Tewerepeyker

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Peykerekoendama mirov ji tewerepeyker û pelepeyker pêk tê.

Tewerepeyker an jî peykera tewere (bi îngilîzî: axial skeleton), tewereya hestiyên navendî ya laş e.

Hestiyên peykerekoendama mirov dabeşî du pişkan dibe;

Tewerepeyker (bi îngilîzî: axial skeleton) û Pelepeyker (bi îngilîzî: appendicular skeleton)[1]

Tewerepeyker ji hestiyên kiloxê serî, hestîkên bihîstinê yên guhê naverast, hestiyê ziman (bi îngilîzî: hyoid bone), birrbirreya piştê û qafesa sîngê pêk tê.

Kilox[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Kilox mejiyê diparêze.
Tewerepeyker tewereya hestiyên navendî ya laş e

Kilox beşek ji tewerepeykerê ye. Kilox mejiyê diparêze û destek dide bo pekhateyên ser rûyê mirov[2]. Kilox ji 22 hestiyan pêk tê û hestiyên pan û hestiyên bêserûber li xwe digire[3]. Kilox dabeşî du beşan dibe; hestiyên serî (bi îngilîzî: cranial bones) û hestiyên rûyê (bi îngilîzî: facial bones). Herwisa hestîkên bihîstine û hestiyê ziman jî wekî hestiyên di kiloxê de tên hesîbandin.

Hestiyên serî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Hestiyên serî 8 in[1]. Di laşê mirovên pêgehiştî de ev 8 hestî bi gehên nebizêw (nelivok) bi hev re girêdayî ne, bi vî awayî kiloxekelênê pêk tînin. Mejî di nav kiloxekelênê de cih digire.

Navê 8 hestiyên serî:

  • Hestiyê eniyê (bi îngilîzî: frontal bone)
  • Hestiyên beleguhê (bi îngilîzî:temporal bone)
  • 2 Hestiyên cênikê (bi îngilîzî:sphenoid bone)
  • Hestiyê tasa serî (bi îngilîzî:parietal bone)
  • Hestiyê patikê (bi îngilîzî: occipital bone)
  • Hestiyê bêjingî (bi îngilîzî:ethmoid bone)[2]

Hestiyên rûyê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Kilox ji 22 hestiyan pêk tê.

Rûyê mirov ji 14 hestiyan pêk tê[1]. Hestiyên rûyê ji bo endamên hestê (çav, dev û difin) kelênên piçûk (valahî) ava dikin. Bi vî awayî devê coga henaseyê û coga herîsê diparêzin. Herwisa ji bo masûlkeyên rû bingehek req ava dikin.

Navê 14 hestiyên rûyê:

  • Hestiyên difinê(bi îngilîzî: nasal bones)
  • Hestiyên çena jorîn (maxillary bones)
  • Hestiyên hinarikê (bi îngilîzî: zygomatic)
  • Hestiyê melaşû (bi îngilîzî: palatine)
  • Hestiyê vomer
  • Hestiyên kaniya çav (bi înglîzî: lacrimal bones)
  • Konkaya jêrê difinê (bi îngilîzî: inferior nasal conchae)
  • Çena jêrîn (bi îngilîzî: mandible)

Hestiyê vomer û çena jêrîn tek, hemû hestiyên din ê rûyê cot in[4].

Hestîkên bihîstinê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Hestîkên bihîstênê, hestiyên herî hûrik in.

Hestîkên bihîstinê di guhê naverast de , di nav hestiyê beleguhê de cih digirin[5]. Karê sereke yê van hestîkan guhêztina pêlên dengan e[6]. Li her guhek de sê hestikên bi navê çekûç, dezgeh û zengû heye. Hestîkên bihîstinê, hestiyên herî hûrik in di laş de.

Hestiyê zimanê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Hestiyê zimanê bi şeweyê nalên hespan e[3]. Hestiyê ziman li bin çena jêrîn, li aliyê pêşîyê stû de cih digire. Ji bo ziman wekî bingehek livok kar dike. Hestiyê ziman bi tu hestî ve girêdayî nîn e[4], bi masûlkeyên çeneyê, qirrik û ziman ve girêdayî ye[2].

