin. Ji ber ko şêweyê vê beşê dişibe baskê balîndeyan, ev beşa kemaxê wekî baskê kemaxê tê navkirin.

Piştêna hewza jinan firetir e.

Hestiyê qûnê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Hestiyê qûnê li jêr û ber bi aliyê paşîyê piştêna hewzê de cih digire.[5] Bi hestiyê rûv û kemaxê ve girêdayî ye. Gava mirov li ser qûnê rû dinê, giraniya mirov dikeve ser van hestiyan.[2]

Hestiyê rûv[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Beşa pêşî ya piştêna hewzê ji hestiyên rûv pêk te. Hestiyên rûv bi hestiyê kemaxê ve girêdayî ne û ji herdu aliyan ber bi aliyê pêşiyê laş dirêj dibin. Li pêşiyê de digihîjin hev û bi navbeynkariya kirkirkê, bi gehek nebizêw girêdan ava dikin. Ango herdu hestiyên qorikê li aliyê paşî de bi sêbendê ve, li aliyê pêşî jî bi hev re girêdayî ne. Bi vî awayî di nav laş de pêkhateyek mîna hewz an jî legen ava dikin, ji vê pêkhateyê re tê gotin pîştêna hewz an jî piştêna legen.

Piştêna hewzê destek dide endam û pêkhateyên nav zikekelênê. Herwisa giraniya laş ji birrbirreya piştê diguhêzîne ser ling û pêyan. Hestiyên piştêna hewzê ji bo û masûlkeyên lingan rûyek req ava dike.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Rye, C., Wise, R., Jurukovski, V., Desaix, J., Choi, J., & Avissar, Y. (2017).Biology. Houston, Texas : OpenStax College, Rice University,
  2. ^ a b c McKinley, M., & O'Loughlin, V. (2011). Human Anatomy (3rd ed.). New York, NY: McGraw-Hill
  3. ^ Mader, S., & Windelspecht, M. (2017). Human Biology (15th ed.). New York, NY: McGraw-Hill Education.
  4. ^ a b Betts, J., Desaix, P., Johnson, E., Johnson, J., Korol, O., & Kruse, D. et al. (2017). Anatomy & physiology. Houston, Texas: OpenStax College, Rice University,
  5. ^ Waugh, A., Grant, A., Chambers, G., Ross, J., & Wilson, K. (2014).Ross and Wilson anatomy and physiology in health and illness (12th ed.). Edinburg: Elsevier.