Şirnex (parêzgeh)
| Parêzgeha Şirnexê Şırnak | |
| Koda parêzgehê: 73 | |
| Nexşeya navçeyan | |
| Kargêrî | |
| Welat | Bakurê Kurdistanê |
|---|---|
| Dûgel | Tirkiye |
| Serbajar | Şirnex |
| Demografî û erdnîgarî | |
| Gelhe (2020) | 537.762
Navend. = 96.285 kes |
| Rûerd | 7.172 km2 |
| Berbelavî | 59,9 kes/km2 |
| Binebeş | |
| Hejmara navçeyan | 7 navçe |
| Hejmara bajarokan | 20 bajarok |
| Hejmara gundan | 234 gund |
| Agahiyên din | |
| Dem | UTC+2 |
| Koda telefonê | (+90) 486 |
Şirnex (bi tirkî: Şırnak) parêzgeheke Bakurê Kurdistanê ye. Serbajarê parêzgehê Şirnex e. Piraniya gel Kurd e, lê gelek leşkerên tirk jî hatine bi cih kirin û ev yek bandorê li nexşeya siyasî û demografîk dike.
Parêzgeh li bakur bi Sêrt (parêzgeh) û Wan (parêzgeh), ji rojhilat ve bi Hekarî (parêzgeh), ji başûr ve bi Hesîçe (parêzgeh) û Dihok (parêzgeh) û ji rojava ve bi Mêrdîn (parêzgeh) re hevsînor e. Rûbera wê 7078 km² û bilindahiya wê 1400 m ye.
Bajêrê Şirnexê heta sala 1990ê girêdayî Sêrtê bû. Piştî biryara parêzgehbûna Şirnexê navçeyên Elkê û Qilaban ji Hekarî, navçeya Basan, Şirnex ji Sêrtê, navçeyên Cizîr, Silopiya, Hezex ji Mêrdînê hatin wergirtin.
Ji bilî serbajêr, li parêzgeha Şirnexê 18 şaredarî (bajar) û 194 gund hene. Nifûsa parêzgehê di sala 2023 de 570.745 kes bû.[1]
Çemên girîng Dîcle, Hezil, Çaglayan û Kizilsu ne. Kızılsu, Hezil û Xabûr diherikin Dîcleyê. Çiyayên herî girîng Cûdî bi 2089 m, Gabar, Namaz û Çiyayên Altînê ne.
Dîrok
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Demografî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Li Şirnexê bajarê herî mezin û modern Cizîra Botan e Gelha Cizîrê 152 hezar kes'e. Navenda Danûstandinê li heremê tenê Cizîra Botan heye û Balefirgeha Şerefedîn Elçî ji Cizîrê ye. Pişt Cizîrê Silopîya mezin e
Li herêma Botanê de gelek ol û tixm hene ji bilî Kurda, Fileh'en Suryanî, Nesturî ji dijîn gelek gunda Dêr'en Filaha heye û navenda Hezexê de gelek Fileh dijîn
Navçeyên parêzgeha Şirnaxê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Basan (Güçlükonak): Basan (an jî Basê)
- Cizîr (Cizre): Cizîr an Cizîra Botan, Koca Pinar (navend: Omerîn)
- Elkê (Beytüşebap): Elkê
- Hezex (İdil): Hezex, Basûrîn, Aliyan (navend: Delawa Qesrê)
- Qilaban (Uludere): Qilaban, Kîrur
- Silopiya (Silopi): Silopiya an Silopî
- Şirnex (Şırnak): Şirnex, Dêrşew (navend: Şêxê Reş)
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ biruni.tuik.gov.tr https://biruni.tuik.gov.tr/medas/?kn=95&locale=en. Roja gihiştinê 3 gulan 2024.
{{cite web}}:|title=kêm an vala ye (alîkarî)
- Harita Umum Müdürlügü 1:800,000 (1934).
- "Köylerimizin adlari" (1928).
- Vital Cuinet (1891/2001). "La Turquie d'Asie".
- Xefur, Ebdulla (Abdulla Ghafor) (2000/2001). Kurdistan - Dabeşî Kargêrî Terrîtorî 1927-1997.
- Xefur, Ebdulla (Abdulla Ghafor) (2001). Kurdistan - Rûpêw û jimarey danîştuwan.