Qefesa sîngê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Qefesa sîngê ji birrbirre, parsû, kirkirk û hestiyê sîngê pêk tê.

Qefesa sîngê (bi îngilîz: thoracic cage / ribcage) ji 12 heb birrbirre, 12 cot parsû, kirkirkên parsûyan û hestiyê sîngê pêk tê[3]. Qefesa sîngê bi eslê xwe kelênek e ko di nav wê de dil û pişik cih digirin. Karê serekî ya qefesa sîngê parastina dil, pişik, borrîhewa û soriçikê ye[1].

Ji ber şêweyê rêza parsûyan û hebûna kirkirkan, gehên qefesa sîngê gehên lîvoka sinordar in. Loma qebereya qefesa sîngê sabît nîn e, ji ber girjbûn û xavbûna navpençikê û masûlkeyên navbera parsûyan, diguhere[3].

Hestiyê sîngê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di laşê mirovên pêgehiştî de hestiyê sîngê (bi îngilîzî: sternum / breastbone) hestiyek dirêj û pan e û li ser dîwarê pêşî ya qefesa sîngê de di navbera parsûyan de cih digire[7]. Li gel parsûyan, dil û pişikan diparêze. Hestiyê sîngê ji sê hestiyên bi hev re zeliqî pêk tê û dişibe xencerek. Hestiyê beşa jorîn hestiyê herî fire ye, dişibe destika xencerê û wekî manubriyum (manubrium) tê navkirin. Hestiyê ko dişibe devê xencerê, hestiyê duyem a hestiyê sîngê ye. Ev hestî hestiyê herî dirêj ê hestiyê singê ye û wekî ten (bi îngilîzî: body) tê navkirin. Hestiyê seyêm a hestiyê sîngê dişibe serê xencerê. Ev hestî wekî niçika zîfoîd (xiphoid) tê navkirin. Niçika zîfoîd li kotahiya hestiyê singê de cih digire, li aliyêkî ve bi hestiyê tenê ve girêdayî ye, serê vî yê din bi masûlkeyên navpençikê ve girêdayî ye[8].

Parsû[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Laşê mirov de 12 cot parsû heye.

Parsû (bi îngilîzî: rib) hestiyên dirêj, kevaneyî û pan in[7]. Dîwarê qefesa sîngê bi eslê xwe bi beşdariya hestiyên parsû pêk tê[2]. Hemû mirov, mêr û jin xwediyê 12 cot parsûyan e[7]. Hemû cotên parsûyan li aliyê piştê, rasterast bi birrbirreyên sîngê ve girêdayî ne[8].

Parsû bi kîjan birrbirreyê ve girêdayî be, navê wî hestiyê digire. Serê parsûyan li aliyê paşiyê sîngê de bi birrbirreyên singê yên T1- T12 yan ve girêdayî ne. Ango cota parsûya yekem bi birrbirreya sîngê ya yekem (T1) ve, cota duyem bi birrbirreya duyem (T2) ve,....cota parsûya 12mîn jî bi bi birbirreya 12mîn (T12) ve girêdayî ye. 7 cot parsûyên mirov, wekî parsûyên rasteqîn, 5 cotên parsûyan jî wekî zirparsû tên navkirin[4]. Her yek ji parsûyên rasteqîn bi navbeynkariya kirkirkên parsûyê, rasterst bi hestiyê sîngê ve girêdayî ne. Sê cotên zirparsû (parsûyên 8.,9.,û 10.) pêşî bi kirkirka parsûya 7em ve girêdan ava dikin, paşê bi navbeynkariya kirkirka parsûya 7emîn hersê parsû bi hestiyê sîngê ve tên girêdan. Du cotên zirparsû bi hestiyê sîngê ve girêdayî nîn in, loma wekî parsûyên serbest tên navkirin[4].

