Qabîl û Habîl

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Qabîl û Habîl, angorî nîgarokeke erebî ji Çîrokên Pêxamberan
Habîl bi destê Qayîn tê kuştin, li gorî tabloyeke wênesazê îtalyan Gaetano Gandolfi (1734-1802).

Qabîl û Habîl (bi îbranî: קין והבל), li gorî çavkaniyên ayînên îbrahîmî Tewrat û Quranê, du lawên pêşîn ên Adem û Hewa ne. Navê Qabîl yê eslî bi îbranî Qayîn e, lê dû re bi erebî kirine Qabîl[çavkanî hewce ye].

Qayîn û Habîl di Tewratê de[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Serhatiya Qayîn û Habîl di kitêba pêşî ya Tewratê de tê gotin (Destpêkirin 4):

Adem çû ba jina xwe Hawayê û ew bizaro bû, Qayîn anî û got: «Bi alîkariya Xudan min mirovek qezenc kir.» (Bi zimanê Tewratê, yanî bi Îbranî, dengê peyvên ‹Qayîn› û ‹qezenckirin› nêzîkî hev in.) Hawa dîsa bizaro bû û kurekî din, Habîl anî. Habîl bû şivanê pêz û Qayîn bû cotkar. Piştî demekê Qayîn ji berê erdê anî û ji Xudan re pêşkêş kir. Habîl jî, ji nixuriyên pezê xwe, ji bezê wan, anî. Xudan bi Habîl û pêşkêşa wî şa bû, lê bi Qayîn û pêşkêşa wî şa nebû. Loma Qayîn pirr hêrs ket û rûyê xwe tirş kir.

Xudan ji Qayîn re got: «Tu çima hêrs bûyî û te çima rûyê xwe tirş kiriye? Eger tu ya qenc bikî, ma ew nayê bilindkirin? Eger tu ya qenc nekî, guneh li ber dêrî ketiye kemînê û daxwaza wî tu yî. Lê tu bibe serwerê wî. »

Qayîn bi birayê xwe Habîl re peyivî û çaxê ku li deştê bûn, Qayîn li hember birayê xwe Habîl rabû û ew kuşt.

Xudan ji Qayîn re got: «Birayê te Habîl li ku derê ye?» Qayîn got: «Ez nizanim. Ma ez nobedarê birayê xwe me?» Xwedê got: «Te çi kir? Dengê xwîna birayê te ji axê gazî min dike. Tu niha ketî bin nifirê. Êdî çaxê ku tu axê biçînî, ew hêza xwe, yanî berê xwe, nade te. Tê li ser erdê firar û gerok bî.»

Qayîn ji Xudan re got: «Cezayê min bi qasî ku neyê hilgirtin giran e. Tu îro min ji ser rûyê axê derdixî. Ezê ji rûyê te veþartî bimînim û li ser erdê bibim firar û gerok. Her kî min bibîne, wê min bikuje.» Xudan jê re got: «Na, her kî ku ji ber vê yekê Qayîn bikuje, heft caran heyf wê ji wî bê standin.» Û Xudan nîşanek danî ser Qayîn, da ku her kî wî bibîne, lê nexe.

Hingê Qayîn ji ba Xudan çû û li rojhilata Êdenê li herêmeke beredayî digeriya.

Qayîn û Habîl di Încîlê de[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di Peymana Nû (Încîl) de çend caran behsa Qayîn û Habîl tê kirin: Habîl mirovekî rast û pêxember tê hesabkirin (Metta 23:35; Lûqa 11:51), bi baweriyê, wî goriyeke qenc pêşkêş kir, lê belê karên Qayîn xera bûn û wî li gor Îblîs kir:

Bi baweriyê, Habîl goriyeke ji ya Qayîn çêtir pêşkêşî Xwedê kir. Bi wê baweriyê ew mirovekî rast hat erêkirin, çimkî Xwedê diyariyên wî erê kirin. Rast e, Habîl mirî ye, lê bi saya baweriya xwe hê jî dipeyive. (Îbranî 11:4)

Hûn nêzîkî navberkarê Peymana Nû Îsa bûn ku xwîna wî ya reşandî ji ya Habîl çêtir dibêje. (Îbranî 12:24)

Gotina ku we ji destpêkê ve bihîstiye ev e ku em ji hevdû hez bikin. Em ne wek Qayîn bin ê ku ji Yê Xerab bû û birayê xwe kuşt. Û çima wî ew kuşt? Ji ber ku kirinên wî bi xwe xerab bûn, lê yên birayê wî rast bûn. (Yûhenna I, 3:12)

Çîroka Qabîl û Habîl li gora Qur'anê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Xwedê pêxember Adem û jina wî yî Hewa li cennetê havit der û şand serê erdê. Ewna serê erdê bûn cotkar. Ji cihîştina cennetê vir da, ewna qet carekî bi tevahî dilxweş nebûn. Pirr caran xwerina wan tune bû, ji ber ku herema ew tê da dijiyan, pirr berdan nebû; erdê zeviyan neberdanû û karê wan jî pirr çetin bû. Jiyîna wan gellekî dijwar bû. Gerek wan erdê zeviyên xwe bi xwe cot bikirana, genim bajotana û biçinyana. Ne tevir ne jî hewcarê wan hebû. Gerek wan hacetên xwe yên girîng bi xwe çê bikirana. Wî demê ser dinê pirr darê mezin, çiyayên bilind û zaxor û kaşên xeter hebûn. Ji her aliyê mirov dengê heywanên wexş ku li daristanê dijiyan dibihîst. Hz. Adem û Hewa hundirê şikeftekî da li ser çiyayekî bilind rûdiniştin. Lêbelê wana şikeftê da jî mîna cenneta Xwedê emîntî û dilxweşî nedît. Ji bo parîkî nan bi saetan kar dikirin. Pirr caran dema cennetê dahat bîra wan û ewna pir xemgîn dibûn.

Bi vî avayî pir sal hatin û çûn. Wana tim û tim Xwedê ra dûa dikirin ku bila Ew guneyê wan biborîne û jiyîna malbata wan hinekê hesan bike. Xwedê jî ser vîna tesellî û şênahî da wan. Rojekî lawikek ji Hewa yê ra bû û navê wî jî Qabîl lê kirin. Adem û Hewa her roj sibê hettanî êvarê ji bona xwe û zarokê xwe xwerinê digeriyan.

Salekî şûnda Hewa lawikekê din hanî dinê û navê wî jî Habîl lê kirin. Hz. Adem û Hewa ji bona herdû zarokên xwe pirr kêfxweş bûn û tengiya xwe bîra xwe kirin. Jiyîna wan niha gellekî hatî bû guhartinê. Wana bi dil û hêz kar dikir. Herdû law mezin bûn û bûn du xortên jêhatî. Wana jî gerek bi xebata xwe ji dê û bavê xwe ra alîkarî bikirana. Qabîl ji salan hinekî Habîl mezintir û, lêbelê dîsa jî Habîl wî hinekî xurtir bû. Qabîl pirr şerkarû û nedikaniya qar û xirabiyên xwe bindest bigire. Habîl jî mirovekî dilpak û. Wî heywan gellekî hez dikir; destê xwe wan ra dikir û tev wan lîstin pirr hez dikir.

Rojekî Hz. Adem du karên cûda, da herdûyan. Qabîl gerek bibûna cotkar û zevî cot bikirana, Habîl jî gerek karê xwe yî ku herî hez dikir bikirana û pez û dewar biçêrandana. Pêş roj derketinê herdû bira ji şikeftê derdiketin. Yekê ji daran mêwên cûrbecûr top dikir, yê din jî pez diçêrand, şivantî dikir. Hz. Adem jî diçû nêçîrê û avê. Êvar êvar Qabîl mêve, Habîl şîr, Hz. Adem jî heywanên ku nêçîr kiri bû dahanî mal. Xwedê hê bêtir rizq û bext dida wan.

Hz. Adem xwest ku herdû zarokên xwe biceribîne ku hela herdû jî ji nîmetên Xwedê ra giramiyê dikin yan na. Lewma herdû jî şandin ser çîyayekî û ferman da ku bila tiştekî nav malên xwe da ji bona heywanan ser tepikekê cîh bêlin.

Habîl ji bona vî fermana bavê xwe gellekî dilxweş bû, lêbelê Qabîl qahriya û bi gazîn got:“ Ez hettanî ku va hemû tiştana dest xwe dixinim pirr hewl didim xwe. Ez qey niha malên xwe ser çiyayekî bêkes dayînim, ji bona vana min tam rojekî bi zehmet kar kir!“ Lêbelê wî dîsa jî nekaniya dijî bavê xwe derbikevî.

Habîl dest da çû nav pezên xwe da yê herî rind û qelew derxist; dûra jî ew şerjê kir. Hz.Adem ji bona vî kirina lawê xwe gellekê dilgeş û dilşahî bû.

