Projeya GAPê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Projeya GAPê
  • Proje Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
DewletTirkiye Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Malperwww.gap.gov.tr/ Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Projeya GAPê an Projeya Başûrê Rojhilatê Anatolyayê (ji tirkî: Güneydoğu Anadolu Projesi; GAP) mezintirîn projeya geşepêdana herêmî ya Tirkiyeyê ye. Ev proje bi giştî 22 bendav, 19 santralên hîdroelektrîk û pergalên avdanê yên li ser her du çemên Firat û Dîcleyê dihewîne. Fikra vê projeyê di eslê xwe de di salên 1970yî de derket holê û heta salên 2000î hat meşandin.

Proje di serî de divê îxmalkirina aborî ya herêmên kurd a ji aliyê dewleta tirk ve bi dawî bikira, lê ji bo polîtîkayên asîmîlasyonê ya li herêmê jî hate bikaranîn.

Armanc[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Armanca projeya GAPê bikaranîna aborî ya ava Firat û Dîcleyê ye. Ev her du çem %28ê potansiyela avê ya Tirkiyeyê temsîl dikin. Proje gelek qadên bazirganiyê yên wekî çandinî, pîşesazî, veguheztin, binesazî, tûrîzm, tenduristî, perwerde û çandê digire ber çavan. Ew li ser çend qonaxên plansaziyê dirêj dibe.

Proje li ser têgeha pêşkeftina domdar ji bo 9 mîlyon mirovên herêmê hat avakirin. Li gorî daxuyaniya fermî, armanca GAPê ew e ku bi bilindkirina dahat û standardên jiyanê cudahiyên pêşkeftina herêmî ji holê rake û aramiya civakî û mezinbûna aborî pêş bixe. Lewra di çarçoveya projeyê de, kapasîteya hilberîn û karî ya sektora gundewarî hate bilind kirin.

Maliyeta giştî ya projeyê, li gorî agahiyên ji sala 2017an, ji 100 milyar TL (TL) zêdetir e.[1][2] Qada projeyê 9 parêzgehan dihewîne: Adiyeman, Batman, Diyarbekir, Entab, Kilîs, Sêrt, Riha, Mêrdîn û Şirnex. Ev parêzgeh hemî di hewza Firat û Dîcleyê û li Mezopotamya Jorîn de ne.

Xebatên heyî yên di çarçoveya GAPê de ev beş in: Çandinî û avdanî, hilberîna hîdroelektrîkê, binesaziya bajar û gundan, daristanî, perwerdehî û tenduristî. Pêşkeftina çavkaniyên avê, çêkirina 22 bendav û 19 santralên elektrîkê û planên avdanê herêmeke 17,000 km² dihundirîne. Wekî din heft balafirgeh hatine çêkirin û niha çalak in. Balafirgeha kargo ya GAPê ya Şirnexê ku di heman demê de balafirgeha kargoyê ya herî mezin a Tirkiyeyê ye jî hat temamkirin.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ "Wayback Machine" (PDF). web.archive.org. Ji orîjînalê (PDF) di 16 kanûna pêşîn 2011 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 5 gulan 2024.
  2. ^ "GAP'a yatırım 100 milyar lirayı aştı". Sabah (bi tirkî). Roja gihiştinê 5 gulan 2024.