Postmodernîzm

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn

Postmodernîzm( Piştî Modernîzmê)[biguherîne]

Alain Robbe-Grillet: “Dinya ne watedar e, ne jî ne bêwate ye, bitenê heye ev qas.” Bi piranî postmodernîzm ji bo piştî sala 1950 tê bikaranîn. Ev serdem, serdama high-tech (Teknolojiya bilind) e. Hêmanên vê serdemê mezaxtin, medya, ragihan û ragihanzanî ye. Tenêbûna mirov, hem bi xwe re hem jî hawirdora xwe re ye. (Albert Camus- Biyanî) Her tişdi nav hev de ye. Pîranîparezî. (Romana Giran) Rastiya mutleq tune. Komunîzm, hildiweşe, kapîtalîzm jî dorîya netewê winda dike dibe navnetewî. Peyva ku herî tê bikaranîn, “demokrasi”ye. Li Tirkiyeyê, Orhan Pamuk pirtûka binav Pirtûka Reş derdixe, ev jî dive sedema niqaşê. Di salên 1960î de Derrida, Foucault, Barthes, Lacan, Lêvi-Strauss, Lyotard û Baudrillard li derveyî bîrdozî nêrînên cuda tînên zimên. Ser felsefeya ziman, xebatên giranbiha derdikevin Nietzsche, bandoreke mezin diafîrîne. Metnên edebî bi metoda xerakirina-sazî tên xwendin. Ji bilî metnê wate tune. Tiştê ku çêbûye ne girîng e, bûyîna vê girîng e. Bi watedarkirina me yî dinyayê watedar dike ve, şuxil xelas nabe. Şêweparastiya mirov tên rexne kirin. Ji bin bandora teorîya atom, kuantum û îzafîyetê dimînin. Tevahî, yê ku ne rast e. Dev ji, ji gerîna “wateyek”ê berdana. Her tiştê bi beramberê vê ve pejirandine lê sentez nekirine. Diruşmên wan “piranîparêz.”e. Di encama negirîngbûna mirov-takekesî de, hemû hevdijî bi tevahî digêjin berzbûneke giyanî an jî “nîrvana”yê.

Vebêjeyê Postmodernê[biguherîne]

Li dijî modernîzma bijarteparêz serhildanek e. Eklektîk e(bijarteker), sazîyeke piranîparêz e. Hunermand wekî bizavayê din, girêdayî komekê nîne. Terry Eagleton: “Bîleteke tîrenê jî mirov dikare berhemeke hunerî bihesibîne. Ji ber ku ev li gorî xwendevan diguhere.” Her kes şêweya xwe diafirîne. 1. Ceribanên şêweya avangardîst: Calvino, Robbe-Grillet, Butor, Pynchon, Hasan Ali Toptaş 2. Nezîkayiya populer li aresteyî mezaxê: Umberto Eco, Orhan Pamuk, Suskind 3. Berhemên ku naveroka wan de rengên mîstîk û kozmîk hene: Marge, Piercy, Erendîz Atasu, Coelho, Tamaro 4. Romanên zanîst-honak, polîsîye, serpêhatî ku bi tene ji bo mezaxê hatiye nivisîn: Ayşe Kulin navê Wê: Aylîn Anarşî heye. Postmodernîzm, modernîzma ku serê sedsala 20. de dest pê kiriye û şoreşeke estetîk afirandiye, tîne qalibên elîtîsta modernîzmê dişkîne, piranîparêz dibe, populer dibe. Wêjeya Undergraund(Wêjeya Kaçax) jî derdikeve qada hunerê.

Sêwiriya Postmodernîzmê[biguherîne]

Poetîkayeke nû neafirandiye, her tişt ji modernîzmê hildaye. Tê de weklîstîkî heye. Wêje êdî qala jiyana şênber nake, qala xwe, qala çawa pêkhatina xwe dike. Xweza jî vediguhere xwezayeke nav-metnan. Di metnan de sêwirî-sêwiriya raser heye. (Oğuz Atay-Lîstikên Bitalûke) Estetîka beyanîbûn didome. “Her tişt lîstikek e ku li ser rastebana hunerê tên lîstin. Suskind- Parfum, Umberto Eco-Navê Gulê Romana postmodern bi navgîna metnê bi xwendevanan re lîstikeke wekxaçepirsî, wekmamikî dilîze. Îronî tê bikaranîn. Pop-hêma: Hin tişteyên kilîşe, fetîş tên dubere kirin. Orhan Pamuk-Jiyana nû. Aygaz, bayîtiya Arçelik, Cîklet tên dubarekirin. Parodi-pastîj: Metnên din re tên lîstin. Hasan ali Toptaş bi kêzika Kafkayê re dilîze. Hunera avangardîst, ji aliye naverok û motîfê de pey reseniyê naçe. Pey şêwe, honak, sazî diçin. Hunermendê nû jî sergevez, kamil, zexm, ewlemend nîne. Pey zanatî naçe. Bi nêrineke gumanbar jiyanê dinêre û naxwaze xwendevan bin bandora wî/wê de bimîne. Qoziya nêrîna Xwedayî êdî ne derbasdar e. Leheng jî navenda metne nîne û barkêşa wateyê nîne. Leheng ev mirove ku ji figurekî vediguhere fîgureke din û nasnameya wî/wê nedîyarkirî ye. Li cihê “takekesî” peyva “kirde”tê bikaranîn. Romaneke, çîrokeke bêmirov. Rastî dûkel dibe, û rastebana xwendevanan de ji nû ve tê afirandin.

Di Postmodernîzmê de Xwendin/Rexne[biguherîne]

Xwendevan parçeyeke metnê ye. Ji nivîskar-Metn-Lehengî derbasî xwendevana dibin. Nivîsar ne barkêşa wateyê ye. Şîroveger rexneya boneyî metnê dike. Her xwendevan wateya xwe diafirîne. Berhema hunerê ji bo afirandina berhemeke nû dê bibe navgîn. Pirtûka rexneyê jî dibe berhemeke hunerê. “Têgihîştina Orhan Pamuk” Yildiz Ecevît Rexneker, doriya nav-metnan analîz dike. Wêjeya Nû, xebateke komeyî ye ku bi xwendevana re tê pêk anîn. Şert û mercên wê jî ew e: Afîrîneriyeke hatiye azad kirin.