Kapîtalîzm

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Kapîtalîzm teoriyekê aborîyê ko navgînên hilberînê şuna dewlet û civakê ji hêla xwedaniya taybetiyê ango şexsî an kesîtiya darazî tê kontrol kirine. Di vê sîstemê de bihayê hilberîn, mal û xizmetan ji hêla bazara serbest tê diyar kirin. Îroj li dewletên dinê bi piranî sîstemê kapîtalîstê tevlihevê ko hin bihayan kontrol dikin tên karger kirin û va bi gelemperî wek sîstema digelhev(tevlihev) tê nav kirin.

Nav[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Navê Kapîtalîzm ji peyva latînî capitalis hatiye ku tê wateya bingeh afirandine. Ew cara yekem jî ji aliyê David Ricardo hatiye bikaranîn.

Di sîstema kapîtalîst de ger ku yek dixwaze tiştekî xwe bifiroşe û yekî din dixwaze ku wî tiştî bikire û ew herdu kes li hev werin, ew ne hewce ye ku ew ji kesî destûre bistînin. Ev sîstema bazara serbest e. Di vê sîstemê de bi tunî(temamî) kirîn, firotin, deman kirin serbest e. Teorîsyenê pêşîn ê kapîtalîzm û bazara serbest fîlozof Adam Smith e û wî di pirtûka xwe ya bi navê The Wealth of Nations de teoriyên xwe weşandibûn.

Kapîtal di teoriya aboriyê de her kes dikare bi riya tiştekî xwe an pereyên xwe hilberînê bike û pereyan jê qezenc bike. Kapîtalîst ew xwediyê kapîtal e. Ew kesê ku ji bo aboriya xwe kar bike û ji bo vê sermayê xwe beden, zêhn û keda xwe ya dikeve çîna karkeran an proleteran.

Komûnîzm û kapîtalîzm[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Komûnîzm û kapîtalîzm du sîstemên aboriyên ko li dijê hev in. Herwiha Sosyalîzm û gorî teorîsyonên Komûnîstan merhaleyê paşina Komûnîzmê Anarşîzm jî li dijê Kapîtalîzmê ne. Gorî yek ji teorîsyenên komunîzmêyê bingeh Marx, bo ko di sîstema kapîtalîstî de çîna karker û kedkaran her tim bindest in û kedên xwe têne xwarin ewnê bi şoreşê werine serdestiyê û sîstemê ko karker serdest pêk bînine. Lê va teorî an senaryoyê ko Karl Marx û Friedrich Engels di Das Kapitalê de nivisî hîn birastî nehate holê.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]