Qabîl bi mirûzekê tirş mêwen û sebzên yên herî helisî û puç top kir. Dilê vî aliyê karê viyê nebaş bû. Qet xweþiya wî nediçû ku fermana bavê xwe bîne cî.

Dûra herdû bira jî çûn ser tepika çiyê û xwestin mêze bikin ku qurbana wan hatîye qebûl kirinê ango na. Gava Habîl dîyariya xwe nedî desta fam kir ku qurbana wî hatîye qebûl kirinê. Lêbelê mêwên Qabîl yên helisî hîna mîna belê wer ciyê xwe da bûn û qet destik lê neketî bû. Yanê xelatên wî netibûn qebûl kirinê.

Habîl hema bi dilgeşî Xwedê ra şukir kir. Ser vî bûyêra qahr û çavtengiya Qabîl ji bona birê xwe hê zêdetir bû, wî mêze bavê xwe kir û got:“ Te Habîl ra dûa kir, lewma Xwedê dîyariya wî qebûl kir. Te ji bona min dûa nekir. Tu min hez nakî. »

Hz. Adem aha got:“ Kurê min, Xwedê qurbana Habîl qebûl kir, ji ber ku wî nav malên xwe da yên hemû rind, bi dilekî paqij da. Xwedê rindiyê hez dike. Te ji malên xwe da bi dilekî hesûd yên hemû xirab top kir. Lewma Xwedê qurbana te qebûl nekir.”

Dûra Habîl vegeriya û çû mal. Dilê Qabil pirr teng bû. Bi hêrsekî mezin dû birê xwe da baz da. Wî Habîl ji bona hemû tis-tan tawanbar dikir. Şeytan jî va kêmasiya wî bikar anî û guhê Qabîl da got:”Çi te ra manî dibe ku tu birê xwe nakujî ? Here û wî bikuje. Gava te xwe ji ber wî xilas kir, tu ji qara dilê xwe jî xilas dibî. Wê demê tu tenê dimînî û tu kesek carekî din te baştir nabe.” Qabîl dû Habîl da baz da. Şeytan jî berdewam kir û got:” Wî bikuje, Habîl bikuje!”

Qabîl hinekî din zû çû û paşda pê birê xwe girt û got:” Bisekine! Ez gerek te bikujim!”

Habîl sar bû û ma. Bi şaşî mêze kekê xwe kir û jê pirsîya:“ Tu qey dixwazî min bikujî?“ Bi qirçîna didanên xwe û bi lerzan Qabîl aha bersiv da:“ Bavê me, te min pirtir hez dike. Ji bona wî Xwedê qurbana te qebûl kir.“

Habîl bi dengekî nerm got:“ Tu min bikujî jî qet tiştek ji te nayê guhartin. Ser da tu bi vî avayî evîna bavê me jî wanda dikî. Xwedê vê sûcê te qet naborîne!“

Lêbelê Qabîl bi qiseyên birê xwe sukut ne bû. Dilê wî tujî hesûdî bû, ew bi peroşîyek mezin dilerziya. Dîsa pê qiriqa Habîl girt û qêriya ser:“ Gava ez te nekujim, ez gerê qe çêyiyê ji jiyîna xwe nebînim. Tu vîna fam nakî? » Habîl dîsa jê ra got : » Kekê min, tu bi kuştina min qe çêyiyê nabînî. Tu gerek vîna bizanî. Ez te xurttirim, lê dîsa jî gerek ez destê xwe ji dijî te ranekim û te nekujim. Ez ji Rebbê Alemê ditirsim. »

Habîl hêdî hêdî xwe ji dest kekê xwe da xelas kir û riya xwe da çû. Qabîl hinekî xwe fêdî kir, lêbelê dîsa jî înata wî pê girt: » Ez gerê te bikujim. » Bi vî avayî herdû jî vergeriyan şikeftê. Qabîl wî şevê hettanî serê sibê nekaniya birazê. Wî her dem dengê Şêytîn dibihîst:“ Hettanî ku tu birê xwe nekujî, tu gerek qet çêyiyê nebînî.“ Dema sibe bû, Qabîl qerera xwe yî dawiyê ji bona kuştina birê xwe da bû.