Birrbirreya piştê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Birrbirreya piştê ji stûna hestiyên birrbirreyê (movik) pek tê. Ango gellek hestiyên birbirreyê mîna stûnek li ser hev rêz dibin, em ji vî stûna hestî re dibêjin birrbirreya piştê. Birrbirreya piştê ji binê kilox, ji hestiyê patikê dest pê dike heta piştêna hewzê (bi înglîzî: pelvic girdle) dirêj dibe[9]. Di nav kuna hestiyên birrbireyê de dirkepetik derbas dibe. Stûna hestiyên birrbirreya piştê, dirkepetikê dipêçe û diparêze[2]. Stûna birrbirreya piştê ya mirovek pêgehîştî ji 26 hestiyan pêk tê. Ji vana 24 heb birrbirre ne, yek hestiyê sêbende (bi îngilîzî: sacrum) û yek jî hestiyê qilênce (bi îngilîzî: coccyx ) ne. Ango birrbirreya piştê ji 24 birrrbirre û ji 2 hestiyan pek tê[1].

Anatomiya Birrbirreyê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Birrbirreyek asayî ji ten , kevaneyê birrbirreyê û hin niçikan pêk tê.

Birrbirreyek asayî ji ten (laş), kevaneyê birrbirreyê û hin niçikan pêk tê. Ten beşa aliyê pêşiya birrbirreyê ye ko destek dide giraniya laş. Loma qebare û stûriya tenê birrbirreyan, her ko ji stû ber bi sêbendeyê ve diçe zêde dibe[2]. Li stûna birrbirreyê de di navbera tenê birrbirreyan de xepleyek (disk) kirkirkî heye. Navê vê kirkirkê, xepleya navbera birrbirreyê (bi îngilîzî: intervertebral disk) ye. Xepleya kirkirkî, birrbirreyan bi hev re girê dide, lê nahêle hestiyên birrrbirreyan bigihîjin hev û ziyan bidin hev. Kevaneyê birrbirreyê, beşa paşiya birrbirreyê peyda dike û ji çar pişkan pêk tê. Pedîkula çep û ya raste, lamîneya çep û ya rastê. Pedîkul, kêlekên kevaneyê birrbirreyê ne û bi aliyê paşiya tênê ve girêdayî ne. Herdu lamîna, paşiya kevaneyê birrbirreyê pêk tînin. Di navbera ten û kevaneyê bîrrbirreyê de kunek heye. Dirkepetik di nav kuna birrbirreyê de dirêj dibe[10].

Stûna birrbirreya piştê ji 24 birrrbirre û ji 2 hestiyan pek tê

Ji kevaneyê birrbirreyê heft niçik dirêj dibin. Cotek ji niçkan wekî niçikên berwarî tên navkirin. Niçikên berwarî ji xala ko pedîkul bi lamînayê ve girê dibe, dirêj dibin. Li aliyê paş, ji bîrrbîrreyê niçikek dirêj dibe, navê wê, niçika dirrîkî ye.

Cotek niçikên geha jorîn li herdu aliyên birrbirreyê ve ber bi jor dirêj dibin û rûyek piçûk peyda dikin . Cotek niçikên geha jêrîn jî ber bi jêr ve dirêj dibin û rûyek piçûk ava dikin. Birrbirre bi navbeynkariya niçikên geha jorîn, bi birrbirreya jorê xwe ve girêdan avadike.

Beşên birrbirreya piştê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Birbireya piştê ya mirov dabeşê 3 beşan dibe; birbirreyên stû (7), birrbirreyên sîngê (12) û birrbirreyên kêlekê (5)

Birrbirreya piştê çar kevane li xwe digire.

Birrbirreyên stû (bi îngilîzî: Cervical vertebrae) 7 heb in û wekî C1, C2, ..... C7 tên nîşankirin. Ji vana C1 û C2 birbirreyên taybet in. Birrbirreya stû ya yekem (C1) wekî atlas, a duyem, a binê atlasê jî wekî tewere (bi îngilîzî: axis) tê navkirin[3].

