Polonya

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Poland hat beralîkirin)
Rzeczpospolita Polska
Komara Polonyayê
Polonya
Ala Nîşan
(Ala) (Nîşan)
Sirûda netewî: Mazurek Dąbrowskiego
EU-Poland.svg
Zimanên fermî Polonî


Paytext Warşova
Sîstema siyasî Komar
 - Serokdewlet
 - Serokwezîr
Andrzej Duda
Mateusz Morawiecki
Rûerd
 - Giştî

312.696 km2
Gelhe
 - Giştî
 - Berbelavî

38.485.779 (2014) kes
123 kes/km2


Dirav Złoty (PLN) = 100 groszy
Dem UTC+1
Nîşana înternetê .pl
Koda telefonê +48

Polonya, Lehistan, Polenda an jî Polonistan (bi polonî: Polska), navê fermî: Komara Polonyayê (bi polonî: Rzeczpospolita Polska) welatekî li navrasta Ewropayê ye.

Polonya li rojava bi Almanya, li başûr bi Slovakya û Çekya, li rojhilat bi Lîtvanya, Belarûs û Ûkrayna, li bakur jî bi Deryaya Baltîk û beşek ji erda rûsan ve hatiye dorpêçkirin.

Nifûs[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Dîrok[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Tê bawerkirin ku eşîrên slavî di sala 2000î berî zayînê de li baska Vîstûl bi cih bûne.[çavkanî hewce ye] Di sedsalên 9 û 10an piştî zayînê de mîrasa Piastê li ser vê herêmê serdest bû. Di sala 966an de Piast Mieszko xiristiyanî qebûl kir û ji bo dewleta Polonî rê vekir.

Polonya 200 salan neçar ma ku li dijî împaratoriya Elman a Romê ya Pîroz ku bi armanca berfirehkirina Rojhilat serxwebûna xwe biparêze têkoşîn meşand. Polonya di sedsala 12an de ket bin serweriya vê împaratoriyê û hinek ji axa xwe winda kir. Welat di sedsala 13an de bi pirsgirêkên nû re rû bi rû ma. Serdegirtinên Mogolan ku di sala 1241an de dest pê kir, bû sedema texrîbateke mezin. Di vê navberê jiber ku li rojhilatê Vîstulê hêz bi dest xistin, bakurê welêt rastî gefa Töton Knights hat. Polonya di sala 1308an de Danzig (îro Gdansk) û beşa peravê ya Pomeranyayê bi dagirkir, Polonya ji deryayê qut bû.

Keyê paşîn ê Pîastê Casîmîrê III, hewl da di navbera cîranên xwe yên ku di bin bi gefa Töton de ye hevkarî çêke. Jibo ku yekitiya Lîtvanya û Polonan bê avakirin, di sala 1386an de Grandoka Lîtvanya II Wladyslav Jagiello bi keybanû Jadwiga ya Polonyayî re zewicî. Bi vê zewacê yekitiyek hevpar pêk hat û axa Polonyayê çar caran mezintir bû û rêya bazirganiya rojhilat vebû. Di sala 1410an de Jagiello li Grunwaldê leşkerên siwarî ên Totonê têk bir. Di sala 1466an de kurê wî Kazimîerz ê çardemîn di Şerê Sêzdeh Salan ê li dijî leşkerên Totonê bi ser ket û Pomeranya û Gdanskê beşdarî axa Polonyayê kir. Bi vî rengî derketina ber bi Derya ya Baltikê ve hat bidestxistin. Di dawiya sedsala 15an de Teterên Osmanî û Kirimê êrîşên welat kirin li dora Derya Reş, rêya bazirganiya rojhilat a Polonyayê girtin. Di heman demê de Împeratoriya Romê ya Pîroz li dijî Polonyayê leşkerî siwarî ên Tötonê amadekirin û di vê demê de car caran de welat rastî êrîşên Rûsan jî dihat.

Di sedsalên 16 û 17an de nexşeya axa Polonyayê dide diyarkirin.

Keyê polonî Zygmunt I. (1506-48) piraniya êrîşên Rûsyayê têk bir. Di sala 1569an de qanûna bingehîn a ji bo serdestiya qralîteya yekgirtî û serbixwe hat amadekirin. Destûr hate dayîn ku hemû xanedan rasterast beşdarî hilbijartinên Qerala bibin. Granduka Lîtvanya û Keyaniya Polonyayê, dewleta bi tenê ji aliyê desthilatdarekî ve bê birêvebirin hate afirandin. Di vê demê de zextên xanedana li ser gundiyan zêde bû.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]