Habîl mîna timî dîsa bi fedakarîyek mezin ber pezên xwe bû. Qabîl çû cemê û gava birayê xwe wer dilxweş dît, hê bêtir qahriya. Xwe xar kir, kevirekî mezin girt û pê Habîl xist. Habîl hema şunê da mir. Bi vî avayî serê erdê cara yêkemîn qetl hat kirinê û cara yêkemîn xwîna mirovekî rijiya. Ser vîna heşê Qabîl dîsa hat sêrî. Hîna wer şuna xwe da teviziya bû . Careki-da pir tirsiya û ji bona karê xwe yî tirsehêz pirr poşman bû. Qabîl dizaniya ku wî tiştekî pirr xirab kirîye. Wî gerek niha çi bikirana? Qabîl pirr pozxwîn bû, pirr tirsiya û gellekî ber xwe ket. Aqlê wî nav hev da bû. Sayke hemû xweza bi dengekî bilind û bi devê wî ew wuha tawanbar dikir. Ji çar aliyan da aha diqêrîya:“ Tu mêrkuj î !“ Deng qe nedisekiniya, wî tim û tim aha dibhîst :“ Mêrkuj, mêrkuj....!“

Dûra Qabîl dest pê kir ku rabe ser xwe. Lêbelê qe hal wî da nema bû û cem birê xwe da ket. Bi vî avayî hembêzê mirî ra çû û gîrîya:“ Aaaxx.. Habîl, Habîl, çi dibe rabe!“ Lêbelê Habîl bi rastî jî miriya bû, hemû jiyan ji cesedê wî da derketî bû. Gerek wî çi bikirana? Gerek wî cesedê birayê xwe çi bikirana? Wî pir raman kir, lêbelê qet çare nedî. Carkîda hat bîra wî ku birê xwe bide ser milê xwe û wî bibe derekî dûr. Bi vî avayî cesed da ser milê xwe û ket rê. Qabîl hettanî kuwestiya û bêhiş bû rê ket çû. Dûra cesed danî ser erdê û bi xwe jî cemê rûnişt. Qabîl him ji bona birê xwe digîriya him jî aha digot:“ Gerê min ew nekuştana!”

Qabîl bê hêwî û bi şaşî diçû û dahat. Wî hê nedizaniya çi bike. Carkîda wî qangekî reş kû, navbera nîkilê xwe da qangekî din î mirî hebû, dît. Qabîl ew çavdêrî kir. Teyrê pê nigên xwe, hettanî ku çalikek çê kir, erdê his-k kola. Dûra jî Qangê hevalê xwe yî mirî havit hundir wî çalê û paşiyê xalî havit ser. Ser vîna Qabîl pir şaş bû û got:“ Va ji bona min şermahîyek pirr mezine: Qangek min pirtir tiştan dizane.“

Zû wî jî dest pê mezel kolandinê kir. Dûra jî birayê xwe yî mirî hanî kirî yê û pê xaliyê ser veşsart. Wê gavê wî hinekî din rehet kir.

Wê demê Hz. Adem jî zarokên xwe digeriya, ji ber ku ewna gerê zûva batana şikeftê. Lêbelê hîna nehatin bûn û tav jî hema hema çû avan. Hz. Adem ji bona wana pirr mereq dikir. Gava Qabîl bavê xwe dît bi tirs berê xwe vegerand. Pêşiyê Hz. Adem radana lawê xwe yî mezin hu nekir. Dilê wî dest pê kir bi xiroş hê bêtir hişkan lê xist. Wî şik bir ku Qabîl birayê xwe kuştîye. Ser rûyê erdê xwîna sor hebû. Hêsîrên çavan ser rûyê wî da dilop dilop hatin. Hz. Adem hema bi dû lawê xwe ket, lêbelê negîştiyê û dû qerîya:” Qabîl, Qabîl, te li birayê xwe çi kir ?”

Dengê Hz. Adem waqas bilind bû ku, sayke dunya alem dû Qabîl diqeriya. Ew bi bazdana xwe yî herî hişkan gîşt serê çîyayekî. Bavê wî hîna hîna jî dû diqêrîya:

“ Qabîl! Tu gerek qe bi çêyî yê nejî! Te bi xwe ra jîyanek bi tirs çê kir. Nahlel te here ey Qabîl. Qet rehetiyê nebînî û qe bîr meke ku tu ku da herî jî rûhê min tim û tim dû te ye û te digerî!”

Dûayên û nifirên Hz. Adem jîyîna Qabîl kirin mîna hundirê girtigehekî teng. Bi vî avayî Qabîl hettanî ku mir serî berda digeriya. Wî hê nedikaniya mêze devriyê yêkî din bike.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Quranische Geschichten, 1996, Institut für islamische Erziehung, Stuttgart, Elmanya ISBN 3-931934-00-4