Pol Pot

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Pol Pot ( 1978)

Pol Pot (jdb. 19ê gulana 1925an li parêzgeha Kompong Thom, Kamboca - m. 15ê nîsana 1998an li Anlong Veng) heya sala 1997ê yekemîn desthilatdarê Khmerên Sor û kesayetiyeke navdar ê Kambocayê bû.

Di malbateke cotyar de ji dayîk bûye û di zaroktiya xwe de perwerdeya Bûdîzmê dîtiye. Di sala 1946î de dibe endamê Partiya Komûnîst a Kambocayê. Di şerê DYE û Viyetnamê de alîkariya DYayê dike û li dijî Vîetnamiyan provokasyonan û êrîşan lîdardixe. Wekî peyayekî di bin baskê DYEyê de tê naskirin. Dema Pol Pot di nava partiyê de desthilatiyê bi giştî bidestdixe, dest bi avakirina welatek komûnîst û cotyar dike. Ew komûnîzmê gorî xwe şîrove dike. Hemî kes û alternatîvên din ji holê radike. Desthilatdariyeke têr bi zext û xwîn li dardixe.

Ew bi gorî xwe riya Mao dimeşîne û li pey şoreşa çandê ye. Lê ew li pey xwe çiyayên meytan dihêle. Navê wî dibe navê tîraniya xwînê.

Ew di hevpeyvînekê de dibêje "Ez ji ber kiryarên xwe ne poşman im. Min li dijî êrîşkar û xayînên viyetnamiyan, welatê xwe parast. Wekî Mustafa Kemal Atatürk ê Tirkiyê, li avakirin û pêşxistina welêt geriyam. Mixabin navê Atatürk bi başî lê yê min bi neyînî tê zimên".

Pol Pot kesekî wekî li dijî mirovahiyê bersûcdar e tê nirxandin. Wî bi milyonan welatiyê xwe daye kuştin.