Birrbirreyên sîngê (bi înglîzî: thoracic vertebrae) 12 heb in. Wekî T1, T2,.....T11, T12 tên nîşankrin[4]. Ji ber ko destek didin giraniya laş, birrbirreyên sîngê ji birrbirreyên stû mezintir in.

Birrbirreyên kêlekê (bi îngilîzî: lumbar vertebrae), destek didin ji bo giraniya beşa jorîn a laş. Loma birrbirreyên herî mezin ên birrbirreya piştê ne. Birrbirreyên kêlekê 5 heb in û wekî L1, L2....L5 tên nîşankirin.

Sêbende[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Sêbende (bi îngilîzî: sacrum) ji pênc birrbirreyên seretayî yên bi hevre zeliqî pêk tê[4]. Hestiyê sêbendeyê bi şeweyê sêgoşeyî ye û ber bi pêşî ve rûçal e.

Qilênce[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Qilênce an jî hestiyê boçikê (bi îngilîzî: coccyx / tailbone) hestiyek piçûk ê sêgoşeyî ye. Bi gelemperî çar birrirreyên kotahiyê bi hev re dizeliqin bi vî awayi qilênce peyda dibe[8]. Qilênce bi sêbendeyê ve girêdayî ye.

Livîna birrbirreya piştê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di navbera birrbirreyên piştê de geha lîvoka sinordar heye. Lê ev sinor ji bo geha navbera du hestiyan e. Ji bo tevahiya stûna birrbirreyê livîn hê hesantir e. Bi alîkariya masûlkeyan, birrbirreya piştê dikare bi hêsanî ber bi pêşî, paşî û çep û rastê biçemîne. Bester (bi îngilîzî: ligament) birrbirreyan bi hev re girêdayî dihêle. Herwisa cihê xepleyên navbera bîrrbirreyan sabît dike û nahêle ji cihên xwe bilivin. Hestiyên birrbirreyê li ser hev rêz dibin lê di navbera hestiyan de kirkirk (kirkirage) heye. Navê vê kirkirkê, xepleya navbera birrbirreyan e (bi îngilîzî: intervertebral disks). Ango rûyê hestiyan temasê hev nakin[4]. Loma lêkxişandina hestiyan rû nade.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ a b c d e Solomon, E., Martin, C., Martin, D., & Berg, L. (2015).Biology. Stamford: Cengage Learning.
  2. ^ a b c d e f Betts, J., Desaix, P., Johnson, E., Johnson, J., Korol, O., & Kruse, D. et al. (2017). Anatomy & physiology. Houston, Texas: OpenStax College, Rice University,
  3. ^ a b c d e Waugh, A., Grant, A., Chambers, G., Ross, J., & Wilson, K. (2014).Ross and Wilson anatomy and physiology in health and illness (12th ed.). Edinburg: Elsevier.
  4. ^ a b c d e f g Ireland, K. A. (2010). Visualizing Human Biology (3rd ed.). Hoboken, NJ: John Wiley & Sons.
  5. ^ Guyton, A. and Hall, J., 2011.Guyton And Hall Textbook Of Medical Physiology. Philadelphia: Saunders Elsevier.
  6. ^ Roberts S. Human Physiology. Global Media, 2007.
  7. ^ a b c McKinley, M., & O'Loughlin, V. (2011). Human Anatomy (3rd ed.). New York, NY: McGraw-Hill
  8. ^ a b c Mader, S., & Windelspecht, M. (2017). Human Biology (15th ed.). New York, NY: McGraw-Hill Education.
  9. ^ Starr, C., & McMillan, B. (2010). Human Biology (8th ed.). Pacific Grove, CA: Brooks/Cole Publishing Company.
  10. ^ Rye, C., Wise, R., Jurukovski, V., Desaix, J., Choi, J., & Avissar, Y. (2017).Biology. Houston, Texas : OpenStax College, Rice University,