Pilo
| Pilo | |
|---|---|
| Distoleon tetragrammicus | |
| Dabeşandina zanistî | |
| Cîhan: | Animalia |
| Filûm: | Arthropoda |
| Binefilûm: | Hexapoda |
| Bir: | Insecta |
| Binebir: | Pterygota |
| Jêrebir: | Neoptera |
| Jorekom: | Endopterygota yan Neuropterida |
| Kom: | Neuroptera |
| Binekom: | Myrmeleontiformia |
| Jorefamîle: | Myrmeleontoidea |
| Famîle: | Myrmeleontidae |
| Jêrfamîle | |
|
Acanthaclisinae | |
| Hevwate | |
|
Myrmeleonidae (lapsus) | |
Pilo (bi latînî: Myrmeleon formicarius) navê kurmikekî axê ye. Ew tim di axê de kortikan dikole. Paşê gir dibe pi per dibe dikane bifire.
Pilo kurmikeke di herêma Efrîqa, Awûstûrya û Behra Spî dije. Ji xwe jiyana xwe li gorî neçirvaniyê şêwandiye: Dema ku kortika xwe (malika xwe) çêdike, xwe tê de vedişêrîne û li benda xwarina xwe dipê. Taybetiya kortika xwe ev e ku Pilo vê kortikê wekî kortika neçirê bikartîne: Dema kurmek (bi gelemperî morîyek) lê nêz dibe, ji nişka ve dikeve neçirê û êdî nikare xwe xelas ke. Lê bi tenê piloyên ku li derdora Behra Spî (û li Kurdistanê) de dijîn neçirvan in.
Neçira Pilo
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Da ku pilo karibe neçirê bike sê gav jê re pêwîst in:
- Berî her tiştî Pilo xwe paşve tevdigere û xwe cal dike.
- Piştî ku xwe di heriyê de cal kir, pilo xwe paşve dizivirîne da ku kormika xwe wekî spîraleke avabibe.
- Dema ku xwe paşve zivirî û gihîşte navîna kortika xwe, Pilo serê xwe yê mezin ji erdê derdixîne û heriyê çedike hemberî derve. Bi vî awayî Pilo kortika xwe hîn kûrtir dike.
Li gorî zanyaran Pilo ewqas xurt e ku dikare kevirên 30 qat ji wî girantir bavêje derve. Herwiha Pilo, bi avakirina malikê xwe û bi neçirvaniyê xwe bala zanyaran kişandiye ser xwe.
Cihê Pilo di çanda Kurdan de
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Ku tiştek dikeve çavên zarokan hanî dibêjin: "Pilo pilo bavê min, tiştek kete çavê min, ku axe bihelle, ku kevire biteqe, ku çopê bifire."




| Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |